KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w18 Kanûn r. 9
  • Tê Bîra Te?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Tê Bîra Te?
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2018
  • Malzemeya Eleqedar
  • Tê Bîra Te?
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2018
  • Yehowa ber Mirovan Dikeve
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2022
  • “Ez bi Eşkereyî li ber Wî Rabûm”
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2019
  • Bi Hîkmet Qerarê Bide ku Tu bi Kê re Bizewicî
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2022
Zêdetir Bibîne
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2018
w18 Kanûn r. 9

Tê Bîra Te?

Gelo te rind bala xwe da van pirs û cewabên balkêş, ên ku li Birca Çavdêriyê derketibûn?

Kitêba Pîroz çawa nîşan dide ku Xwedê bi me hemdil e?

Gava Îsraêlî li Misrê kole bûn, Yehowa kul û derdên wan fehm dikirin (2. Mû. 3:7; Îşa. 63:9). Em di sûretê Xwedê de hatine afirandin, û em jî dikarin hemdil bin. Gava em xwe hêjayî hezkirina wî nabînin, ew dîsa jî bi me hemdil e (wp18.3-RDU, rûp. 8-9).

Hîndariyên Îsa çawa alî mirovan dikir ku ew pêşhikuman ji dilê xwe derxînin?

Li dema Îsa, di dilê gelek Cihûyan de cure cure pêşhikum hebûn. Îsa nîşan da ku dilnizmî çi qas muhîm e û ku nijadperestî tiştekî pir xerab e. Wekî din, Îsa ji şagirtên xwe re got ku ew gişt birayên hev in (w18.06, rûp. 9-10).

Em ji vê çi dielimin ku Yehowa îzin neda ku Mûsa bikeve Welatê Sozdayî?

Dostiya Mûsa bi Yehowa re pir xurt bû (5. Mû. 34:10). Nêzikî dawiya gera 40 salî di çolê de, Îsraêliyan dîsa gilî û gazinên xwe kirin ji ber ku av tune bû. Yehowa emir da Mûsa ku ew ji zinar re tiştekî bibêje. Li şûna vê, Mûsa li zinar xist. Yehowa li Mûsa pir hêrs ket, belkî ji ber ku Mûsa guh nedabû Yehowa an jî ji ber ku Mûsa rûmeta mucîzeyê nedabû Yehowa (4. Mû. 20:6-12). Belê, pir muhîm e ku em guh bidin Yehowa û hurmet û rûmetê bidin wî! (w18.07, rûp. 13-14).

Hin kes çawa li gor dîtinê hikum dikin?

Ev sê war bi hêsanî dikarin li ser fikrên me tesîr bikin: kok an milet, mal û milk û salên mirovan. Lê belê, gerek em wek Yehowa bêteref bin (Kar. 10:34, 35) (w18.08, rûp. 8-12).

Birayên extiyar çawa dikarin alîkariya xwişk û birayan bikin?

Şagirtekî extiyar, ê ku mesûliyeta xwe teslîmî birayekî ciwantir kiriye, dîsa jî di çavê Yehowa de biqîmet e. Ew ji bo xêra kesên din dikare gelek tiştan bike. Mesela, ew dikare bi zilamê xwişkekî me eleqedar bibe, yê ku ne Şahidê Yehowa ye, alî kesên neçalak bike û kursên Kitêba Pîroz îdare bike (w18.09, rûp. 8-11).

Kîjan Hacetên Elimandinê hene?

Karta jw.org û dawetiye hene. Wekî din, 8 belavokên xweş, kovarên Birca Qerewiliyê û Hişyar Bin!, çend broşûr, 2 kitêbên lêkolînê û 4 videoyên bifeyde hene, mesela vîdeoya Xwendina Kitêba Pîroz Çima Lazim e? (w18.10, rûp. 16).

Şagirtekî Îsa çawa dikare li gor Methelokên Silêman 23:23 “rastiyê bikire”?

Rastî helbet bi pere nayê kirîn, lê gerek em wext û derfetên xwe feda bikin ku em rastiyê bi dest bixin (w18.11, rûp. 4).

Em dikarin ji serpêhatiya Hoşeya û Gomer çi bielimin?

Gomer çend caran zîna kir, lê belê Hoşeya ew efû kir û ew ber neda. Eger jin an mêrê şagirtekî Îsa zîna bike, kesê bêsûc dikare sûcê wî (an wê) efû bike. Eger kesê bêsûc ji nû ve tevî jin an mêrê xwe rakeve, li gor Kitêba Pîroz êdî ji bo hevberdanê sebeb tune (w18.12, rûp. 13).

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne