KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w19 Sibat r. 26-30
  • Mîrasa Min a Ruhî Ez Geş Kirime

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Mîrasa Min a Ruhî Ez Geş Kirime
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2019
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • DÊ Û BAVEKÎ DILHEZ
  • DESTPÊKA XIZMETA MIN
  • XIZMETA BIHEYECAN LI NÎJERYAYÊ
  • TAYÎNÊN NÛ
  • Baweriya bi Yehowa Dilê Min Rihet Dike
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2023
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2019
w19 Sibat r. 26-30
Woodworth Mills

SERPÊHATÎ

Mîrasa Min a Ruhî Ez Geş Kirime

Vebêj: Woodworth Mills

NÎVÊ şevê, em li ber Çemê Nîjerê sekinîbûn. Çem pir zû diherikî, û firehiya wî weke 1.600 metre bû. Wê çaxê li Nîjeryayê Şerê Hundirîn hebû, û derbasbûna Çemê Nîjerê pir bi talûke bû. Dîsa jî gerek em derbas bibûna, û ne tenê carekê. Gelo ez çawa ketim vî halî? Bila ez serê pêşîn behsa dema berî bûyîna xwe bikim.

Gava bavê min John Mills 25 salî bû, ew li sala 1913an li New Yorkê hat bin av kirin. Birayê Russell gotara binavbûnê pêşkêş kir. Çendek bi şûn de, bavê min çû Trînîdadê, û li wir ew bi xwişkeke bixîret a bi navê Constance Farmer re zewicî. Bavê min alîkarî dida hevalê xwe William Brown ku “Foto-Dramaya Afirandinê” nîşanî mirovan bidin. Wan wisa dikir, heta ku Brown û pîreka wî li sala 1923yan çûn Afrîkaya Rojava. Dê û bavê min – ku herdû jî meshkirî bûn – li Trînîdadê xizmeta xwe berdewam dikir.

DÊ Û BAVEKÎ DILHEZ

Em neh zarok bûn. Dê û bavê min navê zarokê pêşîn danîbû Rutherford, li gor navê serokê Komeleya Birca Çavdêriyê. Ez li sala 1922yan, li 30yê Kanûnê hatim dinyayê, û navê birayê Clayton Woodworth danîn ser min, ê ku wê çaxê mesûlê kovara Sedsala Zêrîn (îro Hişyar Bin!) bû. Dê û bavê me, em şandin mekteba temelî, lê wan em her tim herî zêde ji bo armancên ruhî teşwîq dikirin. Diya me bi hostetî ji Kitêba Pîroz muhakeme dikir. Gava bavê me ji me re serpêhatiyên Kitêba Pîroz digot, wî bi coşî û bi jestan dipeyivî.

Xîreta wan li ser me pir tesîr kir. Ji pênc birayan, ez û du birayên min, me Mekteba Gîleadê xelas kir. Sê xwişkên me bi gelek salan li Trînîdad û Tobagoyê pêşengtî kir. Dê û bavê me hem bi hînkirina xwe hem jî bi hal û hereketên xwe em “li mala Xudan” daçikandin. Teşwîqa wan alî me kir ku em “li hewşa Xwedayê me şitil bidin” (Zeb. 92:13).

Mala me bibû merkeza xizmetê. Pêşeng li vir top dibûn, û gelek caran di heqê mizgînvanekî wezîfedar de bi navê George Young ê ku hatibû Trînîdadê xeber dida. Dê û bavê min bi coşî behsa hevalên xwe Birayê Brown û pîreka wî dikir, ên ku êdî derbasî Afrîkaya Rojava bûn. Tiştên wisa gişt bûn sebeb ku gava ez 10 salî bûm, min dest bi xizmetê kir.

DESTPÊKA XIZMETA MIN

Wê çaxê kovarên me wek agir bûn, çimkî wan kirinên dînên sexte, çavbirçîtiya tîcaretê û xerabiya sîyasetê aşîkar dikirin. Li sala 1936an, waliyê Trînîdadê bir zora alimên dînî hemû weşanên Komeleya Birca Çavdêriyê qedexe kirin. Me hemû weşan veşartin û em dîsa jî wan belav dikirin heta ku xilas bûn. Wekî din, em bi belavok û posteran dimeşiyan an bi bisîkletê digeriyan. Ji xeynî vê, me tevî koma erebeya bideng ji bajarê Tunapuna heta li hemû Trînîdadê mizgîn belav dikir. Ev îşekî pir xweş bû! Ev çalakiyên ruhî bûn sebeb ku gava ez 16 salî bûm, ez hatim bin av kirin.

Koma erebeya deng a Tunapunayê

Koma erebeya deng a Tunapunayê

Bi saya mîrasa ruhî, ya ku min ji malbata xwe stendibû, û van serpêhatiyên ciwantiya min, min dixwest bibim mizgînvanê wezîfedar. Gava ez li sala 1944an çûm Arûbayê ku tevî Birayê Edmund Cummings xizmet bikim, ev daxwaz di dilê min de hê hebû. Em gelek şa bûn gava li sala 1945an 10 kes hatin Bîranînê. Sala din, li vê giravê civata pêşin hat saz kirin.

Oris û Woodworth Mills li salên berê

Oris bû roniya çavê min

Çendek bi şûn de, min mizgîn da hevalkara xwe Oris Williams. Oris gelek piştgiriya dînê xwe dikir. Lê bi saya kursa Kitêba Pîroz, ew pêhesiya ku Kitêba Pîroz bi rastî çi dibêje, û li 5ê Çileyê ya sala 1947an, ew hat bin av kirin. Bi zeman re, me ji hev hez kir, û em zewicîn. Li meha Mijdarê ya sala 1950yî wî dest bi pêşengiyê kir. Oris bû roniya çavê min.

XIZMETA BIHEYECAN LI NÎJERYAYÊ

Li sala 1955an, em ji bo Mekteba Gîleadê hatin dawet kirin. Loma ez û Oris, me xebata xwe hişt, me mala xwe û hûr û mûrên xwe firotin û em ji girava Arûbayê çûn. Li 29ê Tîrmehê ya sala 1956an, me Mekteba Gîlead xilas kir, û em hatin şandin Nîjeryayê.

1957: Woodworth û Oris Mills tevî malbata Beytela Lagosê (Nîjerya)

1957: Tevî malbata Beytela Lagosê (Nîjerya)

Di heqê wan rojan de, Oris wisa got: “Ruhê Yehowa dikare alîkariyê bide ku mirov karibe serî bi zehmetên mizgînvaniya wezîfedar re derxîne. Min nedixwest bibûma mizgînvaneke wezîfedar, lê zilamê min dixwest. Minê bixwesta li mala xwe bimama û zarok mezin bikirana. Lê gava min fehm kir ku belavkirina mizgînê çi qas muhîm e, min nêrîna xwe guherand. Gava me Mekteba Gîleadê xilas kir, ez êdî bi temamî hazir bûm ku bibim mizgînvana wezîfedar. Wexta ku em li gemiyê siwar bûn, Birayê Worth Thornton, ê ku tevî Birayê Knorr dixebitî, em verê kirin. Wî got ku emê li Beytelê xizmet bikin. Min di dilê xwe de got ‘Ûy, na!’. Lê paşê, ez zû hînî Beytelê bûm, û min ji vê xizmetê pir hez dikir. Li Beytelê, min cure cure şixul dikir. Şixulê ku min jê pir hez dikir, şixulê resepsiyonê bû. Ez ji mirovan hez dikim, û bi saya vî îşî min gelek xwişk û birayên Nîjeryayî nas kirin. Gelek kes ji cihên dûr dihatin û westiyayî, tozgirtî û birçî bûn. Ez jî bi wan re eleqedar dibûm. Ev îş, xizmeteke pîroz bû, loma ez pir bextewar bûm.” Belê, hemû tayînên ku me stendin em ji aliyê ruhî ve geş kirin.

Li sala 1961ê, em çûn Trînîdadê ku em malbata xwe bibînin. Li wê derê, Birayê Brown behsa serpêhatiyên xwe kir, ên ku li Afrîkayê qewimîbûn. Paşê min jî behsa vêya kir ku li Nîjeryayê şixul çawa bi pêş ve diçû. Birayê Brown bi dilgermî destê xwe danî ser milê min û ji bavê min re got: “Tu qet neçûyî Afrîkayê, lê Woodworth çû!” Bavê min jî wisa got: “Worth, berdewam bike!” Teşwîqa van birayên bitecrûbe daxwaza min zêde dikir ku ez xizmeta xwe bi temamî bînim cih.

Woodworth Mills, Antonia Brown, William Brown û Oris Mills

William Brown û pîreka wî Antonia em gelek teşwîq kirin

Li sala 1962an, ez ji bo kurseke 10 mehî çûm sinifa 37an a Mekteba Gîleadê. Birayê Wilfred Gooch, ê ku wê demê nazirê buroya Nîjeryayê bû, çû sinifa 38an û hat şandin Îngilistanê, û ez jî li şûna wî bûm nazirê buroya Nîjeryayê. Wek Birayê Brown, min gelek seyahat dikir, û min gelek xwişk û birayên Nîjeryayî nas kirin. Her çi qas ew xwişk û birayên hêja ji aliyê madî ve bi qasî xelkê dewletên pêşketî ne dewlemend bûn jî, dilşadî û qenaetkariya wan nîşan dida ku jiyaneke baş bi mal û milk ve girêdayî nîne. Derfetên wan çi qas kêm bûn jî, ew her tim bi awayekî rêk û pêk dihatin civînan. Gelek ji wan bi kamyon û “bolekaya”a (otobûsên herêmî yên ku ji her du aliyan ve vekirî bûn) dihatin civînên mezin. Li ser gelek ji van otobûsan nivîs hebûn, mesela “Dilop bi dilop dibe behra mezin”.

Ev nivîs çi qas rast e! Xîreta her kesî biqîmet e, û di vê xîretê de para me jî heye. Piştî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Nîjerya li sala 1974an bû welatê pêşîn ê ku li wê derê hejmara mizgînvanan bû 100.000. Belê, şixulê belavkirina mizgînê geş bû!

Li sala 1967an, Şerê Hundirîn ê Nîjeryayê dest pê kir û heta sala 1970yî berdewam kir. Çend mehan, îrtibata xwişk û birayên me bi buroyê birî bû, yên ku li kêleka Bîafrayê ya Çemê Nîjerê bûn. Pir lazim bû ku em xwarina ruhî bigihînin wan. Wek min di destpêkê de gotibû, me dua dikir û xwe dispart Yehowa, û çend caran ji Çemê Nîjerê derbas bûn.

Seba leşkerên hêrsok, nexweşî û tiştên din, derbasbûna çem pir bitalûke bû. Derbasbûna ji ordiya dewletê zor bû, lê derbasbûna ji aliyê Bîafrayê hê jî zortir bû. Carekê ez şevê bi qeyikê ji Asabayê çûm Onitshayê, bajarekî li kêleka din. Ji wê derê, ez çûm Enuguyê ku kalên civatê teşwîq bikim. Careke din, ez çûm Abayê ku cesaretê bidim kalên civatê. Li bajarê Port Harcourtê, me civîna xwe zû bi dua xilas kir gava leşkerên dewletê derbasî leşkerên Bîafrayê bûn û ketin bajêr.

Bi saya van civînan, xwişk û birayên me rind fehm dikir ku Yehowa xema wan dixwe. Wekî din, ji wan re şîret dihat dayîn ku ew bêteref bimînin û yekîtiya xwe biparêzin. Xwişk û birayên Nîjeryayî li vî şerî dilsoz man. Hezkirina wan ji nefreta li nav qabîleyan mezintir bû, û wan yekîtiya xwe diparast. Ji bo min îmtiyazeke pir mezin bû ku ez li wan rojên dijwar li kêleka wan bûm!

Li sala 1969an, Milton Henschel nazirê programa Civîna Navnetewî ya bi temaya “Li Rûyê Erdê Aştî” bû, a ku li New Yorkê (DYA) hat saz kirin, û ez jî bûm alîkarê wî. Tiştên ku ez li vî îşî hîn bûm pir bifeyde bûn, çimkî li sala 1970yî, me Civîna Navnetewî ya bi temaya “Mirovên ku Xwedê ji wan Razî ye” li Lagosê (Nîjeriya) saz kir. Şerê Hundirîn nû xelas bûbû, û bê bereketa Yehowa, meyê nikaribûya ev civîna mezin bi serkeftinê saz bikira. Civîna Navnetewî bi 17 zimanan derbas bû, û 121.128 kes hatin civînê. Birayê Knorr, Birayê Henschel û mêvanên ku bi teyareyên kirêkirî ji Amerîka û Îngilistanê hatin û bûn şahidên yek ji binavbûnên herî mezin ên ku piştî Roja Pentîkostê pêk bû: 3.775 şagirtên nû hatin bin av kirin. Organîzekirina vê civîna mezin bi rastî jî îşekî pir mezin bû. Zêdebûna hejmara mizgînvanan bi rastî jî ecêb bû!

Lagos (Nîjerya), 1970: Civîna Navnetewî ya bi temaya “Mirovên ku Xwedê ji Wan Razî ye”

121.128 kesên ku bi 17 zimanan dipeyivin – ku yek ji wan zimanê Îgbo ye – hatin Civîna Navnetewî ya bi temaya “Mirovên ku Xwedê ji wan Razî ye”

Ez zêdetirî 30 salî li Nîjeryayê mam. Li wan salan, ez carinan wek nazirê rêwî û carinan jî wek nazirê mintiqayî li Afrîkaya Rojavayê xizmet dikir. Mizgînvanên wezîfedar seba eleqe û teşwîqa şexsî gelek şikurdar dibûn. Min her tim ji wan re digot ku ew nehatine ji bîr kirin. Ji vî îşî, ez elimîm ku eleqeya şexsî pir muhîm e ku xwişk û birayên me geş bin û qewet û yekîtiya teşkîlata Yehowa biparêzin.

Bê alîkariya Yehowa meyê nikaribûya serî bi tengahiyên Şerê Hundirîn û nexweşiyê re derxista. Me bereketa Yehowa her tim hîs dikir. Oris wisa got:

“Em çend caran bi tayê ketin. Carekê, Worth xeriqî û ket nexweşxaneyeke Lagosê. Ji min re gotin ku ew ber mirinê ye, lê şikur ji Xwedê re ku ew sax ma. Çaxa ew hat ser hişê xwe, wî ji mirovê ku lê dinêrî re behsa Padîşahiya Xwedê kir, ku navê wî Nwambiwe bû. Paşê, ez tevî Worth çûm ziyareta wî, ji bo ku em tevî wî zêdetir li ser Kitêba Pîroz sohbet bikin. Wî rastiya Kitêba Pîroz qebûl kir, û ew paşê li bajarê Abayê bû kalekî civatê. Min alî gelek kesan kir ku bibin xizmetkarên Yehowa, û hinek ji wan Misilmanên dîndar bûn. Me ji xelkê Nîjeryayê, ji kultura wan, ji urf û adetên wan û ji zimanê wan pir hez kir.”

Li wê derê, em derseke muhîm hîn bûn: Ji bo ku em di tayîna xwe de geş bin, lazim bû ku em ji xwişk û birayên wê derê hez bikin, her çi qas kultura wan ji kultura me cuda be jî.

TAYÎNÊN NÛ

Piştî xizmeta me ya li Beytela Nîjeryayê, em li sala 1987an wek mizgînvanên wezîfedar hatin şandin Saint Lucia, giraveke bedew ya Karîbê. Ev tayîneke pir xweş bû, lê li wê derê çetinahiyên nû jî hebûn. Li Afrîkayê, problem ev bû ku zilam bi gelek jinan re dizewicîn, lê li Saint Lucia, problem ev bû ku mirov bê zewaca resmî bi hev re dijîn. Bi alîkariya Kitêba Pîroz, gelek xwendekarên me jiyana xwe guherand.

Woodworth û Oris Mills li salên dawîn

Ez û Oris, em 68 sal zewicî man

Li sala 2005an, em êdî kal û pîr bûn, û Koma Rêberiyê em şandin merkeza cîhanî ya li Brooklynê (New York, DYA). Li sala 2015an, hevala mine delal Oris mir. Em 68 sal bi hev re bûn, û mirina wê ji bo min bû derdekî pir giran. Me fehm kir ku sira bextewariya zewacê û civatê ev e ku mirov prensîpa serîtiyê qebûl bike, bi comerdî efû bike, dilnizm bimîne û berê ruhê pîroz eyan bike.

Gava em dilşikestî dibûn an ber xwe diketin, me xwe dispart Yehowa ku em dev ji xizmeta wî bernedin. Her ku me fikrên xwe rast dikir, me didît ku her tişt her ku diçe baştir dibe – û tiştên herî baş jî hê li ber me ne (Îşa. 60:17; 2. Kor. 13:11).

Li Trînîdad û Tobagoyê, Yehowa şixulê dê û bavê min û xwişk û birayên din bibereket kir. Li gor xeberên herî nû, li wan giravan niha 9.892 mizgînvan hene. Li Arûbayê, civata me ya pêşîn bi zeman re mezin bû, û niha li vê giravê 14 civatên berdar hene. Li Nîjeryayê, hejmara mizgînvanan bûye 381.398. Li girava Saint Lucia jî êdî 783 mizgînvanên Padîşahiya Yehowa hene.

Îro ez êdî ji 90 salî zêdetir im. Zebûr 92:14 dibêje ku kesên ku li mala Yehowa daçikandî ne “wê di pîrbûna xwe de jî meyve bidin, ewê terr û şîn bin”. Ez şikurdar im ku jiyana min gişt di xizmeta Yehowa de derbas bûye. Mîrasa ruhî, ya ku min ji malbata xwe stendibû, alî min kiriye ku ez bi dil û can ji Yehowa re xizmet bikim. Bi saya dilovaniya Xwedê, min ‘li hewşa Xwedayê me şitil [da]” (Zeb. 92:13).

a Li kovara Awake! a 8 Adar 1972, rûp. 24-26, binêre.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne