WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Ji Belavkirina Mizgînê Kêf Bistîne
Gelo belavkirina mizgînê carinan ji te re zor tê? Gelek kes wê bibêjin “Belê”. Çima? Dibe ku em li mirovên dilsar an muxalif rast tên, an jî em şerm dikin ku em bi kesên ku em nas nakin re bipeyivin. Tiştên wisa dikarin kêfa me xera bikin. Lê ji ber ku em ji Xwedayê dilşad re îbadet dikin, lazim e ku em jî bi dilşadî ji wî re xizmet bikin (Zb 100:2; 1Tîm 1:11). Em çawa dikarin ji belavkirina mizgînê kêf bistînin? Bila em sê sebeban bibînin.
A yekê, em xebera umîdê îlan dikin. Îro umîd her ku diçe tune tibe, lê em dikarin dilê mirovan bi ‘mizgîna qenciyê’ re tije bikin (Îş 52:7). Mizgîna Padîşahiya Xwedê dikare me jî dilşad bike. Berî ku em herin xizmetê, li ser bereketên ku Padîşahiya Xwedê wê bîne bifikire.
A diduyan, mizgîna ku em belav dikin ji mirovan re feydeyên fîzîkî û ruhî tîne. Mirov ji xûyên xerab difilitin û dibin xwediyê umîda jiyana heta bi hetayê (Îş 48:17, 18; Rm 1:16). Xebata me, wek xebata lêgerîn û filitandinê ye. Her çi qas hinek naxwazin bên filitandin jî, em dev ji lêgerîna kesên ku dixwazin bên filitandin bernadin (Mt 10:11-14).
A sisêyan û ya herî muhîm ev e ku belavkirina mizgînê hurmet dide Yehowa. Ew pir qîmet dide xizmeta me (Îş 43:10; Îbr 6:10). Wekî din, Yehowa ruhê pîroz bi zêdeyi dide me ku em karibin vî şixulî bînin cih. Ji ber vê yekê, ji Yehowa bixwaze ku ew bi destê ruhê pîroz dilşadî bide te (Gl 5:22). Bi alîkariya Xwedê em dikarin serî bi tirsên xwe re derxînin û mizgînê bi mêrxasî belav bikin (Kar 4:31). Wê wextê, cewaba mirovan çi be jî, emê her tim ji wezîfeya belavkirina mizgînê kêf bistînin (Hz 3:3).
Gava ku tu diçî xizmetê, tu dixwazî ku halê te çawa be? Tu çawa dikarî dilşadiya xwe nîşan bidî?
LI VÎDEOYA BI SAYA HÎNBÛNÊ Û FIKIRANDINÊ, ŞABÛN DÎSA KETE DILÊ MIN (BI KURMANCIYA QAFKASYAYÊ) TEMAŞE BIKE Û LI SER VAN PIRSAN ŞÊWIR BIKE:
Her çi qas em her meh di xizmetê de pir wext derbas dikin jî, çima lazim e ku em dîqat bidin xwarina ruhî?
Em çawa dikarin Mary ji xwe re bikin nimûne?
Tu kengê li ser Kitêba Pîroz difikirî?
Gava tu mizgînê belav dikî, tu ji çi kêf distînî?