WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Li Gor Standardên Yehowa yên li ser Exlaqê Bijî
Yehowa Xwedê ji bo mirovan standardên exlaqê dane. Mesela, li gor emrê Xwedê, lazim e ku zewac tenê li nav jinek û mêrek be û daîm be (Mt 19:4-6, 9). Yehowa hemû curên bêexlaqiyê mehkûm dike (1Kr 6:9, 10). Bi ser de, wî qaîdeyên li ser şekil û şemalê dane ji bo ku xizmetkarên wî ji mirovên din cuda bin (5Mû 22:5; 1Tîm 2:9, 10).
Îro gelek kes standardên Yehowa qebûl nakin (Rm 1:18-32). Hem şekil û şemala wan hem jî hal û hereketên wan nîşan didin ku ew li bin tesîra derdora xwe dimînin. Gelek kes jî tiştên pir eyb dikin û kesên ku li gor standardên din dijîn, rexne dikin (1Pt 4:3, 4).
Ji ber ku em Şahidên Yehowa ne, lazim e ku em standardên Yehowa yên li ser exlaqê bi mêrxasî destek bikin (Rm 12:9). Çawa? Lazim e ku em bi zarşîrînî bibêjin ku çi li ber çavê Xwedê rast e. Wekî din, gerek em li gor standardên bilind bijîn. Mesela, gava em kincên xwe hildibijêrin, em dikarin ji xwe wisa bipirsin: “Gelo tercîhên min li gor standardên Yehowa ne, an li gor standardên vê dinyayê? Gelo şekil û şemala min nîşan dide ku ez şagirtê Îsa Mesîh im û ji Xwedê ditirsim?” An jî, gava em qerar didin ku em li kîjan fîlm û bernameyan temaşe bikin, em dikarin wisa bipirsin: “Gelo Yehowa wê ji temaşekirina vê bernameyê razî bibûya? Ev fîlm an bername standardên exlaqê yên kê destek dike? Gelo talûkê heye ku ew min ji aliyê exlaqê ve sist bike? (Zb 101:3). An gelo ev dikare wijdana ferdên mala min an kesên din aciz bike?” (1Kr 10:31-33).
Çima ev qas muhîm e ku em standardên Yehowa yên li ser exlaqê destek bikin? Di demeke nêzik de, Îsa Mesîh wê hemû mirovên xerab û xerabiyê helak bike (Hz 9:4-7). Tenê kesên ku li gor daxwaza Xwedê dijîn wê sax bimînin (1Yh 2:15-17). Eger em standardên Yehowa yên li ser exlaqê destek bikin, gelek kesên ku hal û hereketên me yên baş dibînin wê hurmet bidin Xwedê (1Pt 2:11, 12).
Şekil û şemala min der heqê standardên min ên exlaqê çi nîşan dide?
LI VÎDEOYA BIBE DOSTÊ YEHOWA; MÊREK Û JINEK (BI KURMANCIYA QAFKASYAYÊ) TEMAŞE BIKE Û LI SER VAN PIRSAN ŞÊWIR BIKE:
Jiyaneke li gor standardên Yehowa çima riya hîkmetê ye?
Çima lazim e ku dê û bav standardên Yehowa yên li ser exlaqê ji zarokên xwe yên biçûk re bielimînin?
Her kes – hem ciwan hem mezin – çawa dikare alî mirovan bike ku ew ji qenciya Xwedê feyde bistînin?