KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • mwb17 Cotmeh r. 3
  • Nivîsarên Pîroz bi Dil û Can Lêkolîn Bike

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Nivîsarên Pîroz bi Dil û Can Lêkolîn Bike
  • Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2017
  • Malzemeya Eleqedar
  • Bi Saya Lêkolîna Kûr Hişyar Bimîne
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2024
  • Bê Rawestin ji Yehowa re Xizmet Bike
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2017
  • Ji Danîêl Pêxember Hîn Bibe
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2023
  • Ji Wehdên Kitêba Pîroz Hîn Bibe
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2023
Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2017
mwb17 Cotmeh r. 3

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Nivîsarên Pîroz bi Dil û Can Lêkolîn Bike

Gelo tu jî dixwazî wek Danîêl ber bi tengahiyan dilsoz bimînî? Danîêl Peyva Xwedê û pêxembertiyên kûr bi dil û can lêkolîn dikirin (Dn 9:2). Eger tu Kitêba Pîroz bi dil û can lêkolîn bikî, tuyê jî bikaribî dilsoz bimînî. Çawa? Bi saya lêkolînkirinê, tuyê zêdetir bawer bikî ku sozên Yehowa wê bên cih (Yş 23:14). Ji xeynî vê, tuyê ji Xwedê zêdetir hez bikî û bixwazî tiştên rast bikî (Zb 97:10). Lê belê tu çawa dikarî dest pê bikî? Bila em li çend tewsiyeyan binêrin.

Danîêl Peyva Xwedê lêkolîn dike
  • Gerek ez li ser çi lêkolîn bikim? Wê baş be ku tu her hefte ji bo civînan haziriyê bikî. Ji bo ku tu ji xwendina Kitêba Pîroz a heftanî zêdetir feyde bistînî, qismên ku tu rind fehm nakî lêkolîn bike. Wekî din, tu dikarî der heqê pêxembertiyên Kitêba Pîroz, berê ruhê Xwedê, seferên Pawlosê şandî an tiştên ku Yehowa afirandine de zêdetir melûmat bistîne. Wexta ku pirseke li ser Kitêba Pîroz tê bîra te, wê binivîse û paşê lêkolîn bike.

  • Melûmat li ku derê heye? Vîdeoya Hacetên bona Dîtina Xizna Ruhanî (bi Kurmanciya Qafkasyayê) rêyî me dide ku em ji ku derê dikarin melûmat bistînin. Ji bo ceribandina hunerên xwe, lêkolîn bike ku împaratoriyên cîhanî, yên ku li beşa 7an a kitêba Danîêl wek cinawir tên nîşan dayîn, kîjan in.

  • Gerek ez ji bo lêkolînkirinê çi qas wext xerc bikim? Bernameyeke muntazam ji bo siheta ruhî şert e. Tu dikarî hêdî hêdî dest pê bikî û paşê wexta lêkolînkirinê zêde bikî. Lêkolîna Peyva Xwedê wek lêgerîna li xezîneyên veşartî ye. Her ku tu xezîneyan dibînî, tuyê bixwazî zêdetir lêkolîn bikî (Mtl 2:3-6). Bi vî awayî, tuyê her ku diçe zêdetir hesreta Peyva Xwedê bibî, û bernameya te ya ji bo lêkolîna Kitêba Pîroz wê baş rûne (1Pt 2:2).

    Ji bo tewsiyeyên ku tu çawa dikarî ji lêkolîna Kitêba Pîroz zêdetir kêf bistînî, li kovara Awake! a Sibat 2012, rûp. 18-20 binêre.

CINAWIRÊN LI BEŞA 7AN A KITÊBA DANÎÊL ÇI TEMSÎL DIKIN?

  • Cinawirekî mîna şêr, bi baskên teyrê

    Dn 7:4

  • Cinawirekî mîna hirç; di devê wî de sê parsû hene

    Dn 7:5

  • Cinawirekî mîna leopar; çar ser û çar baskên wî hene

    Dn 7:6

  • Cinawirekî zordar; diranên hesin û deh qiloçên wî hene

    Dn 7:7

PIRSEKE ÎLAWE:

Danîêl 7:8, 24 çawa hat cih?

Di qiloçekî biçûk de çavên însan û devek hene; sê qiloçên din ji ber vî qiloçî hatine derxistin

PROJEYA DIN:

Cinawirên beşa 13an a kitêba Peyxamê çi temsîl dikin?

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne