WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Bi Jiyana Xwe Pesnê Yehowa Bide!
Jiyan hediyeyekî pir biqîmet e. Ji ber vê yekê, lazim ku em vî hediyeyî bi awayekî baş bixebitînin. Ji ber ku em Şahidên Yehowa ne, em dixwazin bi huner û qabiliyetên xwe hurmet û rûmet bidin “kaniya jiyanê”, yanî Yehowa (Zb 36:9; Py 4:11). Lê seba endîşeyên ku em her roj di vê dinyaya xerab de dikişînin, dibe ku em carinan armancên xwe yên ruhî ji bîr bikin (Mq 4:18, 19). Loma wê baş be ku em ji xwe wisa bipirsin: “Gelo ez bi rastî tiştên xwe yên herî baş didim Yehowa? (Hş 14:2). Şixulê min li ser jiyana min çawa bandor dike? Armancên min ên ruhî çi ne? Ez çawa dikarim xizmeta xwe berfirehtir bikim?” Eger kêmasiyên me hebe, wê baş be ku em alîkariya Yehowa bixwazin û xwe rast bikin. Eger em her roj pesnê Yehowa bidin, emê ji jiyana xwe zêdetir kêfê bistînin û bextewartir bibin! (Zb 61:8).
Tu hunerên xwe ji bo kê dixebitînî?
LI VÎDEOYA FERESETÊ XWE BONA YEHOWA BIDE XEBATÊ (BI KURMANCIYA QAFKASYAYÊ) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
Em çima naxwazin hunerên xwe ji bo dinyaya Şeytan bixebitînin? (1Yh 2:17)
Yên ku tiştên xwe yên herî baş didin Yehowa kîjan bereketan distînin?
Em dikarin huner û qabiliyetên xwe di kîjan warên xizmeta pîroz de bixebitînin?