WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Gava Halê Te Diguhere, ji Aliyê Ruhî ve Hişyar û Aktîf Bimîne
Jiyana her kesî diguhere, bîlhesa li van rojên dawîn (1Kr 7:31). Hem guherînên baş hem jî guherînên xerab dikarin zerar û ziyanê bidin îbadeta me û dostiya me bi Yehowa re. Gava halê me diguhere, em çawa dikarin ji aliyê ruhî ve hişyar û aktîf bimînin? Vîdeoya Ruhanîda Hişiyar Bimînin Çaxê Derbasî Ciyê Din Dibin (bi Kurmanciya Qafkasyayê) temaşe bike û paşê cewabên van pirsan bide:
Birayekî çi şîret da bavê li vê vîdeoyê?
Vê malbatê çawa bala xwe da gotinên Metta 7:25?
Berî ku vê malbatê mala xwe bar kir, wan çawa plan kirin, û vê yekê çawa alî wan kir?
Çi alî vê malbatê kir ku ew hînî civat û herêma nû bin?
Di jiyana min de kîjan guherînên mezin hatine meydanê?
Ez çawa dikarim prensîpên ku li vê vîdeoyê tê nîşan dayîn, bixebitînim?