XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ | METTA 12-13
Mesela Genim û Zîwanê
Bi alîkariya mesela genim û zîwanê, Îsa nîşan da ku ewê ji sala 33an a P.M. û pê ve genim, yanî şagirtên xwe yên meshkirî, çawa û kengê top bike.
“Zilamekî tovê qenc li erdê xwe çand”
Cotkar: Îsa Mesîh
Çandina toximê qenc: Meshkirina şagirtên Îsa bi ruhê pîroz
Erd: Hemû însan
“Çaxê ku her kes di xew de bû, dijminê wî hat, ... zîwan çand”
Dijmin: Îblîs
Xew: Mirina şandiyan
“Bihêlin, bila herdu bi hev re mezin bibin, heta dema dirûnê”
Genim: Şagirtên Îsa yên meshkirî
Zîwan: Xiristiyanên sexte
“Pêşî zîwanê berhev bikin ..., piştre genim berhev bikin”
Xulam/pale: Melekên Xwedê
Berhevkirina zîwanê: Veqetandina Xiristiyanên sexte ji şagirtên Îsa yên meshkirî
Têxistina embarê: Berhevkirina şagirtên Îsa yên meshkirî li civata nûkirî
Gava dema dirûnê dest pê kir, şagirtên Îsa ji Xiristiyanên sexte çawa cuda bûn?
Ez ji fehmkirina vê meselê çi feyde distînim?