KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • mwb18 Sibat r. 4
  • “Qedrê Dê û Bavê Xwe Bigire”

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • “Qedrê Dê û Bavê Xwe Bigire”
  • Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2018
  • Malzemeya Eleqedar
  • Gerek Em Hurmet Bidin Kê?
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2017
Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2018
mwb18 Sibat r. 4

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

“Qedrê Dê û Bavê Xwe Bigire”

Gava Îsa li ser rûyê erdê bû, wî bala me kişand li ser vî emrî: “Qedrê dê û bavê xwe bigire” (2Mû 20:12; Mt 15:4). Gava Îsa ciwan bû, wî jî li gor vî emrî hereket dikir (Lq 2:51). Piştî ku Îsa mezin bû jî, wî ev emir dîsa dianî cih. Mesela, wî tenzîm kir ku piştî mirina xwe, yekî li dîya wî binêre (Yh 19:26, 27).

Li zemanê me jî, ciwanên ku di riya Mesîh de dimeşin guhdariya dê û bavê xwe dikin û bi vî awayî qedrê wan digirin. Gerek em di hemû emrê xwe de qedrê dê û bavê xwe bigirin. Wexta ku dê û bavê me kal û pîr dibin jî, wê baş be ku em qedrê wan bigirin û ji hîkmeta wan feyde bistînin (Mtl 23:22). Wekî din, wexta ku ew kal û pîr dibin, gerek em hewcedariyên wan ên madî û manewî temîn bikin (1Tîm 5:8). Emrê me çi qas dibe bila bibe, gerek em bi dê û bavê xwe re îrtibateke germ mihafize bikin û wisa qedrê wan bigirin.

LI ANÎMASYONA ÇAWA TEVÎ DÊ-BAVÊ XWE XEBER DIM? (BI KURMANCIYA QAFKASYAYÊ) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Dibe ku çima ji te re zor bê ku tu bi dê û bavê xwe re sohbet bikî?

  • Gava tu bi dê û bavê xwe re sohbet dikî, tu çawa dikarî qedrê wan bigirî?

    Zarokek ji dê û bavê xwe re nameyekê dinivîsîne, bi dê û bavê xwe re sohbet dike û tevî bavê xwe futbol dilîze
  • Wê çima baş be ku tu bi dê û bavê xwe re sohbet bikî? (Mtl 15:22)

    Dê û bav alî zarok bike ku ew karibe serî bi problemên jiyanê re derxîne

    Bi saya sohbetên te bi dê û bavê xwe re, tu dikarî hê serkeftî bibî

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne