WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Mizgînê Belav Bike û Mirovan Hîn Bike
Îsa emir da şagirtên xwe ku ew mirovan bikin şagirt (Mt 28:19). Ji bo vê, gerek em hem mizgînê belav bikin hem jî mirovan hîn bikin. Wê baş be ku em car caran ji xwe re wisa bipirsin: “Ez çawa dikarim di warên belavkirina mizgînê û hînkirina mirovan de bi pêş ve herim?”
BELAVKIRINA MIZGÎNÊ
Gerek em bi awayekî aktîf li kesên “hêja” bigerin (Mt 10:11). Gava em li xizmetê rastî mirovan tên, gelo em wek Pawlos hazir in ku mizgînê bidin wan? (Kar 17:17). Lîdya bi saya xîreta Pawlos bû şagirteke Îsa (Kar 16:13-15).
“Tova xwe sibehê biçîne û heta êvarê aramiyê nede destê xwe” (Wz 11:6)
LI VÎDEOYA BERDEWAM KIN “TIMÊ” XIZMET KIN; NEFORMAL Û MAL BI MAL TEMAŞE BIKE Û PAŞÊ CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
Di jiyana xwe ya herrojî de, Samuel ji bo çandina toximên rastiyê çawa xîret dike?
Gerek em çima di her cure îşê belavkirinê de sebat bikin?
Di jiyana xwe ya herrojî de, tu dikarî mizgîna Padîşahiyê bidî kê?
HÎNKIRIN
Ji bo ku em mirovan bikin şagirtên Îsa, ne bes e ku em tenê weşanan bidin wan. Ji bo ku ew karibin ji aliyê ruhî ve bi pêş ve herin, gerek em wan dîsa ziyaret bikin û dest bi kursa Kitêba Pîroz bikin (1Kr 3:6-9). Lê belê carinan, em pir xîret dikin, lê xwendekarê me bi pêş ve naçe. Îcar gerek em çi bikin? (Mt 13:19-22). Eger wisa be, wê baş be ku em li kesên din bigerin – kesên ku dilê wan wek “erdê qenc” e (Mt 13:23; Kar 13:48).
“Min çand, Apolos av da; lê belê Xwedê mezin kir” (1Kr 3:6)
LI VÎDEOYA BERDEWAM KIN “TIMÊ” XIZMET KIN; LI WAN CIYA KÎDERÊ GELEK MERIV TOP DIBIN Û ŞAGIRTA HAZIR KIN TEMAŞE BIKE Û PAŞÊ CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
Solomon û Mary’yê çawa av da toximên ku di dilê Ezekiel û Abigailê de hatibûn çandin?
Di her warê xizmetê de – û di xizmeta umûmî de jî – gerek armanca me çi be?
Di warê hînkirinê de, em çawa dikarin bi zêdeyî bixîret bin?