WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Şagirtên Îsa ji Hevdû Hez Dikin – Bi Rastiyê Şa Bibe
ÇIMA? Ji ber ku em şagirtên Îsa ne, gerek em ji bo rastiya der heqê mexsedên Xwedê de şahidiyê bikin (Yh 18:37). Wekî din, dinya her çi qas bi xerabî û neheqiyê ve tije be jî, gerek em bi rastiyê şa bibin, rastiyê bibêjin û li ser tiştên rast bifikirin (1Kr 13:6; Flp 4:8).
ÇAWA?
Guh nede paşgotiniyê, û paşgotiniyê neke (1Se 4:11).
Şa nebe gava tiştekî xerab tê serê kesekî
Ji tiştên pozîtîf û teşwîqdar kêfê bistîne
LI VÎDEOYA HEVDU HIZ BIKIN; NEHEQIYÊRA ŞA NEBIN, LÊ RASTIYÊRA ŞA BIN (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
Nazê çawa ‘bi neheqiyê şa bû’?
Eyşê çawa sohbeta xwe tevî Nazê li awayekî pozîtîf guherand?
Em dikarin der heqê kîjan tiştên baş de bipeyivin?
Ne bi neheqiyê, lê bi rastiyê şa bibe