WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Gelo Yehowa Çi Difikire?
Berî ku em qerarên mezin an biçûk bidin, gelo em ji xwe wisa dipirsin: “Gelo Yehowa çi difikire?” Em helbet nikarin nêrîna Yehowa bi temamî bizanin, lê bi saya Peyva xwe, ew me “ji bo her karê qenc” perwerde dike (2Tîm 3:16, 17; Rm 11:33, 34). Îsa bi zelalî fehm dikir ku daxwaza Xwedê çi ye, û wî her tim li gor vê daxwazê hereket dikir (Yh 4:34). Wek Îsa, bila em jî qerarên baş bidin, ên ku dilê Yehowa şa dikin (Yh 8:28, 29; Ef 5:15-17).
LI VÎDEOYA TÊ DERXE KU DAXWAZA YEHOWA ÇI YE (3MÛ 19:18) (TK) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
Gerek em çima prensîpên Kitêba Pîroz di jiyana xwe de bi kar bînin?
Di hilbijartina kilaman de, gerek em li gor kîjan prensîpên Kitêba Pîroz hereket bikin?
Di hilbijartina kincan de, gerek em li gor kîjan prensîpên Kitêba Pîroz hereket bikin?
Gerek em li kîjan warên din prensîpên Kitêba Pîroz bi kar bînin?
Em çawa dikarin daxwaza Yehowa hê baştir fehm bikin?
Qerarên min di heqê dostaniya min bi Yehowa de çi nîşan didin?