XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ | KOLOSÎ 1-4
Şexsiyeta Kevin ji Ser Xwe Bavêje, Şexsiyeta Nû li Xwe Bike
Gava em hatin ser riya rastiyê, ma me guhertinên mezin nekirin? Em dikarin bawer bin ku Yehowa ji xîreta me pir razî bû (Hz 33:11). Dîsa jî, gerek em bi dewamî xîret bikin ku em şexsiyeta nû xwedî bikin û hay ji xwe hebin ku şexsiyeta kevin dîsa dernekeve meydanê. Li ser van pirsan bifikire:
Gava kesek li hemberî min neheqiyê dike, gelo ez kînê dajom?
Gava ez bilez im an westiyayî me, gelo ez dîsa jî sebra xwe nîşan didim?
Gava fikreke bêexlaq dikeve dilê min, gelo ez wê di heman demê de red dikim?
Gelo ez mirovên ji miletên din kêm dibînim?
Gelo ez li van rojan bi kesekî sert peyivîm an hêrs ketim?