KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • mwb19 Îlon r. 7
  • Li ser Van Tiştan Bifikire

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Li ser Van Tiştan Bifikire
  • Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2019
  • Malzemeya Eleqedar
  • Dilsozî û Fikrên Me
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2023
  • Fikrên Dilê Min
    Bi Kêfxweşî ji Yehowa re Kilaman Bibêje
  • Dema Tu li Kêf û Rihetiya Xwe Dinêrî, Dilê Yehowa Xweş Bike
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
  • Kî Şekil Dide Fikrên Te?
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2018
Zêdetir Bibîne
Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2019
mwb19 Îlon r. 7
Birayek li şevê li kompîtura xwe dinêre; li cem wî, Îblîs wek şêrekî disekine

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Li ser Van Tiştan Bifikire

Li ser kîjan tiştan? Filîpî 4:8 wisa dibêje: “Çi tiştê rast hebe, çi tiştê rêzdar hebe, çi tiştê dadperwer, çi tiştê paqij hebe, çi tiştê delal hebe, çi tiştê bi rûmet hebe û eger tiştekî hêjabilind û tiştekî hêjayî pesindanê hebe, hûn li ser wan bifikirin.” Xwedê helbet nabêje ku gerek em tenê li ser Kitêba Pîroz bifikirin. Lê belê gava em li ser tiştên din difikirin, gerek fikrên me dîsa jî li Yehowa xweş bên. Gerek em hay ji xwe hebin ku fikrên me dilsoziya me xera nekin (Zb 19:14).

Carinan hêsan nîne ku em xwe ji fikrên nebaş dûr bigirin. Ji xeynî qisûrdariya xwe, em bi Îblîs jî micadele dikin, ê ku “xwedayê vê dinyayê” ye (2Kr 4:4). Ji ber ku medyaya vê dinyayê di bin kontrola wî de ye, gelek tiştên ku li televîzyonê, li radyoyê, li înternetê û li kitêb û kovaran hene, xerab in. Eger em hay ji xwe nebin ku em hişê xwe bi çi tije dikin, fikrên me wê xera bibin. Bi zeman re, fikrên me wê li ser kirinên me jî tesîr bikin (Aq 1:14, 15).

LI VÎDEOYA XWE JI VAN TIŞTA DÛR BIGIRE YÊN KU AMINIYÊ HILDIŞÎNIN (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Birayek li şevê li telefona xwe li tiştên nebaş dinêre

    Birayekî li telefona xwe li çi temaşe dikir, û vê yekê li ser wî çawa tesîr kir?

  • Birayek hesaba xwe ya medyaya civakî betal dike

    Galatî 6:7, 8 û Zebûr 119:37 çawa alî wî kir?

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne