KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • mwb20 Sibat r. 7
  • Gelo Tu ji Ayeta Rojane Feyde Distînî?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Gelo Tu ji Ayeta Rojane Feyde Distînî?
  • Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2020
Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2020
mwb20 Sibat r. 7

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Gelo Tu ji Ayeta Rojane Feyde Distînî?

Gelo tu ayeta rojane her roj dixwînî? Eger tu vêya nakî, gelo tu dikarî dest pê bikî? Gelek kes ayeta rojane sibehê dixwînin da ku ew karibin li ser wê bikifirin gava ew îşên xwe dikin (Yş 1:8; Zb 119:97). Tu çawa dikarî ji xwendina ayeta rojane zêdetir feyde bistînî? Ji bo ku tu temayê rindtir fehm bikî, ayetên berî û piştî ayeta rojane bixwîne. Serpêhatiyeke ji Kitêba Pîroz bîne ber çavê xwe, ya ku prensîpa ayetê eyan dike. Paşê, bifikire ku tu çawa dikarî vê prensîpê li jiyana xwe bi kar bînî. Eger tu îznê bidî ku Peyva Xwedê li ser qerarên te tesîr bike, ewê rêberiya te bike û ji bo te bifeyde bibe (Zb 119:105).

Li Beytelên li seranserê dinyayê, ayeta rojane li wexta taştiyê tê muzakere kirin. Li van salan, gelek ji van muzakereyan li ser JW Broadcasting® hatine weşandin. Gelo tu carinan li wan temaşe dikî? Hin ji wan belkî tam li gor hewcedariya te ne. Mesela, serpêhatiya Lût çawa dikare li ser qerarên te tesîr bike?

LI VÎDEOYA DINYAYÊ HEZ NEKIN (1Yn 2:15) (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Kîjan prensîpa Kitêba Pîroz esasê vê Îbadeta Sibehê ye?

  • Serpêhatiya Lût çawa nîşan dide ku çi qas bitalûke ye ku mirov “ji dinyayê yan ji tiştên ku di dinyayê de ne” hez bike? (1Mû 13:12; 14:12; 19:3, 12, 13, 24-26).

  • Em çawa dikarin nîşan bidin ku em ne “ji dinyayê yan ji tiştên ku di dinyayê de ne”, lê ji Yehowa hez dikin?

Resim: Birayek di nav temamiya rojê de li ser ayeta rojane difikire. 1. Ew ayeta rojane dixwîne û xeyal dike ku melek çawa destê Lût û malbata wî digirin û ji Sodomê direvin. 2. Li dema xwarinê, li cihê îş, ew dîsa li ser gotinên ayeta rojane difikire. 3. Êvarê, gava ew îşê malê dike, ew hê jî li ser ayeta rojane difikire.

Ez çawa dikarim di nav temamiya rojê de nîşan bidim ku ez qîmetê didim Peyva Yehowa?

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne