XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ | 1. MÛSA 44-45
Ûsiv Birayên Xwe Efû Dike
44:1, 2, 33, 34; 45:4, 5
Carinan li me zor tê ku em kesên din efû bikin, bi xisûsî eger kesek bi qesdî dilê me êşandibe. Çi alî Ûsiv kir ku ew birayên xwe, yên ku zilm li wî kiribû, efû bike?
Li şûna ku heyfa xwe bistîne, Ûsiv bala xwe dida ka birayên wî hatin guhertin yan na, ji ber ku ew karibe wan efû bike (Zb 86:5; Lq 17:3, 4).
Ûsiv ji birayên xwe re kîn nediajot, lê belê wî bala xwe da emsala Yehowa û bi dilrehmî ew efû kirin (Mk 7:18, 19).
Gelo ez çawa dikarim wek Yehowa efûkar bim?