XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ | 2. MÛSA 17-18
Birayên Mesûl Çawa Dikarin Nîşan Bidin ku Ew Sînorên Xwe Dizanin?
18:17, 18, 21, 22, 24, 25
Gava birayên bitecrûbe perwerde û mesûliyetan didin birayên din, ew hezkirin û hîkmeta xwe eyan dikin û nîşan didin ku ew sînorên xwe dizanin. Gelo tu çawa dikarî vêya bikî?
Mesûliyetan bide birayên ku xîret dikin ku li civatê zêdetir îş bikin.
Ji wan re bi zelalî bibêje ku gerek ew çi bikin, û çawa.
Hemû tiştên ku ji bo pêkanîna wezîfeyekê lazim in, bide wan, mesela pere, hacet û alîkarî.
Bala xwe bide ku ew çawa bi pêş ve diçin û nîşan bide ku tu bi wan bawer î.
JI XWE BIPIRSE: “Ez dikarim çi mesûliyetan bidim birayên din?”