XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ | 2. MÛSA 19-20
Maneya Deh Emiran ji bo Me
20:3-17
Em ne li bin Qanûna Mûsa ne (Kl 2:13, 14). Madem ku wisa ye, maneya Deh Emiran û Qanûna Mûsa ji bo me çi ye?
Ew nêrîna Yehowa ya li ser hin warên muhîm nîşan didin.
Ew mesûliyeta me ya li ber Yehowa nîşan didin.
Ew nîşan didin ku gerek em bi kesên din çawa bin.
Deh Emir di heqê Yehowa de çi rêyî me didin?