XEZÎNEYÊN KITÊBA PÎROZ | 2. MÛSA 29-30
Bexşên ji bo Yehowa
30:11-16
Gava konê îbadetê hat çêkirin, her kesî – hem kesên dewlemend hem jî kesên feqîr – dikaribû bi bexşên xwe piştgiriya îbadeta Yehowa bike. Îro em çawa dikarin bexşan bidin Yehowa? Mesela, em dikarin bi bexşên xwe piştgiriya Salonên Îbadetê, Salonên ji bo Civînên Mezin, ofîsên wergerandinê, avahiyên Beytelê û avahiyên din, ên ku ji bo îbadeta Yehowa tên bi kar anîn, bikin.
Ev ayet di heqê bexşên ji bo îbadeta rast de çi rêyî me didin?
1Dr 29:5