KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • mwb20 Kanûn r. 7
  • Gelo Tu Hazir î ku Herî Kursa Mizgînvanên Padîşahiyê?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Gelo Tu Hazir î ku Herî Kursa Mizgînvanên Padîşahiyê?
  • Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2020
  • Malzemeya Eleqedar
  • Ji bo Kursa Mizgînvanên Padîşahiyê Miraceet Bike
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2022
  • Ji bo pêşengan kîjan kurs hatine temînkirin?
    Îro Kî Îradeya Yehowa Xweda Tîne Cih?
  • Li Perwerdeya Xwedê Bigere
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2019
Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2020
mwb20 Kanûn r. 7
Xwendekarên Kursa Mizgînvanên Padîşahiyê.

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Gelo Tu Hazir î ku Herî Kursa Mizgînvanên Padîşahiyê?

Gelo emrê te 23 heta 65 salî ye? Gelo tu xizmeta tamrojî dikî? Gelo siheta te baş e? Gelo tu dikarî derbasî cihekî din bibî, yê ku li wê derê hewcedarî heye? Eger cewaba te “Erê” ye, gelo tu qet fikiriyî ku herî Kursa Mizgînvanên Padîşahiyê? Ji kursa pêşîn û pê ve, bi hezaran xwişk û birayên zewicî û azib ev kurs xelas kiriye. Lê belê, dîsa jî hewcedarî heye ku zêdetir birayên azib herin vê kursê. Ji Yehowa rica bike ku ew daxwaza te zêde bike ku tu dilê wî şa bikî û Îsa Mesîh ji xwe re emsal bigirî (Zb 40:8; Mt 20:28; Îbr 10:7). Paşê, bifikire ku tu çawa dikarî mesûliyetên xwe yên şexsî kêmtir bikî, da ku tu karibî herî kursê.

Kesên ku ev kurs xelas kiriye çi cure xizmet pêk tînin? Hin xwişk û bira li herêmên bi zimanên din hatine tayîn kirin, û hinek jî hatine tayîn kirin ku li bajarên mezin xizmeta umûmî bikin. Hin kes wek nazirên heremê yan wek alîkarên wan yan jî wek mizgînvanên wezîfedar hatine tayîn kirin. Gava tu li ser zêdekirina xizmeta xwe difikirî, belkî tu jî wek Îşaya pêxember dibêjî: “A vay ez, min bişîne!” (Îş 6:8).

LI VÎDEOYA FIELD MISSIONARIES WORKERS IN THE HARVEST (E) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Sehneyeke ji vîdeoya ‘Field Missionaries—Workers in the Harvest’. Mizgînvanên wezîfedar xizmet dikin.

    Mizgînvanên wezîfedar çawa tên hilbijartin?

  • Sehneyeke ji vîdeoya ‘Field Missionaries—Workers in the Harvest’. Mizgînvaneke wezîfedar û xwişkeke din kursa Kitêba Pîroz îdare dikin.

    Mizgînvanên wezîfedar çi îşê muhîm dikin?

  • Sehneyeke ji vîdeoya ‘Field Missionaries—Workers in the Harvest’. Mizgînvanekî wezîfedar, ê ku li herêma bi zimanê îşaretan dixebite, bi birayekî re li ser mireceeta ji bo xizmeta xisûsî sohbetê dikin.

    Hin bereketên ku mizgînvanên wezîfedar distînin, çi ne?

Ji bo zêdetir melûmata di heqê Kursa Mizgînvanên Padîşahiyê de, here kategoriya “Videos” ya kitêbxaneya li ser jw.org (bi zimanê Îngilîzî). Di bin OUR ACTIVITIES > THEOCRATIC SCHOOLS AND TRAINING, li vîdeoyên Theocratic Schools in the Heart of Africa, Spiritually Rich by Jehovah’s Teaching û SKE First Graduation temaşe bike.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne