KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • mwb21 Adar r. 5
  • Gelo Tu ji bo Bîranînê Haziriyê Dikî?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Gelo Tu ji bo Bîranînê Haziriyê Dikî?
  • Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2021
  • Malzemeya Eleqedar
  • Ezê Kê Dawet Bikim?
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2020
  • Yehowa Xîreta Me ya ji bo Derbaskirina Bîranînê Bibereket Dike
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2023
  • Gelo Tu ji bo Roja Herî Muhîm a Salê Hazir î?
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2024
  • Bîranîna Mirina Îsa Mesîh ji bo Me Çima Muhîm e?
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2022
Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2021
mwb21 Adar r. 5
Petrûs û Yûhenna nan û şerabê datînin ser maseyê.

Petrûs û Yûhenna odeya jorîn ji bo Cejna Derbasbûnê ya sala 33yan a P.M., hazir dikin

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Gelo Tu ji bo Bîranînê Haziriyê Dikî?

Gava mirina Îsa Mesîh nêzik bû, wî dixwest Cejna Derbasbûnê tevî şandiyên xwe pîroz bike û bîranîneke nû, yanî Şîva Xudan, nîşanî wan bide. Loma, Îsa Mesîh Petrûs û Yûhenna şand ku ew odeyê hazir bikin (Lq 22:7-13; li resmê li rûyê kovarê binêre). Ev yek rêyî me dide ku gerek em jî ji bo Bîranînê ku li 27ê Adarê derbas bibe, haziriyê bikin. Bi îhtimaleke mezin, civata te ji berê de hin haziriyan dike. Mesela, gotarvan, nan û şerab û tiştên din. Gelo tu çawa dikarî xwe ji bo Bîranînê hazir bikî?

Dilê xwe hazir bike. Ayetên ku ji bo Bîranînê tên hilbijartin, bixwîne û li ser wan kûr bifikire. Bernameya ji bo xwendinê li kitêboka Nivîsarên Pîroz Her Roj Lêkolîn Bike bibîne. Wekî din, tabloya ku di Bernameya Civîna Jiyan û Xizmetê ya Nîsan 2020 de hatibû weşandin nîşan dide ku çar qeydên Încîlê li ser rojên dawîn ên Îsa Mesîh çi dibêjin. Ji xeynî vê, malbat dikarin li îbadeta malbatê hin weşanên ku qîmeta fîdeyeyê zelal dikin, bi hev re lêkolîn bikin.

Malbatek li îbadeta malbatê di heqê Bîranînê de dipeyivin.

Kesên din dawet bike. Bi dil û can di kampanyaya belavkirina dawetiyeyan de bixebite. Gelo tu dikarî ziyaretên dubare, xwendekarên berê, hevalkar, hevalders yan merivên xwe dawet bikî? Wekî din, wê baş be ku kalên civatê xwişk û birayên neaktîf jî dawet bikin. Eger tu dixwazî kesên ku li cihekî din dijîn ji bo Bîranînê dawet bikî, ji bo melûmata di heqê saet û cihê Bîranînê de li ser malpera jw.org here DER HEQÊ ME DE û li ser “Bîranîn” bitikîne.

Du kalên civatê birayekî neaktîf ziyaret dikin û wî ji bo Bîranînê dawet dikin.

Wekî din, em çawa dikarin ji bo Bîranînê haziriyê bikin?

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne