KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • mwb21 Gulan r. 13
  • Li Malbatê Hezkirinê Nîşan Bide

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Li Malbatê Hezkirinê Nîşan Bide
  • Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2021
  • Malzemeya Eleqedar
  • Malbat Çawa Dikare Dilşad Be?
    Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje?
  • Dê û Bav û Zarok Çawa Dikarin Jiyaneke Xweş bi Hev re Derbas Bikin?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2021
mwb21 Gulan r. 13
Malbatek li civînê distêre.

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Li Malbatê Hezkirinê Nîşan Bide

Malbat bi saya hezkirinê tê xwedîkirin. Bê hezkirin pir zor e ku ferdên malbatê aştî û yekîtiyê bi pêş bixin. Gelo jin, mêr, dê û bav çawa dikarin di malbatê de hezkirinê nîşan bidin?

Mêrekî dilovan wê hewcedarî, nêrîn û hîsên jina xwe hesab bike (Ef 5:28, 29). Ewê malbata xwe hem ji aliyê fîzîkî ve hem jî ji aliyê ruhî ve xwedî bike. Mesela, ewê xîret bike ku her tim Îbadeta Malbatê îdare bike (1Tîm 5:8). Jineke dilovan wê serîtiya mêrê xwe qebûl bike û “siyaneta mêrê xwe bigire” (Ef 5:22, 33; 1Pt 3:1-6). Hem jin hem jî mêr gerek hazir bin ku hevdû ji dil efû bikin (Ef 4:32). Dê û bavên dilovan bi her yek ji zarokên xwe ve eleqedar dibin û wan dielimînin ku ji Yehowa hez bikin (5Mû 6:6, 7; Ef 6:4). Gelo zarok di mektebê de rastî çi tengasiyan tên? Eger ew ji aliyê hevaldersên xwe ve rastî zordariyê tên, gelo ew çawa serî bi vê problemê re derdixînin? Eger di nav malbatê de hezkirin wê hebe, her ferdê malbatê wê xwe di emniyetê de hîs bike.

LI VÎDEOYA HIZKIRINA KU TU CAR KUTA NABE MALBETÊDA BIDINE KIFŞÊ (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Sehneyeke ji vîdeoya ‘Hizkirina Ku Tu Car Kuta Nabe Malbetêda Bidine Kifşê’. Piştî civînê jin û mêrek ayeteke Kitêba Pîroz şêwir dikin.

    Mêrekî dilovan çawa hemû hewcedariyên jina xwe tedarek dike?

  • Sehneyeke ji vîdeoya ‘Hizkirina Ku Tu Car Kuta Nabe Malbetêda Bidine Kifşê’. Piştî civînê xwişkek bi sebir guh dide zilamê xwe yê ku Şahidê Yehowa nîne.

    Jineke dilovan çawa qedrê mêrê xwe digire?

  • Sehneyeke ji vîdeoya ‘Hizkirina Ku Tu Car Kuta Nabe Malbetêda Bidine Kifşê’. Malbatek li ser hin fikrên civînê sohbet dike.

    Dê û bavên dilovan çawa rastiya Peyva Xwedê dixin dilê zarokên xwe?

TELÛKEYÊN CÎHAZÊN ELEKTRONÎK

Cîhazên elektronîk dikarin bi zêdeyî wexta me bixwin û ji avakirina hezkirina di nav malbatê de bibin asteng. Loma, wê belkî lazim be ku dê û bav hem ji bo xwe hem jî ji bo zarokên xwe ji bo bikaranîna cîhazên elektronîk sînoran deynin. Wekî din, gerek dê û bav qerarê bidin ka ewê ji zarokên xwe re îznê bidin ku ew li ser Înternetê bi kesên din re xeber bidin û bi kê re.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne