XWE JI BO XIZMETÊ HAZIR BIKE | DI XIZMETÊ DE DILXWEŞIYA XWE ZÊDE BIKE
Hacetên Lêgerînê Bi Kar Bîne
Yehowa gelek hacet tedarek kirine ji bo ku em karibin bi hostetî hîn bikin. Mesela, di destê me de vîdeo, belavok, kovar, broşûr, kitêb û Kitêba Pîroz – yanî hacetê herî muhîm – hene (2Tîm 3:16). Wekî din, hacetên lêgerînê jî hene, yên ku alî me dikin ku em Nivîsarên Pîroz zelal bikin, mesela Watchtower Library, sepana JW Library® û KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê.
Eger tu hemû hacetên lêgerînê ji bo dîtina cewherên ruhî bi kar bînî, tuyê dilxweşiyeke mezin bistînî. Wekî din, nîşanî xwendekarê xwe jî bide ku ev hacet çawa tên bikaranîn. Ev yek wê alî wî bike ku ew ji lêgerîna şexsî hez bike.
LI VÎDEOYA ŞABÛNÊ BISTÎNE JI HAZIRKIRINA ŞAGIRTA; ALÎKARIYA YEHOWA QEBÛL KE; HACETÊN TEZE (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
Jiyanayê di heqê afirandinê de çi îtiraz kir?
Nîtayê melûmata li ser vê mijarê li ku derê dît?
Gava em li cewherên ruhî digerin û behsa wan dikin, em dilxweş dibin
Nîtayê çawa melûmata ku bi pirsa Jiyanayê ve girêdayî bû, hilbijart?
Bikaranîna hacetên lêgerînê çawa alî Nîtayê kir?