WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Tewsiyeyên ji bo Civînên Xizmetê
Wek hemû civînên me, civînên xizmetê jî alî me dikin ku “em hevdû ji bo hezkirin û kirinên qenc bişidînin” (Îbr 10:24, 25). Gerek civînên xizmetê 5-7 deqeyan bikişînin. Di nav vê wextê de gerek kom bên organîzekirin, saha bê belavkirin û dua bê gotin. (Eger civîna xizmetê piştî civîneke din tê derbaskirin, gerek ew hê jî kintir be.) Gerek îdarevan mijareke minasib hazir bike, ya ku wê ji bo mizgînvanan bifeyde be. Mesela, li roja Şemiyê, ji ber ku gelek mizgînvan ji bo heftiyekê neçûn xizmetê, wê belkî baş be ku îdarevan bîne bîra mizgînvanan ku ew dikarin ji mirovan re çi bibêjin. Hin tewsiyeyên ji bo îdarevanan li jêr tên nîşan dayîn:
Bala mizgînvanan bikişîne ser sohbeteke emsal ji bernameya civîna Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike.
Nîşan bide ku ew çawa dikarin bi destê bûyer yan nûçeyekê dest bi sohbetê bikin.
Rêyî mizgînvanan bide ku ew çawa dikarin cewaba îtirazekê bidin.
Nîşan bide ku mizgînvan dikarin çi bibêjin eger xwediyê malê ateîst e, bi teoriya peresanê bawer dike, zimanekî din xeber dide yan jî aîdî dînekî din e.
Muzakere bike ku ew çawa dikarin taybetiyên malpera jw.org, sepana JW Library® yan jî Kitêba Pîroz bi kar bînin.
Rêyî mizgînvanan bide ku ew çawa dikarin yekî ji Hacetên Elimandinê bi kar bînin.
Nîşan bide ku ew çawa dikarin bi telefonê xizmet bikin, nameyan binivîsin, ziyaretên dubare bikin yan jî kursên Kitêba Pîroz îdare bikin.
Nîşan bide ku ew çawa dikarin bala xwe bidin emniyeta xwe, hînî şertên nû bibin, hay ji rabûn û rûniştina xwe hebin yan nêrîneke pozîtîf xwedî bikin.
Ders yan vîdeoyeke ji broşûra Xwendin û Hînkirina Xwe bi Pêş Bixe nîşan bide.
Nîşan bide ku mizgînvan çawa dikarin alî hevdû bikin û dilê hevdû xurt bikin.
Behsa ayeteke minasib yan jî serpêhatiyeke balkêş bike.