XWE JI BO XIZMETÊ HAZIR BIKE | DI XIZMETÊ DE DILXWEŞIYA XWE ZÊDE BIKE
Alî Xwendekarên Kitêba Pîroz Bike ku Ew Dev ji Adetên Xerab Berdin
Ji bo ku kesek bibe dostê Yehowa, gerek ew ji aliyê exlaqê ve pak be (1Pt 1:14-16). Gava xwendekarên Kitêba Pîroz dev ji adetên xwe yên xerab berdidin, ev yek ji bo malbat, sihet û rewşa wan a madî jî bifeyde ye.
Ji xwendekarên xwe re bi zelalî behsa qanûnên exlaqê yên Yehowa bike û şîrove bike ku ev qanûn çima lazim in û wê çima baş be ku em li gor van qanûnan bijîn. Alî wan bike ku ew nêrîna xwe biguherînin. Eger nêrîna wan biguhere, ewê bixwazin li gor daxwaza Yehowa bijîn (Ef 4:22-24). Dilê wan xurt bike ku bi alîkariya Yehowa ewê bikaribin dev ji adeteke xwe ya xerab berdin (Flp 4:13). Wan hîn bike ku li demên ku ew dixwazin guneh bikin, bila ew alîkariya Yehowa bixwazin. Alî wan bike ku ew rewşên bitalûke tê derxin û ji wan birevin. Destekê bide wan ku ew li şûna adetên xerab adetên baş bi pêş bixin. Gava em dibînin ku xwendekarên Kitêba Pîroz bi alîkariya Yehowa jiyana xwe diguherînin, em dilxweş dibin.
LI VÎDEOYA ALÎ XWENDEKARÊN XWE BIKE KU EW DEV JI ADETÊN XERAB BERDIN TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:
Nîta û rîspiyên civatê çawa nîşanî Jiyanayê da ku ew pê bawer in?
Nîtayê çawa alî Jiyanayê kir?
Jiyana çawa li alîkariya Yehowa digeriya?