KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • mwb22 Îlon r. 5
  • Zewac – Bendekî Daîmî

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Zewac – Bendekî Daîmî
  • Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2022
  • Malzemeya Eleqedar
  • Kitêba Pîroz li ser Kesên Zewicî û Nezewicî Çi Dibêje?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
  • Zewaca Xwe Biparêze
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2021
  • Jin û Mêr Çawa Dikarin Jiyaneke Xweş bi Hev re Derbas Bikin?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2022
mwb22 Îlon r. 5
Jin û mêr bi hev re di xizmetê de ne.

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Zewac – Bendekî Daîmî

Zewacên bextewar ên şagirtên Îsa Mesîh rûmetê didin Yehowa û dilê jin û mêr xweş dikin (Mq 10:9). Ji bo ku zewac daîm û bextewar be, gerek şagirtên Îsa Mesîh li gor prensîpên Kitêba Pîroz qerarê bidin ku bi kê re bizewicin.

Gava mirov pir ciwan in, xwestekên cinsî dikarin bibin sebeb ku ew qerarên şaş bidin. Loma, wê baş be ku tu li bendê bisekinî heta ku ev çax derbas be berî ku tu dest bi hevnaskirinê bikî û bizewicî (1Kr 7:36). Wexta ku tu hê azib î bi hîkmet bi kar bîne ku dostaniya xwe bi Yehowa re xurt bikî û sifetên baş bi pêş bixî. Eger tuyê paşê bixwazî bizewicî, ev yek wê alî te bike ku zewaca te serkeftî be.

Berî ku tu qerarê bidî ku bi kesekî re bizewicî, têra xwe wextê veqetîne ku tu fehm bikî ku di dilê vî kesî de çi heye (1Pt 3:4). Eger şik bikevin dilê te, li ser wan bi wî re (yan bi wê re) sohbetê bike. Ji bîr neke ku di zewacê de, tiştê herî muhîm ne ev e ku tu çi distînî, lê ev e ku tu çi didî (Flp 2:3, 4). Eger tu berî zewacê li gor prensîpên Kitêba Pîroz bimeşî, tuyê bingeheke baş a ji bo zewaceke bextewar daynî.

LI VÎDEOYA HAZIRBÛNA BONA ZEWACÊ; PARA 3: XERCÊN XWE ‘BIDE BER HESÊB’ (RDU) TEMAŞE BIKE Û CEWABÊN VAN PIRSAN BIDE:

  • Hevaltiya di nav xwişka ciwan û Shane de çawa bi pêş ve çû?

  • Bi zeman re, wê çi dît?

  • Dê û bavê wê çawa alî wê kir, û wê çi qerara bihîkmet da?

Birayekî ku dixwaze xwişkekê nas bike dikare ji xwe wisa bipirse:

Çi sifetên wê yên baş hene? Ew çawa îsbat dike ku ew ji her tiştî zêdetir li Padîşahiya Xwedê digere? Ew çawa nîşan dide ku ew qedrê rêberiya teşkîlatê digire? Gelo ew xema kesên din dixwe?

Xwişkeke ku dixwaze birayekî nas bike dikare ji xwe wisa bipirse:

Çi sifetên wî yên baş hene? Gelo ew îbadeta Yehowa û mesûliyetên xwe yên li civatê di ser îşê xwe, pere, spor, kêf û şahiyê re digire? Gelo ew bi malbata xwe çawa ye? Gelo ew xema kesên din dixwe?

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne