KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • mwb23 Gulan r. 5
  • Gelo Tu ji bo Tengasiyên Madî Hazir î?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Gelo Tu ji bo Tengasiyên Madî Hazir î?
  • Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2023
  • Malzemeya Eleqedar
  • Gelo Tu Hazir î?
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2020
  • Li Dawiya “Rojên Dawîn” Hazir Bimîne
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2021
  • Xwe Bispêre Yehowa û Qerarên Baş Bide
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2023
  • Gelo Tu ji bo Tevliheviya Hundirîn Hazir î?
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2022
Zêdetir Bibîne
Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2023
mwb23 Gulan r. 5

WEK ÎSA MESÎH BIJÎ

Gelo Tu ji bo Tengasiyên Madî Hazir î?

Gava halê dinyayê ji aliyê madî ve serobino dibe, em şaş namînin. Çima wisa ye? Çimkî em di dawiya “rojên dawîn” de dijîn, û Kitêba Pîroz me hişyar dike ku gerek em xwe nespêrin dewlemendiya ku emniyeta rast nade me (1Tîm 6:17; 2Tîm 3:1). Serpêhatiya Yehoşafat Padîşah çawa dikare alî me bike ku em xwe ji bo tengasiyên madî hazir bikin?

Wexta ku miletên din hicûmî wî kir, Yehoşafat xwe spart Yehowa Xwedê (2Dr 20:9-12). Berî vê, wî bajarên bisûr saxlem kirin û leşkerên xwe şandin wir û bi vî awayî miletê xwe hazir kir (2Dr 17:1, 2, 12, 13). Wek Yehoşafat em jî dixwazin xwe bispêrin Yehowa û di eynî wextê de xwe ji bo rojên teng hazir bikin.

EM ÇAWA DIKARIN XWE JI BO TENGASIYEKE MADÎ HAZIR BIKIN?

Xwe ji aliyê ruhî ve hazir bike: Ji halê xwe razî be û ji bo hewcedariyên xwe yên rojane xwe bispêre qeweta Yehowa (Mt 6:26; 1Tîm 6:8). Di rojên zor de jî ji rêya Yehowa dernekeve (Rm 2:21). Gava ku Înternet yan elektrîk naşixule, tu çawa dikarî xwarina ruhî bistînî? Bila weşanên çapkirî jî li cem te hebin û eger mumkin be, yên dîjîtal ji berê ve ji xwe re daxe.

Xwe ji aliyê madî ve hazir bike: Nekeve bin deynan û pereyan ji bo tiştên vala xerc neke (Mtl 22:7). Eger mumkin be, li mala xwe xwarinên ku zû xera nabin û tiştên lazim depo bike. Hin kes jî li baxçeyê xwe sebzeyan diçînin.

LI VÎDEOYA GELO TU XWE JI BO FELAKETAN HAZIR Î? TEMAŞE BIKE Û CEWABA VAN PIRSAN BIDE:

Dîmeneke ji vîdeoya Gelo Tu ji bo Felaketan Hazir Î? Li ser resmî Kitêba Pîroz, çenteya ji bo revşeke acil, û avakar tên nîşan dayîn.
  • Em çawa dikarin xwe ji bo felaketekê hazir bikin?

Dîmeneke ji vîdeoya Gelo Tu ji bo Felaketan Hazir Î? Bira piştî felaketekê alîkarî dikin. Ew xaniyekî ava dikin û kamyonekê vala dikin.
  • Em çawa dikarin alî kesên din bikin?

HEDEF

Di îbadeta malbatê de kovara Hişyar Bin! No. 1 2022 lêkolîn bikin û bifikirin ku hûn çawa dikarin xwe ji bo felaketekê hazir bikin.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne