WEK ÎSA MESÎH BIJÎ
Bernameyeke ji bo Teseliya Beytelvanan
Her kes rastî tengasiyan tê û hewceyî teselî û alîkariyê ye. Heta kesên ku ji aliyê ruhî ve qewî ne yan jî di teşkîlatê de xwediyê îmtiyazên mezin in, carinan dilteng dibin (Eyûb 3:1-3; Zb 34:19). Ji ber vê yekê, şivantiyê li Beytelvanan tê kirin. Gelo em dikarin ji vê bernameyê çi hîn bibin?
LI VÎDEOYA “XWE BISPÊRE XWEDÊ” TEMAŞE BIKE Û CEWABA VAN PIRSAN BIDE:
Beytelvan rastî kîjan tengasiyan tên?
Ji bo teseliya wan kîjan 4 gav tên avêtin?
Birayên ku teseliyê didin ji vê xizmeta şivantiyê çi feyde dît?