KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w20 Sibat r. 14-19
  • Xwe ji Çavnebariyê Dûr Bigire û li Aştiyê Bigere

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Xwe ji Çavnebariyê Dûr Bigire û li Aştiyê Bigere
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2020
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • HIN KES ÇAVNEBARIYA KÊ DIKIN?
  • DILNIZMÎ Û QENAETKARIYÊ BI PÊŞ BIXE
  • ‘BIKEVE PEY TIŞTÊN KU JI BO AŞTIYÊ NE’
  • Ne Reqabetê, lê Aştiyê bi Pêş Bixe
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2021
  • Yehowa Qîmetê Dide Xizmetkarên Xwe yên Dilnizm
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2019
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2020
w20 Sibat r. 14-19

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 8

Xwe ji Çavnebariyê Dûr Bigire û li Aştiyê Bigere

“Bikevin pey tiştên ku ji bo aştiyê û avakirina hevdû ne” (ROM. 14:19).

KILAM 113 Edilayî nav Meda Heye

PÊŞGOTINa

1. Çavnebariya birayên Ûsiv li ser malbata wan çawa tesîr kir?

AQÛB pêxember ji hemû kurên xwe hez dikir, lê wî herî zêde ji Ûsiv hez dikir, ê ku li wê demê 17 salî bû. Gelo birayên Ûsiv li wî çawa dinêrî? Wan çavnebarî kir û lê bihêrs bûn. Qet sûcê Ûsiv tune bû, lê birayên wî ji wî nefret dikir. Loma wan ew wek kole firot û ji bavê xwe got ku heywanekî hov ew kuştiye. Seba çavnebariyê, wan aştiya malbatê xera kir û dilê bavê xwe pir êşand (1. Mû. 37:3, 4, 27-34).

2. Li gor Galatî 5:19-21, çavnebarî çima ew qas bitalûke ye?

2 Li gor Kitêba Pîroz, çavnebarîb yek ji “kirinên nefsê” ye, yên ku dikarin bibin sebeb ku kesek Padîşahiya Xwedê bi mîrasî nestîne (Galatî 5:19-21 bixwîne). Dijminahî, muneqaşe û hêrs gelek caran seba çavnebariyê tên meydanê.

3. Li vê meqaleyê, emê çi muzakere bikin?

3 Serpêhatiya Ûsiv nîşan dide ku çavnebarî çawa dikare aştiya malbatê û dostaniya di nav mirovan de xera bike. Her çi qas emê wek birayên Ûsiv nekin jî, dilê me qisûrdar û xayîn e (Yêr. 17:9). Ji ber vê yekê, dibe ku çavnebarî carinan bikeve dilê me jî. Niha emê çend serpêhatiyên Kitêba Pîroz muzakere bikin, ên ku rêyî me didin ku çavnebarî çawa dikare bikeve dilê me. Paşê, emê bibînin ku em çawa dikarin çavnebariyê ji dilê xwe derxin û li aştiyê bigerin.

HIN KES ÇAVNEBARIYA KÊ DIKIN?

4. Filîstiyan çima çavnebariya Îshaq dikir?

4 Kesên dewlemend. Îshaq zilamekî dewlemend bû, û Filîstiyan seba mal û milkê wî çavnebariya wî dikir (1. Mû. 26:12-14). Ji ber vê yekê, wan devê bîran girt, ên ku ji Îshaq re hewce bûn ku avê bide keriyên xwe (1. Mû. 26:15, 16, 27). Wek Filîstiyan, îro jî hin kes çavnebariya van kesan dikin, ên ku ji wan dewlemendtir in. Çavê wan li ser tiştên kesên din e, û ew dixwazin ku kesên din ji tiştên xwe mehrûm bimînin.

5. Alimên dînî çima çavnebariya Îsa dikir?

5 Kesên ku gelek kes ji wan hez dikin. Alimên Cihû çavnebariya Îsa dikir ji ber ku xelk ji wî pir hez dikir (Met. 7:28, 29). Îsa temsîlkarê Xwedê bû, û wî gotinên Xwedê hîn dikir. Dîsa jî, alimên dînî îftira avêtin ser Îsa ku navê wî xera bikin (Mar. 15:10; Yûh. 11:47, 48; 12:12, 13, 19). Ev yek çi rêyî me dide? Eger gelek xwişk û bira ji kesekî hez dikin, gerek em çavnebariyê nekin. Li şûna vê, wê baş be ku em sifatên wan ên baş ji xwe re bikin emsal (1. Kor. 11:1; 3. Yûh. 11).

6. Diyotrefîs çawa çavnebarî kir?

6 Kesên ku li civatê îmtiyazên xisûsî stendine. Li sedsala yekê, Diyotrefîs çavnebariya hin kesan dikir, ên ku li civatê rêberî dikir. Wî dixwest xwe di civatê de “derxe pêş”, loma wî “peyvên xerab” belav dikirin ku navê Yûhenna û birayên din reş bike (3. Yûh. 9, 10). Em her çi qas wek Diyotrefîs nekin jî, dibe ku çavnebarî bikeve dilê me gava xwişk yan birayek îmtiyazeke nû distîne, ya ku me dixwest bistenda – bîlhesa eger em difikirin ku me ev wezîfe bi awayekî hê baştir bianiya cih.

Resim: 1. Kokên vê kulîlkê di axa baş de ne. 2. Kulîlk ji aliyê zîwanan ve tê fetisandin. 3. Li Salona Îbadetê, sê xwişk bi kêfxweşî sohbetê dikin, lê xwişkeke din bi tena serê xwe disekine û xemgîn xuya dike.

Dilê me wek ax e, û sifatên me yên baş wek kulîlkên bedew in. Lê belê çavnebarî wek zîwaneke bijehr e. Çavnebarî dikare ji sifatên wek hezkirin, dilrehmî û dilovaniyê re bibe asteng (Li paragrafa 7an binêre)

7. Çavnebarî dikare li ser me çawa tesîr bike?

7 Çavnebarî wek zîwaneke bijehr e. Piştî ku toximê çavnebariyê di dilê me de şîn dibe, carinan pir zor e ku em vê zîwanê ji kokê rakin. Wek zîwanekê, çavnebarî dikare ji sifatên baş wek hezkirin, dilrehmî û dilovaniyê re bibe asteng û sifatên xerab wek quretî û xweheziyê zêde bike. Ji ber vê yekê, gava em dibînin ku çavnebarî di dilê me de şîn dibe, gerek em wê ji dilê xwe rakin. Gelo em çawa dikarin çavnebariyê ji dilê xwe derxin?

DILNIZMÎ Û QENAETKARIYÊ BI PÊŞ BIXE

Resim: 1. Kokên vê kulîlkê di axa baş de ne. 2. Kesek zîwanan ji derdora kulîlkê radike. 3. Li Salona Îbadetê, çar xwişk bi kêfxweşî sohbetê dikin.

Em çawa dikarin bi çavnebariyê micadele bikin? Bi alîkariya ruhê pîroz, em dikarin çavnebariyê ji dilê xwe derxin û bibin mirovên dilnizm û qenaetkar (Li paragrafên 8 û 9an binêre)

8. Kîjan sifat dikarin alî me bikin ku em çavnebariyê ji dilê xwe derxin?

8 Ji bo ku em xwe ji çavnebariyê dûr bigirin, gerek em dilnizmî û qenaetkariyê bi pêş bixin. Gava dilê me bi van sifatên baş ve tije dibe, çavnebarî nikare di dilê me de şîn bibe. Dilnizmî dikare alî me bike ku em xwe bi zêdeyî bilind nebînin. Mirovekî dilnizm nafikire ku ew ji hemû kesên din hêjatir e (Gal. 6:3, 4). Wekî din, kesekî ku qenaet dike bi halê xwe razî ye û xwe bi kesên din muqayese nake (1. Tîm. 6:7, 8). Gava kesekî dilnizm û qenaetkar dibîne ku kesekî din tiştekî baş distîne, ew tevî wî şa dibe.

9. Li gor Galatî 5:16 û Filîpî 2:3, 4, ruhê pîroz çawa dikare alî me bike?

9 Ji bo ku em çavnebariyê ji dilê xwe derxin û bibin mirovên dilnizm û qenaetkar, em hewceyî alîkariya ruhê pîroz in (Galatî 5:16; Filîpî 2:3, 4 bixwîne). Ruhê pîroz dikare alî me bike ku em fikir û niyetên xwe rind analîz bikin. Bi alîkariya Xwedê, em dikarin fikir û hîsên xwe serrast bikin (Zeb. 26:2; 51:10). Niha, emê li serpêhatiyên Mûsa û Pawlos binêrin, ên ku îzin neda ku çavnebarî bikeve dilê wan.

Mûsa, Yêşû û çend Îsraêlî nêzikî konê îbadetê disekinin. Yêşû ji Mûsa re dibêje ku bila ew ji du zilamên ku wek pêxemberan hereket dikin re bibe asteng.

Xortek ba Mûsa û Yêşû tê û dibêje ku du zilam wek pêxemberan hereket dikin. Yêşû ji Mûsa re dibêje ku bila ew wan bide sekinandin, lê Mûsa vêya nake. Ew ji Yêşû re dibêje ku ew dilşad e ku Yehowa ruhê xwe daye van du zilaman (Li paragrafa 10an binêre)

10. Çi dikaribû bibûya sebeb ku Mûsa çavnebariyê bike? (Li resmê li rûyê kovarê binêre.)

10 Mûsa rêberê miletê Îsraêl bû, lê ew ji kesên din re nedibû asteng ku ew jî hin îmtiyazan bistînin. Carekê, Yehowa pareke ruhê pîroz ji Mûsa girt û da hin rihspiyên ku li ber konê îbadetê disekinîn. Paşê, Mûsa bihîst ku du rihspiyên ku neçûbûn konê îbadetê ruhê pîroz stendibû û wek pêxemberan hereket dikir. Mûsa çi kir gava Yêşû ji wî re got ku bila ew riya van du rihspiyan bigire? Wî çavnebarî nekir ji ber ku Yehowa îmtiyazek da van du zilaman, lê ew bi wan re şa bû (4. Mû. 11:24-29). Em dikarin ji Mûsa çi dersê bistînin?

Resim: 1. Kalên civatê ji birayekî extiyar dixwazin ku ew kalekî ciwan ji bo îdarekirina Lêkolîna Birca Çavdêriyê perwerde bike. 2. Kalê ciwan Lêkolîna Birca Çavdêriyê îdare dike û birayê extiyar rûdine û guh dide wî. 3. Birayê extiyar destê xwe dide birayê ciwan û pesnê wî dide.

Kalên civatê çawa dikarin dilnizmiya Mûsa ji xwe re bikin emsal? (Li paragrafên 11 û 12an binêre)c

11. Kalên civatê çawa dikarin Mûsa ji xwe re bikin emsal?

11 Eger tu kalekî civatê yî, gelo ji te qet xwestine ku tu kesekî din perwerde bikî ku ew îmtiyazeke te bistîne? Mesela, belkî tu ji îdarekirina Lêkolîna Birca Çavdêriyê pir hez dikî. Lê eger tu wek Mûsa dilnizm î, tuyê aciz nebî eger lazim be ku tu birayekî din perwerde bikî da ku ew bi zeman re vê îmtiyazê bistîne. Tuyê dilşad bibî ku tu dikarî alî birayê xwe bikî.

12. Gelek xwişk û bira dilnizmî û qenaetkariya xwe çawa nîşan didin?

12 Bala xwe bide çetinahiyeke din, a ku gelek birayên extiyar gerek serî pê re derxînin. Hin ji wan bi gelek salan wek koordînatorê civatê xizmet kiribû. Lê belê gava ew dibin 80 salî, gerek ew dev ji vê wezîfeyê berdin. Nazirên herêmî jî gava dibin 70 salî gerek dev ji vê îmtiyazê berdin û bi dilnizmî wezîfeyeke din qebûl bikin. Wekî din, li van salan, gelek kesên ku li Beytelê dixebitîn hatine şandin deştê. Ev xwişk û birayên dilsoz bihêrs nabin ku teşkîlat îmtiyazên wan dide kesên din.

13. Pawlos çavnebariya kê nedikir?

13 Pawlosê şandî jî ji aliyê dilnizmî û qenaetkariyê ve emsaleke baş e. Pawlos îzin nedida ku çavnebarî bikeve dilê wî. Wî bi xîret xizmet dikir, lê wî bi dilnizmî wisa got: “Ez, ji Şandiyan yê herî biçûk im. Ez ne hêja me ku Şandî bêm gazîkirin” (1. Kor. 15:9, 10). Şandiyên din pey Îsa diçûn gava ew li dinyayê bû, lê Pawlos ancax piştî mirin û rabûna Îsa bû şagirtê wî. Pawlos wek şandiyê ji bo miletan hat hilbijartin, lê ew nebû yek ji 12 şandiyan (Rom. 11:13; Kar. 1:21-26). Pawlos ji halê xwe razî bû û seba dostaniya di nav Îsa û 12 şandiyên wî de çavnebarî nedikir.

14. Eger em dilnizm û qenaetkar bin, emê çi bikin?

14 Eger em dilnizm û qenaetkar bin, emê wek Pawlos qedrê kesên ku Yehowa otorîte daye wan, bigirin (Kar. 21:20-26). Yehowa kalên civatê tayîn kirine ku ew rêberiya civatê bikin. Kalên civatê her çi qas bêqisûr nînin jî, Yehowa wan wek hediyeyan dibîne (Ef. 4:8, 11). Eger em qedrê wan bigirin û rêberiya wan bi dilnizmî qebûl bikin, emê nêzikî Yehowa bimînin û bi xwişk û birayan re di aştiyê de bin.

‘BIKEVE PEY TIŞTÊN KU JI BO AŞTIYÊ NE’

15. Gerek em çi bikin?

15 Eger çavnebarî hebe, aştî wê xera bibe. Loma muhîm e ku em çavnebariyê ji dilê xwe derxin û hay ji xwe hebin ku em toximên çavnebariyê li dilê kesên din neçînin. Ji bo ku em “bikevin pey tiştên ku ji bo aştiyê û avakirina hevdû ne”, lazim e ku em van gavên muhîm bavêjin (Rom. 14:19). Em çawa dikarin alî kesên din bikin ku çavnebarî nekeve dilê wan, û em çawa dikarin aştiyê bi pêş bixin?

16. Em çawa dikarin alî kesên din bikin ku çavnebarî nekeve dilê wan?

16 Nêrîn û kirinên me dikarin ser kesên din tesîr bikin. Dinya dixwaze ku em “quretiya maldariyê” eyan bikin (1. Yûh. 2:16). Lê belê ev yek dikare bibe sebeba çavnebariyê. Ji bo ku çavnebarî nekeve dilê kesên din, wê baş be ku em her tim behsa mal û milkê xwe nekin. Wekî din, wê baş be ku em her tim bala kesên din nekişînin ser îmtiyazên xwe. Li şûna vê, wê baş be ku em ji dil bi kesên din eleqedar bibin û pesnê wan bidin. Ev yek wê alî wan bike ku ew ji halê xwe razî bin. Bi vî awayî, em dikarin aştî û yekîtiya civatê bi pêş bixin.

17. Birayên Ûsiv çawa dikaribû hizûra malbatê ji nû ve ava bikin?

17 Belê, em dikarin li dijî çavnebariyê serkeftî bibin! Birayên Ûsiv dîsa bîne ber çavê xwe. Gelek sal piştî ku wan li Ûsiv zilm kiribû, ew li Misrê rastî wî hatin. Berî ku Ûsiv ji birayên xwe re got ku ew kî ye, wî ew ceribandin da ku bibîne ka wan xwe êdî serrast kiriye yan na. Loma, gava ew bi hev re li ser sifreyê rûniştin, ew herî zêde bi birayê xweyî biçûk Benyamîn eleqedar bû (1. Mû. 43:33, 34). Lê îcar, Kitêba Pîroz nabêje ku birayên wî çavnebariya Benyamîn dikir. Wan ji dil xema birayê xweyî biçûk û bavê xwe Aqûb dixwar (1. Mû. 44:30-34). Ji ber ku birayên Ûsiv êdî dev ji çavnebariyê berdabû, wan dikaribû hizûra malbatê ji nû ve ava bikin (1. Mû. 45:4, 15). Mîna vê, eger em xwe ji çavnebariyê dûr bigirin, malbat û civata me wê di aştiyê de bimîne.

18. Li gor Aqûb 3:17, 18, çi wê biqewime eger em aştiyê bi pêş bixin?

18 Yehowa dixwaze ku em çavnebariyê ji dilê xwe derxin û li aştiyê bigerin. Pir xîret lazim e ku em van du tiştan bikin. Wek me li vê meqaleyê dîtiye, çavnebarî bi hêsanî dikare bikeve dilê me (Aqûb 4:5). Dinya bi çavnebariyê ve tije ye. Lê eger em dilnizmî û qenaetkariya xwe bi pêş bixin, çavnebarî wê nekeve dilê me. Li şûna vê, emê bi kesên din re di aştiyê de bin, û emê bibin mirovên dilovan û birehm (Aqûb 3:17, 18 bixwîne).

PIRSÊN DUBAREKIRINÊ

  • Ruhê pîroz çawa dikare alî me bike ku em çavnebariyê ji dilê xwe derxin?

  • Qenaetkarî û dilnizmî çawa dikarin alî me bikin ku em çavnebariyê ji dilê xwe derxin?

  • Nêrîneke rast çawa dikare alî me bike ku em çavnebariyê ji dilê xwe derxin?

KILAM 130 Hevdu Bibaxşînin

a Di teşkîlata Yehowa de aştî heye. Lê belê aştiya me dikare xera bibe eger em îznê bidin ku çavnebarî bikeve dilê me. Li vê meqaleyê, emê bibînin ku çi dikare bibe sebeba çavnebariyê. Wekî din, emê bielimin ku em çawa dikarin vê sifata xerab ji dilê xwe derxin û aştîker bin.

b NOT: Li gor Kitêba Pîroz, çavnebarî yan dexesî dikare bibe sebeb ku kesek çav berde tiştên kesên din yan bixwaze ku ew ji tiştên xwe mehrûm bimînin.

c RESIM: Kalên civatê dixwazin ku birayekî extiyar, ê ku Lêkolîna Birca Çavdêriyê îdare dike, kalekî ciwan perwerde bike ku ew vê îmtiyazê bistîne. Birayê extiyar her çi qas ji wezîfeya xwe pir hez dike jî, ew qerara kalên civatê bi dil û can qebûl dike û alî birayê ciwan dike û pesnê wî dide.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne