SERPÊHATÎ
“Êdî Ez ji Xizmetê Pir Hez Dikim!”
EZ LI Girava Başûr a Zelandaya Nû, li bajarekî bi navê Balclutha mezin bûm. Gava ez zarok bûm, min ji Yehowa û ji rastiyê pir hez dikir. Min ji civînan kêf distand, û ji bo min civat cihekî pir xweş bû. Ez hebekî fediyok bûm, lê ez her hefte bi kêfxweşî diçûm xizmetê, û min mizgîn dida hevaldersên xwe û kesên din. Ez serbilind bûm ji ber ku ez Şahida Yehowa bûm, û gava ez bûm 11 salî, ez hatim binavkirin.
EZ DILXWEŞIYA XWE WINDA DIKIM
Çi heyf e ku wexta ku ez mezin dibûm, dostaniya min ya bi Yehowa re hêdî hêdî sar dibû. Ji min re wisa xuya dikir qey azadiya hevaldersên min bêsînor bû, û ez difikirîm ku ez ji tiştekî mehrûm dimam. Qaîdeyên malê û fealiyetên ruhî li min êdî giran dihatin. Min şik nedikir ku Yehowa heye, lê min xwe nêzîkî wî hîs nedikir.
Dîsa jî, ez diçûm xizmetê, lê ne bi dil û can. Min xwe ji bo xizmetê hazir nedikir, loma li min zor dihat ku ez dest bi sohbetan bikim. Di netîceyê de, xizmeta min bêkêf û bêbereket bû, û dilê min ji xizmetê hê jî sartir dibû. Min meraq dikir ka xwişk û bira çawa dikarin bi dewamî ji vê xizmetê kêfê bistînin.
Gava ez 17 salî bûm, min xwest ji malê herim. Loma, min çenteyên xwe hazir kirin, û ez derbasî Awistralyayê bûm. Dê û bavê min pir xemgîn bûn ji ber ku ez ji malê çûm. Ew hebekî ditirsiyan, lê ew bawer bûn ku ezê dev ji xizmeta Yehowa bernedim.
Li Awistralyayê, ez ji aliyê ruhî ve hê jî sisttir bûm. Ez gelek caran nediçûm civînan. Hin ciwan êvarekê diçûn civînan, lê êvara din diçûn klûban ku alkolê vexwin û dans bikin. Min ji xwe re pir zû hevalên wisa dîtin, û ez jî wek wan dijiyam. Gava ez li paş xwe mêze dikim, ez fehm dikim ku ez bi lingekî li rastiyê û bi lingekî din li dinyayê disekinîm, û min xwe ne aîdî vira ne jî aîdî wê derê hîs dikir.
DERSEKE NEHÊVÎKIRÎ
Weke du sal bi şûn de, min xwişkek nas kir, a ku alî min kir ku ez li ser jiyana xwe bifikirim. Ez tevî pênc xwişkên azib li malekê dimam, û me nazirê herêmê û pîreka wî Tamara dawet kirin ku ew heftiyekê ba me bimînin. Wexta ku zilamê wê bi îşê civatê mijûl dibû, Tamarayê bi me re wext derbas dikir, û em bi hev re pir dikeniyan. Ev yek li dilê min pir xweş dihat. Ez şaş mam ku kesek çawa dikare hem ji aliyê ruhî ve ew qas qewî be hem jî ew qas bikêf be.
Dilê Tamarayê bi hezkirina rastiyê dikeliya. Wê ji xizmetê pir hez dikir, û coşiya wê li ser kesên din jî tesîr dikir. Wê xîret dikir ku çi qas ji destê wê dihat ji Yehowa re xizmet bike, lê min wekî ku bi zorê xizmet dikir û jê kêf nedistand. Nêrîna wê ya pozîtîf û dilşadiya wê li ser jiyana min kûr tesîr kir. Emsala wê bala min kişand ser rastiyeke esasî: Yehowa dixwaze ku em “bi kêf” û “kêfxweşiyê” ji wî re xizmet bikin (Zebûr 100:2).
XWESTINA MIN ZÊDE DIBE KU EZ XIZMET BIKIM
Min dixwest ku ez jî wek Tamarayê dilxweş bibim, lê ji bo vê, lazim bû ku ez hin tiştên muhîm bikim. Wext lazim bû, lê bi zeman re, min hin gavên biçûk avêtin. Min êdî xwe ji bo xizmetê hazir dikir, û ez car caran dibûm pêşenga alîkar. Bi vî awayî, xwebaweriya min zêde bû. Her ku min Kitêba Pîroz bi kar dianî, min ji xizmetê zêdetir kêf distand. Pir wext derbas nebû ku min her meh wek pêşenga alîkar xizmet dikir.
Wekî din, min bi mizgînvanên bixîret re wext derbas dikir. Emsala van xwişk û birayên ciwan û extiyar alî min kir ku ez qerarê bidim ku di jiyana min de çi muhîm e. Wekî din, min Kitêba Pîroz her roj dixwend. Xizmet her ku diçû li min xweş dihat, û di netîceyê de, ez bûm pêşenga daîmî. Civat dîsa bû wek malbata min!
HEVALEKÎ NÛ
Salek bi şûn de, min birayekî bi navê Alex nas kir, mirovekî nazik û dilovan, ê ku ji Yehowa û ji xizmetê pir hez dikir. Li wê demê, ew alîkarê xizmetê bû, û êdî şeş sal bû ku ew pêşeng bû. Wekî din, Alex çend sal li Malawiyê xizmet kiribû. Li wê derê, wî bi hin mizgînvanên wezîfedar re wext derbas kiribû, û hevaltiya wan ew teşwîq kiribû ku ew ji her tiştî zêdetir li Padîşahiyê bigere.
Di sala 2003an de, em zewicîn, û ji wê demê û pê ve, me qet dev ji xizmeta tamrojî bernedaye. Em gelek dersên muhîm hîn bûne, û Yehowa em bi gelek awayan bibereket kirine.
BEREKETÊN NÛ
Xizmeta li bajarê Glenoyê (Tîmor-Leste)
Di sala 2009an de, em hatin dawet kirin ku wek mizgînvanên wezîfedar herin Tîmor-Lesteyê (Endonezya). Gava tayîna me hat, em hem ecêbmayî man hem jî biheyecan bûn. Pênc meh bi şûn de, em gihîştin bajarê Dîliyê, paytexta Tîmor-Lesteyê.
Jiyana me bi temamî guherî. Lazim bû ku em hînî kultureke nû, zimanekî nû, xwarinên nû û warekî nû bibin. Gava em diçûn xizmetê, me gelek caran bandorên feqîrî, nexwendîbûn û bindestiyê didîtin. Me didît ku şer û zilmê li ser gelek kesan çi qas xerab tesîr kiribû.a
Dîsa jî, xizmet pir xweş bû! Mesela, ez carekê rastî keçikeke 13 salî ya bi navê Maria hatim.b Ew xemgîn bû, çimkî diya wê çend sal berê miribû, û wê bavê xwe pir nedidît. Wek gelek zarokên din, Maria jî bêarmanc dijiya. Tê bîra min ku wê carekê dilê xwe ji min re vekir û giriya. Lê belê, min fehm nedikir ku ew çi dibêje, çimkî min zimanê wê hê rind nedizanibû. Loma, min ji Yehowa alîkarî xwest ji bo ku ez karibim wê teselî bikim, û min ji wê re hin ayet xwendin ku dilê wê rihet bikim. Di hundirê çend salan de, min dît ku rastiya Kitêba Pîroz nêrîn, şekil û şemal û jiyana Mariayê çawa diguherand. Maria bin av bû, û niha ew jî kursên Kitêba Pîroz îdare dike. Niha, ew di nav xwişk û birayan de pir dilşad e.
Yehowa îşê xwe li Tîmor-Lesteyê bibereket dike. Piraniya mizgînvanan di hundirê 10 salên berê de bin av bûn. Gelek ji wan niha pêşeng, alîkarên xizmetê yan rîspiyên civatê ne. Hinek jî di ofîsa tercûmeyê de xwarina ruhî bi zimanên herêmî hazir dikin. Gava ez dibihîzim ku ew çawa li civînan bi kêfxweşî kilaman dibêjin û ji aliyê ruhî ve bi pêş ve diçin, ez pir şa dibim.
Ez û Alex, em diçin cihekî dûr ku dawetnameyên ji bo Bîranînê belav bikin
JIYANA HERÎ BAŞ
Jiyana li Tîmor-Lesteyê ji jiyana li Awistralyayê pir cuda bû, lê pir xweş bû. Otobus carinan bi dev re tije dibû, û em di nav mirov, masiyên hişkkirî û zebzeyan de rûdiniştin. Li hin rojan, em ji bo kursên Kitêba Pîroz diçûn malikên biçûk, germ, şil û erdax. Li derdora me, mirîşk digeriyan. Dîsa jî, ez gelek caran difikirîm ku jiyana me çi qas xweş e!
Em diçin xizmetê
Ez şikurdar im ku gava ez ji aliyê ruhî ve sist bûm, dê û bavê min dîsa jî destê min bernedida, lê bi dewamî alî min dikir. Gotinên Methelokên Silêman 22:6 çi qas rast in! Dê û bavê min pir şa ne ku ez û Alex, em bi îşê Yehowa mijûl in. Di sala 2016an de, Alex li herêma Awistralasyayê wek nazirê herêmê hat tayîn kirin.
Ez vîdeoyeke Memo û Dîlanê nîşanî hin zarokên Tîmorî dikim
Ez fehm nakim ku gava ez ciwan bûm, xizmet li min çima giran dihat. Niha ez ji xizmetê pir hez dikim! Min dîtiye ku di jiyanê de, tenê xizmeta Xwedê dikare me bi rastî dilşad bike. Belê, 18 salên ku min û Alex bi hev re ji Yehowa re xizmet kiriye pir xweş derbas bûn. Wek Dawid Padîşah ji Yehowa re gotibû: “Her kesê ku xwe davêje te bila şa be, bila herdem şa û dilgeş be. Çimkî tu diparêzî wan. Hezkiriyên navê te, bila têr şabin bi te” (Zebûr 5:11).
Îdarekirina kursa Kitêba Pîroz bi mirovên dilnizm pir xweş e
a Di sala 1975an de, li Tîmor-Lesteyê şerê serxwebûnê dest pê kir û 20 sal dewam kir.
b Nav hatiye guherandin.