KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w22 Kanûn r. 15
  • Tê Bîra Te?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Tê Bîra Te?
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2022
  • Malzemeya Eleqedar
  • “Dest Nedin Karê Mala Xwedê”
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2023
  • Îznê Bide Yehowa ku Ew Te bi Kar Bîne
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2023
  • Xwişk û Birayên Xwe Tu Caran Tenê Nehêlin
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2023
  • Ji bo Sala Xizmetê ya Nû Hedefên Te Çi ne?
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2023
Zêdetir Bibîne
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2022
w22 Kanûn r. 15

Tê Bîra Te?

Îsal, tu ji Birca Çavdêriyê çi hîn bûyî? Ka tu dikarî cewabên van pirsan bidî?

Eger em wextê veqetînin ku bi Yehowa re xeber bidin, guh bidin wî û di heqê wî de bifikirin, emê çi feydeyan bistînin?

Emê qerarên baştir bidin, bibin mamosteyên baştir, baweriya me wê xurttir bibe, û emê ji Yehowa hê jî zêdetir hez bikin (w22.01, rûp. 30-31).

Çima muhîm e ku em îtibara xwe bi Yehowa û bi temsîlkarên wî bînin?

Gerek em ji niha ve hîn bibin ku îtibara xwe bi qerarên Yehowa bînin û şik nekin ka rêberiya rîspiyan rast e yan na. Hingê, li dema tengahiya mezin, eger hin telîmat li me ecêb bên yan bêmantiq xuya bikin jî, emê hazir bin ku guh bidin wan (w22.02, rûp. 4-6).

Gelo melek çima ji Zekerya pêxember re behsa “benikê pîvanê” kir? (Zekerya 4:8-10, Mizgînî)

Vê dîtiniyê nîşanî xizmetkarên Xwedê da ku perestgeh her çi qas ji hinekan re ew qas bedew xuya neke jî, ewê li gor standardên Yehowa bê qedandin (w22.03, rûp. 16-17).

Em çawa dikarin ‘di peyivînê de bibin mînak’? (1. Tîmotêyos 4:12)

Li xizmetê bi nezaket û bi hurmet xeber bide, kilaman bi dil û can bibêje, li her civînê cewaban bide, rastiyê bibêje, bi awayekî pozîtîf xeber bide û xwe ji xeberdana xerab dûr bigire (w22.04, rûp. 6-9).

Xisûsiyetên çar cinawirên (yanî padîşahiyên) ku beşa 7an a kitêba Danîêl behsa wan dike çima di Peyxam 13:1, 2 de gişt di yek cinawirî de hene?

Cinawirê ku beşa 13an a kitêba Peyxamê behsa wê dike tenê yek padîşahiyê (mesela Romayê) temsîl nake. Ev cinawir hemû hêzên siyasî, yên ku li ser însaniyetê hukim ajotiye, temsîl dike (w22.05, rûp. 9).

Em çawa dikarin nîşan bidin ku em xwe dispêrin edaleta Xwedê?

Eger kesekî dilê me êşandibe yan li dijî me guneh kiribe jî, gerek em dev ji kîn û hêrsê berdin û meseleyê ji Yehowa re bihêlin. Ewê zerara ku ji ber guneh hatiye meydanê bi temamî telafî bike (w22.06, rûp. 10-11).

Gava birayek li civînekê dua dike, gerek ew çi ji bîr neke?

Ne minasib e ku ew bi destê duayê şîretê bide yan tiştekî îlan bike. Bi xisûsî di destpêka civînekê de, ne lazim e ku bira gotinên xwe dirêj bike (Metta 6:7) (w22.07, rûp. 24-25).

Maneya van gotinan çi ye: “Yên ku xerabî kirine, wê ji bo dîwanbûnê rabin”? (Yûhenna 5:29)

Ewê li ser esasê kirinên xwe yên berê neyên mehkûmkirin. Ewê li gor hal û hereketên xwe yên piştî rabûna ji mirinê bên nirxandin (w22.09, rûp. 18).

Li komcivîneke ku di Îlona sala 1922yan de derbas bû, birayê Rutherford çi got?

Li komcivîneke li Cedar Pointê (Ohio, DYA), wî bi dengekî bilind got: “Padîşah êdî hukim dajo! Mizgînvanên wî hûn in. Loma, Padîşah û Padîşahiya wî îlan bikin, îlan bikin, îlan bikin!” (w22.10, rûp. 3-5).

Li gor beşa 30yî ya kitêba Îşaya, Yehowa bi kîjan sê awayan alî me dike ku em li gel tengasiyan sebat bikin?

Ev beş nîşan dide ku Yehowa (1) duayên me dibihîze û dibersivîne, (2) rêberiya me dike û (3) me hem niha hem di pêşerojê de bibereket dike (w22.11, rûp. 9).

Em çima dibêjin ku gotinên Zebûr 37:10, 11, 29 di demên berê de hatibûn cih û wê di pêşerojê de jî bên cih?

Bi van gotinan, Dawid nîşan dabû ku rewşa welatê Îsraêlê wê çawa be, mesela di bin hukimdariya kurê wî Silêman de. Gava Îsa Mesîh di heqê ceneteke misteqbel de xeber dida, wî behsa ayeta 11an kir (Metta 5:5; Lûqa 23:43) (w22.12, rûp. 8-10, 14).

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne