SERPÊHATÎ
Min Dît ku Yehowa Kesên Dilsoz Bibereket Dike
GELO sohbeteke ku tesîreke baş li jiyana te kiriye tê bîra te? Berî 50 salî sohbeteke min a wisa bi hevalekî min re vebû. Piştî rêwîtiyeke bi gelek mehan, çermê me li ber tavê reş bûbû. Em li ber êgir rûniştibûn û me bi hev re li ser fîlmeke ku bi dîn û baweriyê ve girêdayî bû, xeber dida. Hevalê min got: “Ew fîlm li ser Kitêba Pîroz tiştên nerast dibêje.”
Kenê min hat, çimkî min texmîn nedikir ku ew yekî bawermend e. Min jê pirsî: “Tu di heqê Kitêba Pîroz de çi dizanî?” Ewilî wî tiştek negot. Paşê, wî got ku diya wî Şahideke Yehowa ye. Ew ji diya xwe hînî hin tiştan bûbû. Min bi meraq dixwest bêtir bizanibim.
Sohbeta me heta derengiya şevê dewam kir. Hevalê min ji min re got ku Kitêba Pîroz dibêje ku Şeytan serokê vê dinyayê ye (Yûhenna 14:30). Min di emrê xwe de qet tiştekî wisa nebihîstibû. Min tenê dizanibû ku dinya di bin hukmê Xwedayê dilovan de ye. Lê ji ber ku min di jiyana xwe de gelek tişt dîtibûn, ev fikra hanê nediket hişê min. Emrê min tenê 26 bû, lê gelek tiştên ku li ber çavê min qewimîbûn, ez aciz dikirim.
Bavê min pîlotê Hêza Hewayî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bû. Gava ez zarok bûm, min ji xwe re digot ku îro yan sibê şerê atomî wê derkeve. Leşker her tim hazir bûn ku bombeya atomê bavêjin. Dema ku ez li Kalîforniyayê diçûm zanîngehê, şerê Viyetnamê dest pê kiribû. Ez diçûm meş û protestoyên xwendekaran. Gelek caran em ji ber polîsan direviyan, çimkî wan darên lêdanê û gaza hêstirrêj bi kar dianîn. Bêhna me diçikiya û çavên me bi zelalî nedidît. Ev dem, dema tevlihevî û serhildanê bû. Siyasetvan dihatin kuştin, mirovan serî hildidan û dest diavêtin darê zorê. Fikir û nêrînên mirovan pir ji hev cuda bûn. Her tişt tevlihev bûbû.
Ji Londonê diçim Afrîkaya Navendî
Di sala 1970yî de, min li berava bakurê Alaskayê dest bi karekî nû kir û gelek pere qezenc kir. Paşê ez bi teyareyê çûm Londonê. Li wir min ji xwe re motorsikletek kirî û min hema bêhedef berê xwe da rêya başûr. Çend meh bi şûn de, ez gihîştim Afrîkayê. Bi rê de, ez rastî gelek mirovan hatim. Hesret û meraqa dilê wan ew bû ku ji bin barê xem û derdên xwe bifilitin.
Îcar ji ber ku min gelek tişt dîtibûn û bihîstibûn, min fehm kir ku ev gotina Kitêba Pîroz rast e: Dinya di bin hukmê Îblîs de ye. Lê min meraq dikir ka Xwedê li ku ye û çi dike?
Piştî çend mehan min cewaba pirsa xwe stand. Bi zeman re, min gelek mirov nas kirin û ji wan hez kir. Tevî zor û zehmetiyên xwe jî, wan bi dilsozî ji Yehowa re xizmet dikir.
ÎRLENDAYA BAKUR – “WELATÊ BOMBE Û GULEYAN”
Piştî ku ez vegeriyam Londonê, min ji diya hevalê xwe Kitêba Pîroz xwest û wê da min. Paşê, ez çûm Holendayê, bajarê Amsterdamê. Rojekê, Şahidekî Yehowa dît ku ez li bin lambeya kolanê Kitêba Pîroz dixwînim, û wî alî min kir ku ez zêdetir hîn bibim. Paşê, ez derbasî Îrlendayê, bajarê Dublînê bûm. Li wê derê, min buroya Şahidên Yehowa dît. Min li deriyê wan xist. Piştî ku ez derbasî hundir bûm, min birayê Arthur Matthews nas kir. Ew yekî zana û bitecrûbe bû. Min kursa Kitêba Pîroz xwest, û wî qebûl kir ku Kitêba Pîroz bi min re lêkolîn bike.
Min bi meraqeke mezin dest bi lêkolînê kir û bi dil û can kitêb û kovarên Şahidên Yehowa xwendin. Û helbet, min Kitêba Pîroz jî xwend. Pir kêfa min ji vê yekê re hat! Di civînan de, min dît ku zarokan cewabên pirsên mezin dizanibûn, ên ku kesên xwendî jî bi sed salan meraq dikirin: “Çima ew qas kul û derd hene? Xwedê bi rastî kî ye? Piştî mirinê çi tê serê me?” Min dema xwe tenê bi Şahidên Yehowa re derbas dikir. Xêncî Şahidên Yehowa, min li tevahiya welêt tu kes nas nedikir. Wan alî min kir ku ez ji Yehowa hez bikim û jiyana xwe li gor daxwaza wî derbas bikim.
Nigel, Denis û ez
Di sala 1972yan de, ez bin av bûm. Salek bi şûn de, ez bûm pêşeng û min li Îrlendaya Bakur, li bajarê Newryiyê, di civateke biçûk de xizmet dikir. Min ji xwe re li ser girekî ku kes li wir nedijiya, xaniyek kirê kir. Nêzîkî wê derê çêlek diçêriyan, û min gotara xwe li pêş wan prova dikir. Gava wan giya dicût, wan baş guh dida gotara min. Wan tu şîret neda min, lê wan alî min kir ku ez li çavên guhdarên xwe binêrim. Di sala 1974an de, ez wek pêşengê xisûsî hatim tayînkirin. Wê çaxê, hevalê min ê xizmetê Nigel Pitt bû. Em bûn hevalên sal û zemanan.
Wê wextê li Îrlendaya Bakur li her derê zilm û zordarî hebû. Hinek kesan Îrlendaya Bakur wek “welatê bombe û guleyan” bi nav dikir. Mirovan li kolanan şer dikir, gule berdidan hev û erebe diteqandin. Gelek caran hem seba dîn û hem jî seba siyasetê problem derdiketin meydanê. Lê belê, Protestan û Katolîkan dizanibû ku Şahidên Yehowa tev li siyasetê nabin. Loma, me dikaribû bi serbestî û bi selametî xizmetê bikin. Kesên ku li wê derê dijiyan gelek caran dizanibû ku kengê û li ku derê şer wê derkeve, û wan em hişyar dikirin.
Lê dîsa jî, rewşên bitalûke hebûn. Rojekê, ez tevî pêşengekî bi navê Denis Carrigan ji bo xizmetê çûm bajarekî nêzîk. Li wê derê, Şahidên Yehowa tune bûn û em berê tenê carekê çûbûn wê derê. Jinikekê em sûcdar kirin ku em bi eslê xwe leşkerên Brîtanî ne, belkî ji ber ku tu kesî ji me bi devoka Îrlendî xeber neda. Loma, em gelekî tirsiyan. Eger yek ji leşkerekî re dilovan bûya, mirovan dikaribû guleyek berdaya çoka wî yan ew bikuşta. Gava em li derve li nav sir û seqemê bi tena serê xwe li benda otobûsê disekinîn, me dît ku çawa erebeyek nêzîkî qehwexaneyê bû, li cihê ku jinikê em sûcdar kiribûn. Jinik derket derve û tevî her du zilamên di erebeyê de xeber da û bi qehir destê xwe nîşanî ser me kir. Ew zilam ber bi me ve hatin û li ser çûn û hatina otobûsê çend pirs ji me kirin. Gava otobûs hat, wan bi ajovan re xeber da. Me nebihîst ku ew çi dibêjin. Ji xeynî me, tu kesekî din li benda otobûsê nedisekinî. Wisa xuya dikir ku ewê me bibin derveyî bajêr, da ku tiştekî bînin serê me. Lê ev yek neqewimî. Gava ez ji otobûsê peya bûm, min ji ajovan pirsî: “Wan her du zilaman dixwest li ser me tiştekî bizanibin?” Wî got: “Min ji wan re got ku ez dizanim hûn bi eslê xwe kî ne. Qet xeman nexwin. Ew tiştekî bi we nakin.”
Roja daweta me, Adar 1977
Di sala 1976an de, ez çûm komcivîna li Dublînê. Li wê derê, min Pauline Lomax nas kir. Ew pêşenga xisûsî bû û ji Brîtanyayê hatibû. Ew xwişkeke dilsoz, dilnizm û dilovan bû. Ew û birayê wê Ray ji biçûkaniya xwe ve di rêya rastiyê de mezin bûne. Salek bi şûn de, ez û Pauline zewicîn û me bi hev re xizmeta xwe wek pêşengên xisûsî li Îrlendaya Bakur li Ballymenayê dewam kir.
Me ji bo wextekê li Belfast, Londonderry û li cihên din ên bitalûke xizmeta çavdêriya herêmê dikir. Li wê derê, baweriya xwişk û birayan dilê me gelekî xurt kir. Ji bo ku ew ji Yehowa re xizmetê bikin, wan dev ji baweriyên sexte, pêşhukim û nefretê berda. Yehowa ew bibereket kirin û parastin.
Ez bi qasî deh salan li Îrlendayê mam. Paşê, di sala 1981ê de, em ji bo sinifa 72yan a Mekteba Gîleadê hatin dawetkirin. Piştî mektebê, tayîna me Sierra Leoneyê (Afrîkaya Rojava) bû.
SIERRA LEONE – XWIŞK Û BIRA FEQÎR, LÊ DILSOZ BÛN
Em tevî 11 xwişk û birayan di mala mizgînvanên wezîfedar de dijiyan. Di wê malê de tenê mutbexek, sê tuwalet, du hemam, telefonek, makîneyeke kincşuştinê û makîneyeke kincziwakirinê hebûn. Gelek caran, elektrîk hema ji nişka ve qut dibû. Di qata banî de, li her derê cird belav bûbûn, û di qata binî de mar dixuşiyan.
Em derbasî aliyê din ê çem dibin, da ku em herin komcivîna li Guineayê
Jiyan çi qas zehmet bû jî, me ji xizmetê gelek kêf distand. Xelkê qedrê Kitêba Pîroz digirt û bi meraq guhdarî dikir. Gelek kesan Kitêba Pîroz lêkolîn kir û bûn Şahidên Yehowa. Xelkê wê derê ji min re digot “Kekê Robert”, lê ji Paulineyê re digot “Xanima Robert”. Piştî demekê, karê Beytelê zêdetir wexta min distand û ez kêmtir diçûm xizmetê. Loma, xelkê ji Paulineyê re digot “Xanima Pauline”. Lê ji min re digot “Kekê Pauline”. Gelek kêfa Paulineyê ji vê gotinê re dihat!
Ji bo kampanyaya xizmetê diçin Sierra Leoneyê
Gelek xwişk û birayên me feqîr bûn, lê Yehowa tim li wan xwedî derdiket, carinan bi awayên gelek balkêş (Metta 6:33). Tê bîra min ku pereyê xwişkekê tenê têra xwarina rojekê dikir, ji bo wê û zarokên wê. Lê dîsa jî, wê hemû pereyê xwe da birayekî nexweş, ê ku nikaribû dermanê malaryayê bikiriya. Di eynî rojê de, jinikek ji nişka ve hat cem xwişka me û pere da wê, da ku porê wê çêke. Gelek serpêhatiyên wisa çêdibûn.
NÎJERYA – EM HÎNÎ KULTUREKE NÛ DIBIN
Em bi qasî neh salan li welatê Sierra Leoneyê man. Paşê, em hatin şandin Beytela li Nîjeryayê. Em êdî li Beyteleke mezin diman. Ez dîsa di buroyê de dixebitîm û karê min dişibiya karê ku min li Sierra Leoneyê dikir. Lê ji bo Paulineyê, guhertineke mezin û zehmet derket holê. Berê, ew her meh 130 saet diçû xizmetê û wê bi gelek kesan re lêkolîn dikir, ên ku baş bi pêş ve diçûn. Lê niha, wê îşê dirûtinê dikir. Ji wê re wext lazim bû ku hînî vî karê nû bibe, lê piştî wextekê, wê fehm kir ku xwişk û birayên me gelek qîmetê didin karê wê. Wekî din, ew li fersendan digeriya ku cesaretê bide xwişk û birayên li Beytelê.
Kultura Nîjeryayî ji bo me xerîb bû û lazim bû ku em gelek tiştan hîn bibin. Rojekê, birayek hat ofîsa min. Wî xwest xwişkeke ku nû hatibû Beytelê bi min bide nasîn. Gava min ji bo silavdanê destê xwe dirêj kir, wê serê xwe li ber min xwar kir û çû ser çokan. Ez gelekî ecêbmayî mam! Hema di cih de du ayet hatin bîra min: Karên Şandiyan 10:25, 26 û Peyxam 19:10. Min di dilê xwe de got: “Gelo ez jê re bêjim ku gerek ew tiştekî wisa neke?” Lê di eynî demê de, min ji xwe re got: “Madem ku ew li Beytelê hatiye qebûlkirin, ew êdî dizane ku Kitêba Pîroz çi dibêje.”
Piştî silavdanê, min şerm kir ku pê re xeber bidim. Paşê min li ser vê meseleyê hinekî lêkolîn kir. Ez hîn bûm ku xwişka me li gor urf û adeteke ku wê çaxê li hin herêmên wî welatî hebû hereket kir. Zilaman jî bi eynî awayî serê xwe li ber kesên din xwar dikir û diçûn ser çokan. Bi vî şeklî, wan qedir nîşan dida. Ev yek wek îbadet nayê hesibandin. Mîsalên wisa di Kitêba Pîroz de jî hene (1. Samûyêl 24:8). Ez gelekî kêfxweş bûm ku min ji nezaniya xwe tiştekî şaş negot û xwişka xwe neda fedîkirin.
Li Nîjeryayê, me gelek xwişk û birayên ku bi salan dilsoz bûn nas kirin. Mesela, bala xwe bidin serpêhatiya Isaiah Adagbona.a Wî di ciwaniya xwe de rêya rastiyê nas kir, lê paşê ew bi nexweşiya cuzamê ket. Ew hat şandin warê kesên bicuzam. Li wir tenê ew Şahidê Yehowa bû. Tevî muxalefetê jî, wî alî zêdetirî 30 kesên bicuzam kir ku ew rêya rastiyê nas bikin û wî li wê derê civatek ava kir.
KENYA – XWIŞK Û BIRAYAN LI MIN SEBIR DIKIR
Kerkedanekî sêwî li Kenyayê
Di sala 1996an de, em hatin şandin buroya Kenyayê. Ev cara ewilî bû ku ez dîsa vegeriyam wî welatê ku min di serî de behsa wî kiribû. Em li Beytelê dijiyan. Li wê derê, gelek meymûnên kesk hebûn. Wan meymûnan ji xwişkan fêkî didizîn. Rojekê, xwişkekê li Beytelê pencere vekirî hiştibû. Gava ew hat malê, wê dît ku malbateke meymûnan xwarina wê dixwe. Xwişka me qîriya û baz da derve. Meymûn ji tirsan veciniqîn û di pencerê re baz da.
Min û Paulineyê di civata bi zimanê Swahîlî de xizmet dikir. Piştî demeke kin, ji min hat xwestin ku ez Lêkolîna Kitêbê ya Civatê îdare bikim (îro jê re Lêkolîna Kitêba Pîroz a Civatê tê gotin). Lê, min nizanibû bi zimanê wan baş xeber bidim. Ji berê ve, min haziriyeke baş dikir, da ku ez bikaribim pirsan baş bixwînim. Lê gava cewabên kesên hazir hinekî ji gotinên paragrafê cuda bûn, min qet fehm nedikir ew çi dibêjin. Bi rastî jî, ev yek carinan ecêb bû. Gunehê min bi xwişk û birayan dihat! Wan bi sebir û bi dilnizmî qebûl dikir ku ez civînê îdare bikim. Vê yekê gelekî dilê min girt.
AMERÎKA – XWIŞK Û BIRAYÊN DILSOZ LI WELATEKÎ DEWLEMEND
Em nêzîkî salekê li Kenyayê man. Paşê, di sala 1997an de, em ji bo xizmeta li Beytela li Brooklynê, li New Yorkê, hatin dawetkirin. Îcar em li welatekî dijiyan ku xelkê wê xwedî mal û milk bûn. Mal û milk jî dikare derdan bi xwe re bîne (Methelokên Silêman 30:8, 9). Lê li vî welatî jî, xwişk û birayan nîşan da ku baweriya wan pir qewî ye. Xwişk û birayên me wext, mal û milkê xwe, ne ji bo ku dewlemend bibin, lê ji bo piştgiriya karê teşkîlata Yehowa bi kar dianîn.
Di nav gelek salan de, me dît ku xwişk û birayên me di nav hal û rewşên cuda de bi dilsozî ji Yehowa re xizmetê dikin. Li Îrlendayê, çi qas zilm û zordarî hebû jî, me dît ku xwişk û birayên me dilsoz in. Li Afrîkayê, feqîrî hebû û xwişk û bira li cihên ku Şahidên Yehowa tune bûn dijiyan, lê dîsa jî ew dilsoz bûn. Li Amerîkayê, xwişk û bira li welatekî dewlemend dijîn, lê dîsa jî ew dilsoz in. Gava Yehowa ji ezmanan dibîne ku mirov çawa hezkirina xwe ji wî re nîşan didin, ew gelekî şa dibe.
Ez û Pauline li Beytela Warwickê
Emrê min gelekî zû derbas bû (Eyûb 7:6). Niha, em bi kesên din re li Merkeza Cîhanî ya Şahidên Yehowa li Warwickê, li New Yorkê, kar dikin. Em gelekî kêfxweş in ku em xizmeta xwe tevî kesên ku bi rastî ji hevdû hez dikin dewam dikin. Em gelek şa ne ku em dikarin li gor îmkanên xwe piştgiriya Padîşahê me Îsa Mesîh bikin. Di demeke nêzîk de, ewê mirovên dilsoz bibereket bike (Metta 25:34).
a Serpêhatiya Isaiah Adagbona di vê kovarê de hatibû weşandin: Birca Çavdêriyê, 1 Nîsan 1998, rûp. 22-27, bi zimanê Îngilîzî. Ew di sala 2010an de mir.