KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w23 Tîrmeh r. 31
  • Te Zanibû?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Te Zanibû?
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2023
  • Malzemeya Eleqedar
  • Wan Serên Xwe Netewandin
    Dersên ji Kitêba Pîroz
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2023
w23 Tîrmeh r. 31

Te Zanibû?

Kerpîçên ku li Babîla kevnar hatin keşfkirin çawa îsbat dikin ku qeyda Kitêba Pîroz rast e?

ARKEOLOGAN li Babîla kevnar gelek kerpîçên ku bajar pê hatibû avakirin dîtin. Li gor arkeolog Robert Koldewey, kerpîçên wisa “li derveyî bajêr, li cihê ku heriya baş û bi têra xwe … malzemeyên şewitandinê hebûn” di firinan de dihatin çêkirin.

Ji qeydên kevnar xuya dibe ku Babîliyan firinên xwe ji bo armancên xerab jî bi kar dianîn. Paul-Alain Beaulieu, yê ku li zanîngeha Torontoyê profesorê Asûrîolojiyê ye, dibêje: “Çend çavkaniyên Babîliyan … diyar dikin ku bi fermana Padîşah, mirov ji bo sûcên wek nifir û serhildanê dihatin şewitandin.” Nivîseke ji dema Nebûkadnetsar Padîşah wisa dibêje: “Wan helak bike, wan bişewitîne, wan biqelîne … di tenûrê de … bila dûmana wan bilind bibe, bi pêta agir wan bikujin.”

Ev gotin dişibin gotinên ji Danîêl beşa 3yan. Di vê beşê de hatiye nivîsandin ku Nebûkadnetsar Padîşah li deşta Dûrayê li derveyî bajarê Babîlê peykerekî zêrîn danîbû. Gava sê xortên Îbranî yên bi navê Şadrak, Meşak û Abed-Nego red kir ku serê xwe li ber peyker bitewînin, Nebûkadnetsar li wan gelekî hêrs bû. Wî ferman da ku bila firinê “heft qatî zêdetir sor bikin” û wan sê xortan “bavêjin firina bi agir”. Paşê, melekê Xwedê ew ji mirinê filitandin (Danîêl 3:1-6, 19-28).

© The Trustees of the British Museum. Licensed under CC BY-NC-SA 4.0. Source

Kerpîcekî ku navê Nebûkadnetsar tê de hatiye nexşkirin

Kerpîçên ku li Babîlê hatin keşfkirin nîşan didin ku qeyda Kitêba Pîroz rast e. Di nav wan de, gelek nivîsên ji bo rûmeta padîşah hene. Mesela, nivîsek wisa dibêje: “Padîşahê Babîlê Nebûkadnetsar, … Min ev qesir ava kir … Bila xanedana min her û her hukimdariyê bike.” Ev gotin dişibin gotinên ji kitêba Danîêl. Li wir, Nebûkadnetsar wisa dibêje: “Va ye Babîl! Ew Babîla ku min ji bo rûmet û berziya xwe, bi hêza xwe ya mezin ji bo paytextiya padîşahiya xwe ava kir!” (Danîêl 4:30, Mizgînî).

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne