KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w23 Kanûn r. 32
  • Serpêhatî

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Serpêhatî
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2023
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • Ji Her Kesî re Dilşewat Be
  • Wek Yehowa Dilovan Be
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2017
  • Gelo Tu ji bo Tengasiya Mezin Hazir î?
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2023
  • Ji ‘Hemû Mirovan’ re Dilrehm Be
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2018
  • Wek Yehowa Dilrehm Be
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2020
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2023
w23 Kanûn r. 32

Serpêhatî

Ji Her Kesî re Dilşewat Be

Rojekê, xwişkeke li Zelandaya Nû li ser jw.org der heqê dilşewatiyê de li vîdeoyekê temaşe kir. Ev vîdeo nîşan dide ku Yehowa ji ber dilşewatiya xwe alî kesên din dike (Îşaya 63:7-9). Wê jî xwest wek Yehowa dilşewatiyê nîşan bide. Di eynî rojê de, ew çû sûkê, li wir jineke bêmal dît û xwest jê re xwarinê bikire. Jinikê ev yek qebûl kir. Piştî ku xwişka me xwarin jê re anî, wê bi destê belavoka Gelo Kul û Derd wê Rojekê Xelas Bibin? behsa hêviya ku Kitêba Pîroz dide me, kir.

Jinikê dest bi girînê kir. Wê got ku ew wek Şahideke Yehowa mezin bûye, lê wê gelek sal berê dev ji rastiyê berdabû. Ji bo ku ew vegera rêya rastiyê, wê ji Yehowa re dua kir ku ew alî wê bike. Xwişka me Kitêba Pîroz da wê, û jinikê dest bi kursa Kitêba Pîroz kir.a

Em jî dikarin wek Yehowa ji her kesî re dilşewat bin. Gava em dilşewatiyê nîşan didin, fersend çêdibin ku em ji kesên din re behsa xebera xêrê bikin.

a Ji bo alîkariya kesên ku dev ji xizmeta Yehowa berdaye, li meqaleya bi navê “Vegerin ba Yehowa” (Birca Çavdêriyê, Hezîran 2020) binêre.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne