Pirsên Xwendevanan
Gava Îsa Mesîh Şîva Xudan derbas kir, 70 şagirtên ku wî berê şandibûn ku mizgîniyê belav bikin, li ku bûn? Gelo wan ew terk kiribû?
Gava Îsa Mesîh Şîva Xudan cara pêşîn derbas kir, 70 şagirt ne li wê derê bûn. Lê belê, ev yek nayê maneya ku Îsa Mesîh ew êdî qebûl nedikirin yan ku wan Îsa Mesîh terk kiribû. Sebeb tenê ev bû ku Îsa Mesîh dixwest ew êvara xisûsî bi şandiyên xwe re derbas bike.
Îsa Mesîh hem ji 12 şandiyan hem jî ji 70 şagirtên din hez dikir. Di serî de, Îsa Mesîh ji nav şagirtên xwe “12 kes hilbijartin û wek şandî bi nav kirin” (Lûqa 6:12-16, NWT). Gava “Îsa gazî Diwanzdehan kir” û “ew şandin ku ew Hukimdariya Xwedê bidin bihîstin û nexweşan qenc bikin”, ew li Celîleyê bû (Lûqa 9:1-6, NWT). Paşê, gava Îsa Mesîh li Cihûstanê bû, wî “70 şagirtên din hilbijartin û ew didu didu di pêşiya xwe de şandin” (Lûqa 9:51; 10:1, NWT). Loma, li gelek deran şagirtên Îsa Mesîh hebûn, ên ku mizgînî belav dikir.
Cihûyên ku bûbûn şagirtên Îsa Mesîh Cejna Derbasbûnê dîsa jî her sal pîroz dikir, bi îhtimaleke mezin bi malbatên xwe re (2. Mûsa 12:6-11, 17-20). Gava mirina Îsa Mesîh nêzîk dibû, ew bi şandiyên xwe re çû Orşelîmê. Lê belê, wî gazî hemû şagirtên xwe yên ji Cihûstan, Celîle û Pereayê nekir ku Cejna Derbasbûnê bi wan re pîroz bike. Xuya ye ku wê êvarê, Îsa Mesîh dixwest tenê bi şandiyên xwe re bibe. Wî ji wan re got: “Hesreta min ev bû ku ez bi we re xwarina Cejna Derbasbûnê bixwim berî ku ez cefayê bikişînim” (Lûqa 22:15, NWT).
Îsa Mesîh dizanibû ku ewê wek “Berxê Xwedê yê ku gunehên dinyayê radike” bimire (Yûhena 1:29, NWT). Ev yek li bajarê Orşelîmê çêbû, yanî cihê ku bi sedan salan li wê derê qurban ji Xwedê re hatibûn pêşkêşkirin. Azadiya ku bi saya mirina Îsa Mesîh hat meydanê, ji azadiya ku bi destê berxê ku malbatên Îsraîlî di şeva derketina ji Misrê de xwaribû, mezintir bû (1. Korîntî 5:7, 8). Qurbanbûna Îsa Mesîh fersend da Diwanzdehan ku ew bibin endamên pêşîn ên civata şagirtên Îsa Mesîh (Efesî 2:20-22). Kitêba Pîroz li ser ‘Bajarê Pîroz Orşelîmê’ wisa dibêje: “Diwanzdeh bingehên dîwarê bajêr hebûn û li ser wan, diwanzdeh navên diwanzdeh Şandiyên Berx nivîsî bûn” (Peyxam 21:10-14). Belê, şandiyên dilsoz di pêkanîna armanca Xwedê de roleke muhîm dilîst. Loma, em fehm dikin ku Îsa Mesîh çima dixwest ku ew Cejna Derbasbûnê cara dawîn bi wî re pîroz bikin û di Şîva Xudan de hazir bin.
Wê êvarê, 70 şagirt û şagirtên din ne li wê derê bûn. Dîsa jî, hemû şagirtên dilsoz ji Şîva Xudan feyde distand. Hemû kesên ku bi destê ruhê pîroz hatin hilbijartin ketin “peymaneke ji bo hukimdariyekê”, ya ku Îsa Mesîh wê êvarê ji şandiyên xwe re behsa wê kiribû (Lûqa 22:29, 30).