PROJEYA LÊKOLÎNÊ
Mirovên Dilsoz Sondên Xwe Pêk Tînin
Serweran 11:30-40 bixwîne. Ev ayet nîşan didin ku Yeftah û keça wî li pêkanîna sondan çawa dinêrî.
Bifikire. Îsraîliyên dilsoz li sondên xwe çawa dinêrî? (4. Mûsa 30:2). Yeftah û keça wî baweriya xwe çawa nîşan da? (Serweran 11:9-11, 19-24, 36).
Zêdetir lêkolîn bike. Gava Yeftah sond xwar, dibe ku armanca wî çi bû? (w16.04 rûp. 7 par. 12, bi zimanê Îngilîzî). Yeftah û keça wî çi fedakarî kirin ku sonda Yeftah pêk bînin? (w16.04 rûp. 7-8 par. 14-16, bi zimanê Îngilîzî). Şagirtên Îsa Mesîh dikarin çi sondan bixwin? (w17.04 rûp. 5-8 par. 10-19).
Dersan bistîne. Ji xwe bipirse:
Çi dikare alî min bike ku ez sonda xwe ku ezê heta hetayê ji Yehowa re xizmet bikim, pêk bînim? (w20.03 rûp. 13 par. 20)
Ji bo ku ez hê jî zêdetir ji Yehowa re xizmet bikim, gelo ez dikarim çi fedakariyan bikim?
Çi dikare alî min bike ku ez sonda xwe ya zewacê pêk bînim? (Meta 19:5, 6; Efesî 5:28-33)