KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w25 Sibat r. 8-13
  • Em ji Efûkariya Yehowa Çawa Feydeyê Distînin?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Em ji Efûkariya Yehowa Çawa Feydeyê Distînin?
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • YEHOWA GUNEHÊN ME HILDIDE
  • YEHOWA GUNEHÊN ME PAQIJ DIKE
  • YEHOWA ME DÎSA WEK DOSTÊN XWE QEBÛL DIKE
  • EM JI EFÛKARIYA YEHOWA ÇAWA FEYDEYÊ DIBÎNIN?
  • Bi Efûkariya Yehowa Bawer Be
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
  • Em Çima ji bo Efûkariya Yehowa Spasdar in?
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
  • Yehowa Şaşiyên Me Efû Dike û Nayne Bîra Xwe
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2017
  • Yehowa – Xwedayê Efûkar
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2022
Zêdetir Bibîne
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
w25 Sibat r. 8-13

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 7

KILAM 15 Pesnê Îsa Mesîh Bidin!

Em ji Efûkariya Yehowa Çawa Feydeyê Distînin?

“Ba te efûkariya rastîn heye” (ZEBÛR 130:4, NWT).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Emê bala xwe bidin çend mîsalên Kitêba Pîroz, ên ku nîşan didin ku Yehowa me çawa efû dike. Ev meqale wê alî me bike ku em ji bo efûkariya wî hê jî zêdetir şikirdar bin.

1. Gava kesek dibêje ku ew me efû dike, carinan çima zor e ku em maneya vê fehm bikin?

WEXTA KU kesek dibêje ku ew me efû dike, dilê me rehet dibe – bi xisûsî eger me dilê wî kesî bi gotin yan kirinên xwe êşandibe. Dîsa jî, belkî em tam fehm nakin ku maneya gotinên wî çi ye. Gelo ew dibêje ku em dîsa dostên hev in? Yan gelo ew tenê dibêje ku ew êdî naxwaze meseleyê dirêj bike, lê dîsa jî, dostaniya me êdî xera bûye? Xuya ye ku nêrînên însanan ên li ser efûkirinê carinan ji hev cuda ne.

2. Kitêba Pîroz efûkariya Yehowa Xwedê çawa zelal dike? (Li jêrenotê jî binêre.)

2 Ev yek ku Yehowa Xwedê me çawa efû dike ji vê ku însanên qisûrdar çawa hevdû efû dikin, cuda ye. Efûkariya Yehowa bêemsal e. Nivîskarê Zebûrê di heqê Yehowa de wisa got: “Ba te efûkariya rastîn heye. Ji ber vê yekê, mirov qedrê te digirin”a (Zebûr 130:4, NWT). Belê, efûkariya Yehowa Xwedê “efûkariya rastîn” e. Ew nîşanî me dide ku maneya efûkirinê bi rastî çi ye. Di hin ayetan de, peyva Îbranî, ya ku di Kitêba Pîroz de ji bo “efûkirinê” tê bikaranîn, tu caran ji bo efûkariya însanan nayê bikaranîn.

3. Efûkariya Yehowa Xwedê çawa ji efûkariya însanan cuda ye? (Îşaya 55:6, 7)

3 Gava Yehowa kesekî efû dike, ew gunehên wî kesî bi temamî hildide. Mirovên ku Yehowa efû kirine dikarin wek dostên wî bimînin. Ma em ne şikirdar in ku Yehowa me bi temamî û bi awayekî comerd efû dike? (Îşaya 55:6, 7 bixwîne).

4. Yehowa çawa alî me dike ku em maneya efûkirinê rind fehm bikin?

4 Madem ku efûkariya Yehowa ji efûkariya me cuda ye, însanên qisûrdar çawa dikarin maneya efûkariya rastîn rind fehm bikin? Ji bo vê, Yehowa efûkariya xwe bi çend mîsalan zelal dike. Di vê meqaleyê de, emê bala xwe bidin hin ji van mîsalan, ên ku nîşan didin ku Yehowa gunehên me çawa hildide û îznê dide ku em dîsa bibin dostên wî. Ev mîsal wê alî me bikin ku em ji bo efûkariya Bavê xweyî dilovan hê jî zêdetir şikirdar bin.

YEHOWA GUNEHÊN ME HILDIDE

5. Gava Yehowa gunehên me dibexşîne, çi çêdibe?

5 Di Nivîsarên Pîroz de, guneh carinan tên şibandin barên giran. Dawid Padîşah li ser gunehên xwe wisa got: “Gunehên min, zêde bûn ji serê min, wek barekî giran, giran bûn li ser pişta min” (Zebûr 38:4). Lê Yehowa hazir e ku gunehên kesên tobedar bibexşîne (Zebûr 25:18; 32:5). Peyva Îbranî, ya ku wek “bexşandin” hatiye tercûmekirin, bi eslê xwe tê maneya “hildan”. Yanî, gava Yehowa gunehên me efû dike, ew barekî giran ji milê me hildide.

Destek torbeyekî giran ji milê birayekî hildide.

“Bexişand” (Zebûr 32:5)


6. Yehowa Xwedê gunehên me ji me çi qas dûr dixe?

6 Mîsaleke din nîşan dide ku Yehowa Xwedê gunehên me ji me çi qas dûr dixe. Zebûr 103:12 wisa dibêje: “Rojhilat ji rojava çiqas dûr be, wî gunehên me ewqas ji me dûr kir.” Çawa ku rojhilat û rojava pir dûrî hev in û tu caran nagihîjin hev, Yehowa Xwedê jî gunehên me ji me ew qas dûr dixe. Belê, gava Yehowa gunehên me efû dike, ew me bi temamî efû dike.

Roj diçe ava.

“Rojhilat ji rojava çiqas dûr be” (Zebûr 103:12)


7. Yehowa gunehên me çi dike? (Mîka 7:18, 19)

7 Gava Yehowa gunehên me ji me dûr dixe, gelo ew wan dîsa jî di dilê xwe de xwedî dike? Na. Hîzkiya Padîşah di heqê Yehowa de wisa nivîsî: “Te hemû sûcên min avêt paşî pişta xwe” (Îşaya 38:9, 17, KP). Ev mîsal nîşanî me dide ku Yehowa êdî bala xwe nade gunehên kesên tobedar. Gotinên Hîzkiya Padîşah dikaribû wisa jî bihatana tercûmekirin: “Te gunehên min wisa kirine qey ew çênebûbûn.” Kitêba Pîroz vê fikrê bi mîsaleke din jî nîşanî me dide. Li gor Mîka 7:18, 19 (bixwîne), Yehowa gunehên me davêje binê behrê. Di demên berê de, tiştekî ku diket binê behrê êdî heta hetayê winda dibû.

Kolaj: 1. Torbeyekî giran tê avêtin pişt textê ezmanî yê Yehowa. 2. Torbeyekî giran dikeve binê behrê.

“Te hemû sûcên min avêt paşî pişta xwe” (Îşaya 38:17, KP)

“Tê tevahiya gunehên me, bavêjî binê deryayê” (Mîka 7:19)


8. Heta vira, em çi hîn bûne?

8 Bi alîkariya van mîsalan, em hîn dibin ku gava Yehowa me efû dike, ew me ji barê gunehan xelas dike. Wek Dawid Padîşah gotibû, “Çi qas dilxweş in kesên ku şaşiyên wan hatine efûkirin û gunehên wan hatine jibîrkirin. Çi qas dilxweş e mirovê ku Yehowa gunehê wî hesab nake” (Romayî 4:6-8). Belê, efûkariya rastîn ev e!

YEHOWA GUNEHÊN ME PAQIJ DIKE

9. Netîceya efûkariya Yehowa bi destê kîjan mîsalan tê fehmkirin?

9 Bi alîkariya mîsalên din, Yehowa nîşanî me dide ku ew gunehên kesên tobedar çawa bi destê fîdyeyê paqij dike. Kitêba Pîroz dibêje ku Yehowa van gunehan dişo. Bi vî awayî, kesê gunehkar paqij dibe (Zebûr 51:7; Îşaya 4:4; Yêremya 33:8). Yehowa ji me re dibêje ku netîceyên vê çi ne: “Gunehên we bi xwînê sor jî bûbin, wê wekî berfê spî bibin. Bûbin wekî qirmizê sor jî, wê wekî hiriyê spî bibin” (Îşaya 1:18). Bi rastî jî pir zor e ku lekeyên sor bên paqijkirin. Lê bi destê vê mîsalê, Yehowa eşkere dike ku gunehên me dikarin ew qas rind bên şûştin ku ew êdî nayên dîtin.

Li ser kincê xwişkekê, lekeyeke sor heye. Paşê, wê dîsa eynî kinc li xwe kiriye, lê leke êdî çûye.

“Gunehên we bi xwînê sor jî bûbin, wê wekî berfê spî bibin. Bûbin wekî qirmizê sor jî, wê wekî hiriyê spî bibin” (Îşaya 1:18)


10. Kitêba Pîroz bi destê kîjan mîsalê nîşanî me dide ku Yehowa bi comerdî efû dike?

10 Wek meqaleya berê nîşanî me dabû, guneh dişibin deynan (Meta 6:12; Lûqa 11:4). Her ku em li hemberî Yehowa guneh dikin, deynê me zêde dibe. Lê gava Yehowa me efû dike, ew vî deynê meyî mezin îbtal dike. Piştî ku gunehên me hatine efûkirin, Yehowa me êdî deyndar nabîne. Gava Yehowa me efû dike, dilê me bi rastî jî fireh dibe, ne wisa ye?

Birayek xeber dide, û kaxizek tê qelişandin.

“Şaşiyên me [bi herfî “deynên me”] efû bike” (Meta 6:12)


11. Maneya vê ku Yehowa Xwedê gunehan xîş dike, çi ye? (Karên Şandiyan 3:19)

11 Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Tobe bikin û li Xwedê bizivirin, da ku gunehên we bên xîşkirin” (Karên Şandiyan 3:19, Mizgînî). Yehowa deynên me – yanî gunehên me – ne tenê îbtal dike, ew wan xîş dike jî. Deyn carinan bi xêzeke mezin tên îbtalkirin. Lê belê, dibe ku deyn di bin xêzê de hê jî tê dîtin. Lê “xîşkirin” tiştekî din e. Ji bo ku em vê mîsalê fehm bikin, gerek em bînin bîra xwe ku di demên berê de, murekeb ji komir, zemq û av dihat çêkirin. Bi singêrekî şil, nivîs dikaribû bê paqijkirin. Loma, gava deyn dihat “xîşkirin”, ew bi temamî winda dibû. Nivîsa berê êdî tune dibû û xuya nedikir, qey ev deyn tu caran çênebûbû. Ma em ne spasdar in ku Yehowa gunehên me ne tenê îbtal dike, lê bi temamî xîş dike? (Zebûr 51:9).

Destek bi singêrekî nivîsê ji kaxizekê xîş dike.

“Da ku gunehên we bên xîşkirin” (Karên Şandiyan 3:19, Mizgînî)


12. Ji mîsala di heqê ewrê mezin de, em çi hîn dibin?

12 Yehowa dîsa bi mîsalekê nîşan dide ku ew gunehan çawa xîş dike. Ew dibêje: “Ezê sûcên te qey bi ewrekî û gunehên te qey bi ewrekî mezin binixumînim” (Îşaya 44:22, NWT). Gava Yehowa sûcên me efû dike, ew wan qey bi ewrekî mezin dinixumîne, ji bo ku ew êdî xuya nekin.

Ewrên mezin.

“Ezê … gunehên te qey bi ewrekî mezin xîş bikim” (Îşaya 44:22, NWT)


13. Yehowa gunehên me çawa efû dike?

13 Ji van mîsalan, em çi hîn dibin? Gava Yehowa gunehên me efû dike, ne lazim e ku em bitirsin ku lekeya gunehên me wê heta hetayê li ser me bimîne. Bi saya xwîna Îsa Mesîh, deynê me bi temamî tê îbtalkirin. Heta, şopa vî deynî jî namîne. Belê, wexta ku em ji gunehên xwe tobe dikin, Yehowa me bi vî awayî efû dike.

YEHOWA ME DÎSA WEK DOSTÊN XWE QEBÛL DIKE

Xwişkek li derve kûr difikire.

Bi saya efûkariya Bavê meyî ezmanî, em dikarin bibin dostên wî (Li paragrafa 14an binêre)


14. Em çima dikarin baweriya xwe bi efûkariya Yehowa bînin? (Li resiman jî binêre.)

14 Ji ber ku Yehowa me bi rastî efû dike, em dikarin dîsa bibin dostên wî. Ne lazim e ku em xwe bi dewamî sûcdar hîs bikin yan bitirsin ku Yehowa kînê dajo û li fersendekê digere ku me ceza bike. Tiştekî wisa wê çênebe! Li gor Yêremya pêxember, Yehowa li ser efûkariya xwe wisa dibêje: “Ezê neheqiyên wan bibexişînim û êdî ezê gunehên wan bi bîr neyînim” (Yêremya 31:34). Pawlosê şandî bi van gotinan ji vê ayetê îqtibas kir: “Êdî ez gunehên wan tu caran naynim bîra xwe” (Îbranî 8:12, Mizgînî). Gelo maneya vê çi ye?

Birayek li ezmanan dinêre.

“Êdî ezê gunehên wan bi bîr neyînim” (Yêremya 31:34)


15. Maneya vê ku Yehowa gunehên me êdî nayne bîra xwe, çi ye?

15 Zilamê sûcdar, ê ku li kêleka Îsa Mesîh hat îdamkirin, wisa gotibû: “Ya Îsa, gava ku tu bikevî Hukimdariya xwe, min bîne bîra xwe” (Lûqa 23:42, 43). Gava wî got “min bîne bîra xwe”, wî ne tenê dixwest ku Îsa Mesîh li ser wî bifikire, lê wî dixwest ku ew tiştekî ji bo wî bike. Ji cewaba Îsa Mesîh, em fehm dikin ku ewê wî zilamî ji mirinê rake. Ev mîsal nîşan dide ku di Kitêba Pîroz de, peyva “bîranîn” carinan ne tenê bi fikirînê ve, lê bi kirina tiştekî ve jî girêdayî ye. Loma, gava Yehowa dibêje ku ew gunehên me êdî ‘nayne bîra xwe’, ev yek tê maneya ku di pêşerojê de, ewê me ji ber gunehên ku wî jixwe efû kirine, ceza neke.

16. Kitêba Pîroz li ser azadiya ku em bi saya efûkariya rastîn distînin, çi dibêje?

16 Kitêba Pîroz bi destê mîsaleke din alî me dike ku em azadiya ku em bi saya efûkariya rastîn distînin, fehm bikin. Ji ber ku em gunehkar in, em “xulamên guneh” bûn. Lê bi saya vê ku Yehowa em efû kirine, em dişibin xulamên ku êdî “ji guneh azad bûn” (Romayî 6:17, 18; Peyxam 1:5). Belê, em pir dilxweş in ku bi saya efûkariya Yehowa, em ji xulamtiyê azad bûne.

Destên ku bi kelepçe girêdayî ne, vedibin.

“Hûn ji guneh azad bûn” (Romayî 6:18)


17. Em çawa bi saya efûkariya Yehowa şîfayê dibînin? (Îşaya 53:5)

17 Îşaya 53:5 bixwîne. Mîsala dawîn, a ku emê lê binêrin, me dişibîne mirovên bi nexweşiyeke giran. Bi saya fîdyeya ku Yehowa Xwedê bi destê Îsa Mesîh tedarek kiriye, em qey ji vê nexweşiyê şîfayê dibînin (1. Petrûs 2:24). Gava em guneh dikin, dostaniya me ya bi Yehowa re xera dibe. Lê bi saya fîdyeyê, Yehowa me efû dike, û em dikarin ji nû ve bibin dostên wî. Çawa ku kesekî ku ji nexweşiyeke giran filitiye pir dilxweş e, em jî pir dilxweş in ji ber ku dostaniya me ya bi Yehowa re bi saya efûkariya wî ji nû ve çêbûye.

Kolaj: Fîdyeya Îsa Mesîh rê vedike ku em ji nû ve bibin dostên Yehowa. 1. Îsa Mesîh li ser darê îşkenceyê. 2. Hizûr ketiye dilê birayekî, û ew li parkekê dua dike.

“Me bi birînên wî şîfa dît” (Îşaya 53:5)


EM JI EFÛKARIYA YEHOWA ÇAWA FEYDEYÊ DIBÎNIN?

18. Em ji mîsalên ku Kitêba Pîroz li ser efûkariya Yehowa bi kar tîne, çi hîn bûne? (Li çarçoveya “Yehowa Me Çawa Efû Dike?” binêre.)

18 Gelo em ji mîsalên ku Kitêba Pîroz li ser efûkariya Yehowa bi kar tîne, çi hîn bûne? Wexta ku Yehowa me efû dike, halê me wisa dibe qey me qet guneh nekiribû, û ew me ji bo gunehên me yên berê ceza nake. Di netîceyê de, em dikarin ji nû ve bibin dostên Bavê xweyî ezmanî. Ev yek ku Yehowa me efû dike, helbet ne heqê me ye, lê keremeke mezin e (Romayî 3:24).

Resmên mîsalên di vê meqaleyê de. Kolaj: Yehowa gunehên me hildide. 1. “Bexişand”: Destek torbeyekî giran ji milê birayekî hildide. 2. “Rojhilat ji rojava çiqas dûr be”: Roj diçe ava. 3. “Te hemû sûcên min avêt paşî pişta xwe”: Torbeyekî giran tê avêtin pişt textê ezmanî yê Yehowa. 4. “Tê tevahiya gunehên me, bavêjî binê deryayê”: Torbeyekî giran dikeve binê behrê. Kolaj: Yehowa gunehên me paqij dike. 1. “Gunehên we bi xwînê sor jî bûbin, wê wekî berfê spî bibin. Bûbin wekî qirmizê sor jî, wê wekî hiriyê spî bibin”: Li ser kincê xwişkekê, lekeyeke sor heye. Paşê, wê dîsa eynî kinc li xwe kiriye, lê leke êdî çûye. 2. “Şaşiyên me [bi herfî “deynên me”] efû bike”: Birayek xeber dide, û kaxizek tê qelişandin. 3. “Da ku gunehên we bên xîşkirin”: Destek bi singêrekî nivîsê ji kaxizekê xîş dike. 4. “Ezê … gunehên te qey bi ewrekî mezin xîş bikim”: Ewrên mezin. Kolaj: Yehowa me dîsa wek dostên xwe qebûl dike. 1. “Êdî ezê gunehên wan bi bîr neyînim”: Birayek li ezmanan dinêre. 2. “Hûn ji guneh azad bûn”: Destên ku bi kelepçe girêdayî ne, vedibin. 3. “Me bi birînên wî şîfa dît”: Îsa Mesîh li ser darê îşkenceyê. Li resmekî din, birayekî ku hizûr ketiye dilê wî li parkekê dua dike.

19. (a) Gerek em ji bo çi şikirdar bin? (Romayî 4:8) (b) Mijara meqaleya din çi ye?

19 Romayî 4:8 bixwîne. Ma em ne şikirdar in ku Yehowa Xwedayê “efûkariya rastîn” e? (Zebûr 130:4, NWT). Lê belê, efûkirina gunehên me bi tiştekî muhîm ve girêdayî ye. Îsa Mesîh wisa gotibû: “Eger hûn sûcên mirovan efû bikin, Bavê weyî ezmanî jî wê sûcên we efû bike. Lê eger hûn sûcên kesên din efû nekin, Bavê we jî wê sûcên we efû neke” (Meta 6:14, 15). Eşkere ye ku gerek em efûkariya Yehowa ji xwe re emsal bigirin. Lê em çawa dikarin vêya bikin? Meqaleya din wê li ser vê mijarê melûmatê bide.

PIRSÊN DUBAREKIRINÊ

  • Li gor Kitêba Pîroz, Yehowa gunehên me çawa hildide?

  • Em ji ku dizanin ku Yehowa gunehên me paqij dike?

  • Em ji efûkariya rastîn a Yehowa çawa feydeyê dibînin?

KILAM 46 Em ji Te re Şikurdar in, Yehowa

a Di vê ayetê de, peyvên eslî yên bi zimanê Îbranî nîşan didin ku tenê Yehowa dikare gunehan bi rastî efû bike. Gelek tercûmeyên Kitêba Pîroz vê fikra muhîm rind eşkere nakin.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne