TEWSIYEYÊN JI BO LÊKOLÎNÊ
Neynikê Rast bi Kar Bîne
Aqûbê şagirt Kitêba Pîroz şiband neynikeke ku nîşanî me dide ku di dilê me de çi heye (Aqûb 1:22-25). Gelo em çawa dikarin Kitêba Pîroz wek neynikekê bi kar bînin?
Bi dîqat bixwîne. Eger em lez bi lez di neynikê de li xwe binêrin, dibe ku kêmasiyeke me ji çavê me bireve. Mîna vê, ji bo ku em pê derxin ka di şexsiyeta me de çi kêmasî hene, gerek em Kitêba Pîroz bi dîqat bixwînin.
Li xwe binêre, ne li kesên din. Gava em neynikê ne li ser xwe, lê li ser kesên din bigirin, dibe ku em kêmasiyên wan bibînin. Mîna vê, em helbet dikarin bi destê Kitêba Pîroz pê derxin ka kêmasiyên kesên din çi ne. Lê belê, ev yek wê alî me neke ku em kêmasiyên xwe serrast bikin.
Maqûl be. Eger em bi zêdeyî bala xwe bidin kêmasiyên xwe, yên ku em di neynikê de dibînin, dibe ku em cesareta xwe winda bikin. Loma, gava em Kitêba Pîroz dixwînin, gerek em maqûl bin. Madem ku Yehowa ji me bêqisûriyê naxwaze, gerek em jî nefikirin ku gerek em bêqisûr bin (Aqûb 3:17).