TEWSIYEYÊN JI BO LÊKOLÎNÊ
Ji Resiman Feydeyê Bistîne
Resmên ku di weşanên me de hene bala me dikişînin ser fikrên muhîm. Gelo em çawa dikarin ji van resiman feydeyê bistînin?
Berî xwendina meqaleyekê li resiman binêre. Gava em xwarineke xweş dibînin, daxwaza me zêde dibe ku em wê bixwin. Mîna vê, resim dikarin daxwaza te zêde bikin ku tu meqaleyê bixwînî. Loma, ji xwe bipirse: “Gelo ez çi dibînim?” (Amos 7:7, 8, KP).
Gava tu meqaleyê dixwînî, bifikire ku resmên ku tê de hene çima hatine hilbijartin. Bala xwe bidê ku resim çawa bi mijarê ve û bi jiyana te ve girêdayî ne.
Piştî xwendinê, nuqteyên sereke yên meqaleyê bi alîkariya resiman di ber çavan re derbas bike. Ka çavên xwe bigire û bîne bîra xwe ku kîjan resim hebûn û bi çi dersê ve girêdayî bûn.
Li resmên di vê kovarê de binêre û biceribîne ka tê bîra te ku tu çi hîn bûyî.