KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w25 Hezîran r. 2-7
  • Dersên ji Gotinên Dawîn ên Aqûb – Qisim 1

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Dersên ji Gotinên Dawîn ên Aqûb – Qisim 1
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • RÛBEN
  • ŞÎMEON Û LÊWÎ
  • CIHÛDA
  • Dersên ji Gotinên Dawîn ên Aqûb – Qisim 2
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
  • Aqûb û Esaw di Nav Xwe de Aştiyê Çêdikin
    Dersên ji Kitêba Pîroz
  • Xwe Bispêre Yehowa û Qerarên Baş Bide
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2023
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
w25 Hezîran r. 2-7

MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 24

KILAM 98 Nivîsarên Pîroz ji Îlhama Xwedê ne

Dersên ji Gotinên Dawîn ên Aqûb – Qisim 1

“Aqûb gazî kurên xwe kir û got: ‘Li dora min bicivin, tiştê ku wê di rojên pêş de bê serê we, ez ji we re bêjim’” (1. MÛSA 49:1).

EMÊ ÇI HÎN BIBIN?

Emê bala xwe bidin hin dersên ku em dikarin ji gotinên dawîn ên Aqûb ên li ser Rûben, Şîmeon, Lêwî û Cihûda bistînin.

1-2. Gava mirina Aqûb êdî nêzîk bû, wî çi kir, û çima? (Li resim jî binêre.)

GAVA xizmetkarê Yehowa Aqûb êdî kal bûbû, wî mala xwe bar kir û bi malbata xwe ji welatê Kenanê çû welatê Misrê û 17 sal li wê derê ma (1. Mûsa 47:28). Aqûb difikirî ku kurê wî Ûsiv mirî bû, loma gava wî ew dîsa dît, ew pir dilxweş bû. Lê niha, Aqûb fehm kir ku mirina wî nêzîk e. Loma, wî hemû kurên xwe li dora xwe top kirin (1. Mûsa 49:28).

2 Wê demê adet bû ku serê malbatê berî mirina xwe malbata xwe top bike û telîmatên xwe yên dawîn ji wan re bibêje (Îşaya 38:1). Li wê civînê, kesên ku li ber mirinê bûn carinan digot ku piştî mirina wan, kî wê bibe serê malbatê.

Gava Aqûb li ber mirinê bû, wî ji 12 kurên xwe re got ku çi wê çêbe (li paragrafên binêre 1-2)


3. Li gor 1. Mûsa 49:1, 2, gotinên Aqûb çima pir muhîm bûn?

3 1. Mûsa 49:1, 2 bixwîne. Lê belê, civîna ku Aqûb tevî kurên xwe derbas kir, cuda bû, çimkî ew ne tenê serê malbatê bû, lê pêxember bû jî. Di wê civînê de, Aqûb bi îlhama Yehowa ji kurên xwe re behsa pêşeroja wan û zarokên wan kir.

4. Aqûb ji berê ve çi got, û gotinên wî ji bo me çima bifeyde ne? (Li çarçoveya “Malbata Aqûb” jî binêre.)

4 Di vê meqaleyê de, emê bibînin ku Aqûb ji çar kurên xwe re, yanî ji Rûben, Şîmeon, Lêwî û Cihûda re çi got. Di meqaleya din de, emê bibînin ku wî ji heşt kurên xwe yên din re çi got. Wî ji berê ve got ku çi li benda kurên wî û zarokên wan in. Bi zeman re, ew bûn miletê Îsraîl. Tarîxa vî miletî nîşan dide ku gotinên Aqûb çawa hatin cih. Wekî din, dersên ku em dikarin ji gotinên wî bistînin dikarin alî me bikin ku em dilê Bavê meyî ezmanî Yehowa xweş bikin.

Cedweleke ku malbata Aqûb nîşan dide. Du jinên wî hebûn, Lêa û Rahel, û du cariyeyên wî jî hebûn, Bîlha û Zîlpa. Zarokên wî Rûben, Şîmeon, Lêwî, Cihûda, Îsexar, Zebûlon û Dîna ji Lêayê çêbûn. Kurên wî Ûsiv û Benyamîn ji Rahelê çêbûn. Kurên wî Neftelî ji Bîlhayê çêbûn. Gad û Aşer ji Zîlpayê çêbûn.

RÛBEN

5. Dibe ku Rûben li bendê bû ku çi îmtiyazê bistîne?

5 Aqûb ji kurê xweyî mezin Rûben re wisa got: “Tu nixuriyê min … î” (1. Mûsa 49:3). Ji ber ku Rûben kurê pêşîn bû, ew bi îhtimaleke mezin li bendê bû ku du parên mal û milkê bavê xwe bistîne. Wekî din, ew belkî li bendê bû ku piştî mirina bavê xwe bibe serê malbatê û ku kesekî ji zuriyeta wî wê her tim bibe serê malbatê.

6. Rûben çima heqê kurê pêşîn winda kir? (1. Mûsa 49:3, 4)

6 Lê belê, Rûben heqê kurê pêşîn winda kir (1. Dîrokan 5:1). Gelo çima? Demeke piştî mirina Rahelê, Rûben bi xizmetkara wê Bîlhayê re raket (1. Mûsa 35:19, 22). Rahelê Bîlha wek cariye dabû Aqûb. Gelo Rûben çima tiştekî wisa kir? Ew kurê Lêayê bû, yanî kurê xwişka Rahelê. Dibe ku wî wisa kir ji bo ku bavê wî ji Bîlhayê nefret bike û ji diya wî Lêayê zêdetir hez bike. Yan jî belkî Rûben ji ber şehwetê wisa kir. Sebeb her çi bû jî, kirina wî di çavê Yehowa û Aqûb de tiştekî pir xerab bû (1. Mûsa 49:3, 4 bixwîne).

7. Halê Rûben û zuriyeta wî çawa bû? (Li çarçoveya “Gotinên Dawîn ên Aqûb” jî binêre.)

7 Aqûb ji Rûben re wisa got: “Êdî tu nabî yê herî hêja.” Gotinên wî hatin cih. Li gor Kitêba Pîroz, yek ji zuriyeta Rûben nebû padîşah, kahîn yan pêxember. Dîsa jî, Aqûb kurê xwe red nekir, û zuriyeta Rûben bû eşîreke miletê Îsraîl (Yêşû 12:6). Rûben di rewşên din de xisûsiyetên baş nîşan dabûn, û wisa xuya dike ku wî êdî bêexlaqî nedikir (1. Mûsa 37:20-22; 42:37).

Gotinên Dawîn ên Aqûb

Rûben.

Kur

Rûben

Gotin

“Êdî tu nabî yê herî hêja” (1. Mûsa 49:4).

Pêkhatin

Yek ji eşîra Rûben nebû serokê miletê Îsraîl (1. Dîrokan 5:1, 2).

8. Em dikarin ji serpêhatiya Rûben çi dersan bistînin?

8 Dersa ji bo me çi ye? Gerek em xwestekên xwe yên nerast bindest bikin û xwe ji bêexlaqiya cinsî dûr bigirin. Eger em bên ceribandin, bila em bînin ber çavê xwe ku eger em tiştekî nebaş bikin, ev yek wê dilê Yehowa, malbata me û kesên din çi qas biêşîne. Wekî din, bila em ji bîr nekin ku “mirov çi biçîne, ewê wê bidirû” (Galatî 6:7). Ji aliyê din ve, serpêhatiya Rûben rehma Yehowa nîşan dide. Yehowa me her çi qas ji netîceyên şaşiyên me naparêze jî, eger em ya rast bikin, ewê dilsoziya me bibereket bike.

ŞÎMEON Û LÊWÎ

9. Aqûb çima ji kurên xwe Şîmeon û Lêwî ne razî bû? (1. Mûsa 49:5-7)

9 1. Mûsa 49:5-7 bixwîne. Paşê, Aqûb li ser Şîmeon û Lêwî xeber da. Ji gotinên wî tê fehmkirin ku ew ji wan ne razî bû. Çend sal berê, zilamekî Kenanî yê bi navê Şekem xerabî li keça Aqûb Dînayê kiribû. Hemû kurên Aqûb ji ber vê yekê aciz bûn, lê Şîmeon û Lêwî kîn ajot û hêrsa xwe kontrol nekir. Wan bi hîle soz da ku eger Şekem û xelkê wî sinet bibin, ewê bi wan re aştiyê çêkin. Wan zilaman jî qebûl kir û sinet bûn. Lê belê, gava ew ji ber sinetê hê birîndar bûn, “Şimûn û Lêwî, şûrên xwe hildan, bêtirs ketin bajêr û hemû mêr kuştin” (1. Mûsa 34:25-29).

10. Gotinên Aqûb ên li ser Şîmeon û Lêwî çawa hatin cih? (Li çarçoveya “Gotinên Dawîn ên Aqûb” jî binêre.)

10 Aqûb ji ber kirinên du kurên xwe pir aciz bû. Loma, wî ji berê ve got ku di nav welatê Îsraîl de, erdên wan wê ji hev dûr û belavbûyî bin. Zêdetirî 200 sal bi şûn de, gava miletê Îsraîl ket Welatê Sozdayî, ev gotin hatin cih. Erdên ku eşîra Şîmeon wek mîras standin di nav erdê eşîra Cihûda de bûn (Yêşû 19:1). Lêwî jî 48 bajarên belavbûyî wek mîras standin (Yêşû 21:41).

Gotinên Dawîn ên Aqûb

Şîmeon.

Kur

Şîmeon

Gotin

“Ezê wan di nav gelê Aqûb de ji hev dûr bikim” (1. Mûsa 49:7).

Pêkhatin

Erdên eşîra Şîmeon di nav erdê Cihûda de bûn û ji hev dûr bûn (Yêşû 19:1-8).

Lêwî.

Kur

Lêwî

Gotin

“Ezê wan … li nav Îsraêl belav bikim” (1. Mûsa 49:7).

Pêkhatin

Eşîra Lêwî li 48 bajaran li welatê Îsraîlê belav bû (Yêşû 21:41).

11. Eşîrên Şîmeon û Lêwî çi tiştên baş kirin?

11 Neviyên Şîmeon û Lêwî şaşiyên kal û bavên xwe dubare nekirin. Eşîra Lêwî ji bo îbadeta pak pir bixîret bû. Gava Mûsa li Çiyayê Sînayê Qanûn ji Yehowa stand, gelek Îsraîliyan ji golikê zêrîn re îbadet kir. Lê belê, Lêwiyan pûtperestî nekir, û wan bi Mûsa re kesên ku ji golik re îbadet kiribû, kuştin (2. Mûsa 32:26-29). Yehowa qerar da ku îmtiyaza kahîntiyê bide eşîra Lêwî (2. Mûsa 40:12-15; 4. Mûsa 3:11, 12). Gava Welatê Sozdayî dihat bindestkirin, Şîmeoniyan li gor armanca Yehowa bi mêrxasî tevî eşîra Cihûda mil bi mil şer kir (Serweran 1:3, 17).

12. Em dikarin ji serpêhatiya Şîmeon û Lêwî çi dersan bistînin?

12 Dersa ji bo me çi ye? Gerek em hêrsa xwe bindest bikin. Gava dost yan merivekî me rastî neheqiyê tê, helbet normal e ku em aciz bibin (Zebûr 4:4). Lê belê, gerek em ji bîr nekin ku Yehowa naxwaze ku em kesên din bi gotin û kirinên xwe biêşînin (Aqûb 1:20). Gava em di civatê de yan li derveyî civatê rastî neheqiyê tên, em dîsa jî li gor prensîpên Kitêba Pîroz hereket dikin û bi hêrs zerarê nadin tu kesî (Romayî 12:17, 19; 1. Petrûs 3:9). Wekî din, eger dê û bavê te li gor dilê Yehowa hereket nekin jî, tu ne mecbûr î ku mîna wan bikî. Nefikire ku tu nikarî dilê Yehowa şa bikî. Eger tu xîret bikî ku bi pêş ve herî û ya rast bikî, Yehowa wê te xelat bike.

CIHÛDA

13. Gava dora Cihûda hat, dibe ku wî çima endîşe kir ka bavê wî wê çi bibêje?

13 Paşê, Aqûb bi kurê xwe Cihûda re xeber da. Gava Cihûda bihîst ku bavê wî ji birayên wî re çi got, dibe ku wî endîşe kir, çimkî wî jî hin şaşiyên giran kiribûn. Mesela, wisa tê fehmkirin ku gava Şîmeon û Lêwî bajarê Şekemê talan kir, Cihûda jî bi wan re çû (1. Mûsa 34:27). Wekî din, gava birayên Ûsiv ew wek kole firotin û li ser vê yekê ji bavê xwe re derew got, tiliya Cihûda jî di nav de bû (1. Mûsa 37:31-33). Paşê, ew bi bûka xwe Tamarê re raket ji ber ku ew difikirî ku ew fahîşe ye (1. Mûsa 38:15-18).

14. Cihûda çi tiştên baş kiribûn? (1. Mûsa 49:8, 9)

14 Ji aliyê din ve, Cihûda tiştên baş jî kiribûn. Mesela, wî nîşan dabû ku ew ji bavê xweyî emirmezin hez dike, û ew hazir bû ku di oxira birayê xweyî biçûk Benyamîn de bibûya kole (1. Mûsa 44:18, 30-34). Ji ber vê yekê, Aqûb behsa şaşiyên Cihûda nekir, lê bi îlhama Xwedê duaya xêrê li wî kir û pesnê wî da (1. Mûsa 49:8, 9 bixwîne).

15. Gotinên Aqûb çawa li ser Cihûda hatin cih?

15 Aqûb ji berê ve got ku Cihûda wê li ser birayên xwe hukim bajo. Lê belê, çend sedsal derbas bûn heta ku ev gotin hat cih. Teqrîben 200 sal bi şûn de, piştî ku miletê Îsraîl ji welatê Misrê derket û ber bi Welatê Sozdayî ve diçû, eşîra Cihûda pêşiya eşîrên din bi rê ket (4. Mûsa 10:14). Çend sal bi şûn de, eşîra Cihûda eşîra pêşîn bû, ya ku li hemberî Kenaniyan şer kir ku Welatê Sozdayî bindest bike (Serweran 1:1, 2). Dawid Padîşah û padîşahên piştî wî ji eşîra Cihûda bûn. Lê belê, gotinên Aqûb bi awayekî din jî hatin cih.

16. Gotinên 1. Mûsa 49:10 çawa hatin cih? (Li çarçoveya “Gotinên Dawîn ên Aqûb” jî binêre.)

16 Aqûb ji berê ve gotibû ku kesekî ji zuriyeta Cihûda wê bibe Hukimdarê dinyayê (1. Mûsa 49:10 û jêrenotê bixwîne). Ev Hukimdar, ê ku Aqûb wek “Şîlo” bi nav kir, Îsa Mesîh bû. Melekekî di heqê wî de wisa got: “Yehowa Xwedê wê textê bavê wî Dawid bide wî” (Lûqa 1:32, 33). Wekî din, Îsa Mesîh wek “Şêrê ku ji eşîra Cihûda ye” tê binavkirin” (Peyxam 5:5).

Gotinên Dawîn ên Aqûb

Cihûda.

Kur

Cihûda

Gotin

“Wê gopalê serweriyê ji destê Cihûda dernekeve” (1. Mûsa 49:10).

Pêkhatin

Îsa Mesîh, ê ku ji zuriyeta Cihûda ye, bûye Padîşahê Padîşahiya Xwedê (Lûqa 1:32, 33).

17. Wek Yehowa, gerek em li kesên din çawa binêrin?

17 Dersa ji bo me çi ye? Cihûda hin şaşiyên giran kiribûn, lê dîsa jî, Yehowa ew bibereket kir. Dibe ku birayên Cihûda meraq dikir ka ew çima hat xelatkirin. Lê belê, Yehowa di Cihûda de tiştên baş dîtin, loma wî ew bibereket kir. Gelo em çawa dikarin Yehowa ji xwe re emsal bigirin? Gava xwişk yan birayekî me îmtiyazeke xisûsî distîne, dibe ku em serê pêşîn bala xwe bidin kêmasiyên wî kesî. Lê belê, gerek em ji bîr nekin ku Yehowa bê guman ji xisûsiyetên baş ên wî kesî razî ye. Belê, Yehowa bala xwe dide aliyên baş ên xizmetkarên xwe. Bila em jî wisa bikin!

18. Çima gerek em sebir bikin?

18 Wekî din, serpêhatiya Cihûda nîşan dide ku gerek em sebir bikin. Yehowa sozên xwe her tim tîne cih, lê em carinan nizanin ku ewê vêya kengê û çawa bike. Mesela, kesên ji eşîra Cihûda di cih de nebûn serokên miletê Îsraîl. Dîsa jî, wan bi dilsozî destek dida kesên ku Yehowa tayîn dikirin, mesela Mûsayê ji eşîra Lêwî, Yêşûyê ji eşîra Efraîm û Saûl Padîşah, ê ku ji eşîra Benyamîn bû. Bila em jî destekê bidin kesên ku Yehowa tayîn dike ku ew rêberiya me bikin (Îbranî 6:12).

19. Ji gotinên dawîn ên Aqûb, em dikarin li ser Yehowa çi hîn bibin?

19 Heta vira, em ji gotinên dawîn ên Aqûb çi hîn bûne? Xuya ye ku “Xudan wekî mirov dibînin nabîne” (1. Samûyêl 16:7). Rehm û sebra Yehowa mezin e. Ew her çi qas çavê xwe li ser şaşiyan nagire jî, ew dizane ku xizmetkarên wî ne kamil in. Heta, eger kesekî şaşiyeke giran kiribe jî, eger ew ji dil tobe bike û ya rast bike, Yehowa dikare wî xelat bike. Di meqaleya din de, emê bibînin ku Aqûb ji heşt kurên din re çi got.

JI VAN GOTINÊN AQÛB, EM DIKARIN ÇI DERSAN BISTÎNIN?

  • Gotinên wî yên ji Rûben re

  • Gotinên wî yên ji Şîmeon û Lêwî re

  • Gotinên wî yên ji Cihûda re

KILAM 124 Tim Dilsoz Be

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne