Indianapolis (Indiana): Komcivîna sala 1925an
1925 – Sed Sal Berê
KOVARA Birca Çavdêriyê ya 1 Çile 1925 wisa got: “Şagirtên Îsa Mesîh bi çar çavan li benda vê salê bûn.” Lê paşê, meqaleyê wisa dewam kir: “Ew her çi qas meraq dikin ku îsal çi wê çêbe jî, gerek ew îhmal nekin ku karê Efendiyê me bi dilxweşî bînin cih.” Di sala 1925an de, gelo Lêkolînerên Kitêba Pîroz li benda çi bûn? Gava tiştên ku ew li benda wan bûn, nehatin cih, ew dîsa jî çawa bi karê Efendiyê me mijûl bûn?
HÊVIYA KU NEHAT CIH
Gelek Lêkolînerên Kitêba Pîroz li bendê bûn ku ceneta li rûyê erdê di sala 1925an de ji nû ve ava bibe. Gelo çima? Birayê Albert Schroeder, ê ku paşê bû endamê Koma Rêberiyê, wisa got: “Em difikirîn ku wê demê, hilbijartiyên bermayî wê herin ezmanan û bikevin Padîşahiya Xwedê û xizmetkarên Xwedê yên berê, mesela Birahîm, Dawid û kesên din, wê ji mirinê bên rakirin û li ser erdê bibin mîr.” Lê gava ev hêviya wan nehat cih, hin ji wan xemgîn bûn (Methelokên Silêman 13:12).
Dîsa jî, piraniya Lêkolînerên Kitêba Pîroz dev ji belavkirina mizgîniyê berneda, û wan her ku diçû fehm dikir ku gerek ew şahidiya Yehowa bikin. Mesela, ka binêre ku wan çi dikir ku rastiya Kitêba Pîroz li her derê bidin bihîstin.
ÎSTASYONÊN RADYOYÊ ZÊDE DIBIN
Sala berê, îstasyona radyoyê ya bi navê WBBR pir serkeftî bû. Loma, Lêkolînerên Kitêba Pîroz nêzîkî bajarê Chicagoyê (Illinois) îstasyoneke nû ava kir. Navê vê îstasyona radyoyê, WORD bû. Ralph Leffler, muhendîsekî ku di avakirina îstasyonê de kar kiribû, wisa got: “Di şevên sar ên zivistanê de, weşana vê îstasyonê gihîşt cihên pir dûr.” Mesela, malbateke ku li bajarê Pilot Station (Alaska) dijiya yek ji bernameyên pêşîn bihîst. Paşê, wan ji îstasyonê re nameyek nivîsand û ji bo vê bernameya teşwîqdar, a ku alî wan kir ku ew li ser Kitêba Pîroz û Xwedê zêdetir melûmatê bistînin, spas kir.
Aliyê çepê: Batavia (Illinois): Bircên radyoyê yên îstasyona bi navê WORD
Aliyê rastê: Ralph Leffler li îstasyona radyoyê dixebite
Birca Çavdêriyê ya 1 Kanûn 1925 li ser tesîra vê îstasyona radyoyê wisa got: “WORD yek ji îstasyonên herî biqewet ên Amerîkayê ye û bi 5.000 Watt dixebite. Weşana vê îstasyonê bi rehetî digihîje hêla Atlantîk û Pasîfîk, Kûba û herêmên li bakurê Alaskayê. Gelek kesên ku berê di heqê rastiyê de nebihîstibû bi saya vê îstasyonê eleqedar bûne.”
George Naish
Wekî din, Lêkolînerên Kitêba Pîroz xîret dikir ku bi destê radyoyê mizgîniyê li Kanadayê zêdetir belav bikin. Di sala 1924an de, îstasyoneke bi navê CHUC li bajarê Saskatoonê (Saskatchewan) hat avakirin. Ew îstasyon yek ji îstasyonên pêşîn bû, yên ku li Kanadayê bernameyên dînî diweşandin. Di sala 1925an de, lazim bû ku cihê vê îstasyona biçûk bê guhertin. Loma, teşkîlatê ev îstasyon kirî û studyoyên weşandinê derbasî tiyatroyeke kevin a li Saskatoonê kir, ê ku ji bo vê armancê hat kirîn.
Bi saya vê îstasyonê, gelek kesên ku li herêmên tenha yên Saskatchewanê dijiyan cara pêşîn di heqê mizgîniyê de bihîst. Mesela, li bajarekî dûr, jinikekê piştî ku guh dabû bernameyeke radyoyê, nameyek nivîsî û xwest ku çend weşanên li ser Kitêba Pîroz jê re bên şandin. Birayê George Naish wisa got: “Wisa bû qey wê bi dengê bilind bang kir: ‘Me hîn bikin!’ Me jî hemû cîldên Dersên Nivîsarên Pîroz ji wê re şandin. Pir wext derbas nebû ku wê jinikê dest pê kir ku mizgîniyê li cihên hê jî dûrtir belav bike.
RASTIYEKE MUHÎM
Di kovara Birca Çavdêriyê ya 1 Adar 1925 de meqaleyeke bi navê “Bûyîna Milet” derket. Gelo ev meqale çima ew qas muhîm bû? Lêkolînerên Kitêba Pîroz êdî dizanibû ku teşkîlata Îblîs heye. Ev teşkîlat ji cinan û sîstemên dînî, ticarî û siyasî yên dinyayê pêk tê. Lê bi saya vê meqaleyê, “xulamê dilsoz û bihîkmet” nîşanî xwişk û birayan da ku teşkîlata Yehowa jî heye. Ev teşkîlat ji teşkîlata Îblîs bi temamî cuda ye û li dijî wê ye (Meta 24:45). Wekî din, xulamê dilsoz zelal kir ku Hukimdariya Xwedê di sala 1914an de dest bi hukimajotinê kiribû, û ji ber şerê ku wê salê li ezmanan çêbûbû, Îblîs û cinên wî ji ezmanan hatibûn avêtin xwarê (Peyxam 12:7-9).
Li hin kesan zor hat ku vê fehmkirina nû qebûl bikin. Loma, meqaleyê wisa got: “Eger hin xwendevanên Birca Çavdêriyê bi van gotinan qayîl nînin, bila ew bi sebir û bi dilekî pak li benda Efendiyê me bin.”
Pêşengekî ji Brîtanyayê yê bi navê Tom Eyre got ku gava ev meqale derket, reaksiyona piraniya Lêkolînerên Kitêba Pîroz çawa bû: “Gava wan bihîst ku maneya beşa 12an a kitêba Peyxamê çi ye, ew dilxweş bûn. Me fehm kir ku Hukimdariya Xwedê li ezmanan dest bi hukimajotinê kiribû, û me xwest vê mizgîniyê bidin mirovan. Loma, me hê jî zêdetir xizmet dikir, û me fehm kir ku di pêşerojê de, Yehowa wê tiştên xweş bike.”
ŞAHIDIYA JI BO YEHOWA
Îro, Şahidên Yehowa van gotinên Kitêba Pîroz baş dizanin: “Yehowa wisa dibêje: ‘Hûn şahidên min in, belê, xulamê min ê ku min hilbijartiye’” (Îşaya 43:10, WDN). Berî sala 1925an, weşanên me pir behsa vê ayetê nekiribû. Lê belê, di sala 1925an de, 11 hejmarên kovara Birca Çavdêriyê behsa Îşaya 43:10, 12 kir.
Di dawiya Tebaxa 1925an de, Lêkolînerên Kitêba Pîroz ji bo komcivînekê li bajarê Indianapolisê (Indiana) li hev top bûn. Li ser bernameya komcivînê, ev gotinên Joseph Rutherford nivîsî bûn: “Em hatine vê komcivînê ku em … ji Xwedê ji nû ve qewetê bistînin, da ku em wek şahidên wî mizgîniyê belav bikin.” Li wê komcivîna heştrojî, temaşevan hatin teşwîqkirin ku her fersendê bi kar bînin ku şahidiya Yehowa bikin.
Roja Şemiyê, 29ê Tebaxê, birayê Rutherford di gotareke xwe de zelal kir ku belavkirina mizgîniyê çi qas muhîm e: “Yehowa ji xizmetkarên xwe re dibêje …: ‘Hûn şahidên min in … ku ez Xwedê me.’ Paşê, ev emir bi eşkereyî ji wan re tê dayîn: ‘Ji bo xelkê alayekê daçikînin.’ Li rûyê erdê ji xeynî [xizmetkarên wî], yên ku ruhê Xwedê li ser wan e, kes tune ye ku dikare ji bo xelkê alayekê daçikîne. Loma, ew şahidên wî ne” (Îşaya 43:12; 62:10, NWT).
Belavoka bi navê Xebera Hêviyê
Piştî vê gotarê, temaşevanan bi yekdengî qerareke bi navê “Xebera Hêviyê” qebûl kir. Tê de hat gotin ku tenê Hukimdariya Xwedê dikare “aştî, xweşî, sihet, jiyan, azadî û dilxweşiya herheyî” bîne. Ev qerar paşê bi çend zimanan hat tercûmekirin û wek belavok hat çapkirin, û 40 milyon nisxeyên vê belavokê hatin belavkirin.
Dîsa çend sal derbas bûn heta ku Lêkolînerên Kitêba Pîroz xwe wek Şahidên Yehowa bi nav kir. Lê belê, wan ji berê ve jî her ku diçû baştir fehm dikir ku gerek ew şahidiya wî bikin.
ZIYARETÊN DUBARE
Her ku hejmara Lêkolînerên Kitêba Pîroz li seranserê dinyayê zêde dibû, ew dihatin teşwîqkirin ku kesên ku berê bi mizgîniyê eleqedar bûbûn, dîsa ziyaret bikin. Piştî kampanyaya ji bo belavkirina belavoka Xebera Hêviyê, di bernameya Bulletina de ev telîmat derket: “Lazim e ku mizgînvan dîsa herin ba kesên ku her çi qas weşan qebûl nekiribûn jî, belavoka Xebera Hêviyê qebûl kiribû.”
Bernameya Bulletin a Çileya 1925an behsa vê rapora Lêkolînerekî Kitêba Pîroz ê ji Planoyê (Teksas) kir: “Gelek caran, saheyên ku mizgînvan çend caran çûbûn ba mirovan ji saheyên nû berdartir in. Li herêma me, bajarekî biçûk heye, yê ku li wê derê mizgînî di 10 salên berê de pênc car hat belavkirin. … Van rojan, xwişka Hendrix û diya min, ew dîsa çûn wê derê û gelek kitêb belavkirin.”
Wekî din, pêşengekî ji Panamayê wisa nivîsî: “Gelek kesên ku ez cara pêşîn qewirandibûm cara diduyan yan cara sisêyan baştir guh dida min. Îsal, ez herî zêde bala xwe didim kesên ku ez berê çûbûm ba wan, û netîce carinan xweş e.”
BER BI PÊŞEROJÊ VE
Di nameya xwe ya salane de, birayê Rutherford ji hemû pêşengan re behsa fealiyetên salê kir û bala wan kişand ser karê ku li ber wan hebû. Wî got: “Sala par, we teselî da gelek kesên xemgîn. Vî karî dilê we jî xweş kiriye …. Îsal, fersenda we wê hebe ku hûn bibin şahidên Xwedê û hukimdariya wî û ku hûn alaya wî ji bo xelkê daçikînin …. Bila em bi hev re dengê xwe bilind bikin û pesnê Xwedê û Padîşahê xwe bidin.”
Gava dawiya sala 1925an êdî nêzîk bû, birayan plan çêkir ku Beytela Brooklynê berfirehtir bikin. Di sala 1926an de, projeya avakirinê ya herî mezin, a ku teşkîlatê heta wê demê çêkiribû, dest pê kir.
Brooklyn (New York), sala 1926an: Li Adams Street, avahiyek tê avakirin
a Navê vê bernameyê niha wisa ye: Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê