KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • mrt meqale 32
  • Xwe ji Melûmatên Şaş Biparêze

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Xwe ji Melûmatên Şaş Biparêze
  • Mijarên Din
  • Malzemeya Eleqedar
  • Ji Melûmatên Nerast Dûr Bisekinin
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2023
  • Bi Lez bi Her Tiştî Bawer Nebe!
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2018
  • Hay ji Xwe Hebe ku Tu Xeberên Derewîn Belav Nekî
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2020
Mijarên Din
mrt meqale 32
Mirovek li melûmatên ji çavkaniyên cur bi cur dinêre.

Xwe ji Melûmatên Şaş Biparêze

Îro pir hêsan e ku em bigihîjin melûmatên cur bi cur. Hin ji van melûmatan pir bifeyde ne û dikarin alî me bikin ku em sihet û emniyeta xwe biparêzin. Lê belê, gava em lêgerînê dikin, gerek em xwe ji hin melûmatan biparêzin:

  • Nûçeyên xapînok

  • Xeberên derewîn

  • Teoriyên komployê

Mesela, di dema pandemiya COVID-19 de, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî wisa gotibû: “Tewsiyeyên bizerar ên ji bo sihetê û dermanên bêfeyde her ku diçe zêde dibin. Bernameyên radyo û televîzyonê bi derewan ve tije ne. Li ser înternetê, teoriyên komployê pir belavbûyî ne. Li her derê nefret heye, û hin mirov yan komên mirovan li ber çavê xelkê tên reşkirin.”

Helbet, di demên berê de jî hin melûmatên şaş hebûn. Dîsa jî, Kitêba Pîroz ji berê ve gotibû ku di rojên me de “mirovên xerab û derewîn wê di xerabiyê de hê bêtir pêşve herin, wê bixapînin û bên xapandin” (2. Tîmotêyos 3:1, 13). Êdî pir hêsan e ku melûmatên şaş yan nîvrast bi destê e-peyam, medyaya sosyal û nûçeyan bigihîjin me û ku em jî melûmatên şaş bê hemdî belav bikin.

Gelo tu çawa dikarî xwe ji melûmatên şaş û ji teoriyên komployê biparêzî? Ka bala xwe bide hin ayetên Kitêba Pîroz.

  • Mirovek li ser tiştên ku wî dîtine û bihîstine, difikire.

    Bi her tiştê ku tu dibînî yan dibihîzî bawer neke

    Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Mirovê hişsivik bi her tiştê ko dibihîse baweriya xwe tîne; lê yê hişyar bala xwe dide gavên xwe (Methelokên Silêman 14:15, Methelokên Hezretê Silêman).

    Eger em dîqat nekin, em dikarin bi hêsanî bên xapandin. Mesela, resim û vîdeoyên pêkenok, ên ku li ser înternetê tên belavkirin, bîne ber çavê xwe. Bi rastî pir hêsan e ku kesek resim yan vîdeoyeke sexte çêke. Dibe ku tiştên ku tê de tên gotin yan nîşandayîn bi eslê xwe çênebûne.

    “Melûmatên sexte, yên ku lêkolîner li ser platformên sosyal dibînin, bi gelemperî bi resim û vîdeoyên çewtkirî ve girêdayî ne” (Axios Media).

    Ji xwe bipirse: “Gelo tiştê ku tê gotin yan nîşandayîn xebereke rastîn e yan tenê tiştekî pêkenok e?”

  • Mercek.

    Bala xwe bidê ku xeber ji ku derê hatiye û tê de çi tê gotin

    Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Her tiştî ji hev derxin” (1. Selanîkî 5:21).

    Berî ku tu baweriya xwe bi tiştekî bînî yan tiştekî bişînî kesên din, emîn be ku ew rast e. Gelo tu çawa dikarî vêya bikî?

    Kontrol bike ka çavkanî pêbawer e yan na. Ajansên nûçeyan û rêxistinên din nûçeyan carinan li gor menfaetên xwe yên ticarî yan siyasî diguherînin. Loma, tiştên ku kanalek nîşan dide bi tiştên ku kanalên din nîşan didin muqayese bike. Carinan, dibe ku hevalên te jî melûmatên nerast bişînin. Ji ber vê yekê, eger tu nikarî çavkaniya eslî kontrol bikî, baweriya xwe bi melûmatên wisa neyne.

    Kontrol bike ka naverok rast û rojane ye yan na. Gelo tiştê ku tê gotin kengê hat gotin? Gelo îsbat hene? Eger meseleyeke tevlihev bi awayî pir besît tê nîşandayîn yan eger armanca xeberê ev e ku ser hîsên te tesîr bike, hay ji xwe hebe.

    “Kontrolkirina melûmatan bi qasî şûştina destan muhîm e” (Sridhar Dharmapuri, Memûre Emniyeta Xwarinê yê Neteweyên Yekbûyî).

    Ji xwe bipirse: “Gelo ev xeber rastiyan bi nêrînan ve tevlihev dike yan meseleyekê tenê ji aliyekî ve nîşan dide?”

  • Lîste.

    Xwe ne li tercîhên şexsî, lê li rastiyan bigire

    Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Yê ku bi xwe ewle ye, bêaqil e” (Methelokên Silêman [Şîretên Silêman] 28:26, Mizgînî).

    Eger melûmatek piştgiriya nêrîna me dike, dibe ku em zûtir hazir bin ku baweriya xwe pê bînin. Şîrketên înternetê gelek caran li ser esasê rûpelên ku bala me dikişînin û rûpelên ku me berê li wan nêrîbû, nûçe û melûmatan pêşkêşî me dikin. Lê belê, ev yek ku melûmatek li me xweş tê nayê maneya ku ev melûmat rast e.

    “Carinan, daxwaz, hêvî, tirs û meylên me ji mantiqa me biqewettir in û dibin sebeb ku em tiştekî ku li gor dilê me ye, zû qebûl bikin” (Peter Ditto, psîkologê sosyal).

    Ji xwe bipirse: “Gelo sebebê ku ez baweriya xwe bi vê melûmatê tînim ev e ku ew li gor dilê min e?”

  • Melûmatên şaş tên avêtin çopê.

    Melûmatên şaş belav neke

    Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Tê xebera derew negerînî” (2. Mûsa [Derketin] 23:1, Mizgînî).

    Ji bîr neke ku melûmatên ku tu ji kesên din re dişînî dikarin ser fikir û kirinên wan tesîr bikin. Loma, ji bo ku netîceyên xerab neyên meydanê, pir dîqat bike ku tu melûmatên şaş belav nekî.

    “A yekê, bisekine û ji xwe bipirse: ʻGelo ez rind dizanim ka melûmata ku ez dixwazim bişînim, rast e yan na?’ Eger her kesî wisa bikira, înternet wê bi ew qas melûmatên şaş ve tije nebûya” (Peter Adams, serokekî alîkar ê News Literacy Project).

    Ji xwe bipirse: “Gelo ez rind dizanim ka melûmata ku ez dixwazim bişînim, rast e yan na?”

Rastiya di heqê teoriyên komployê de

Psîkologeke bi navê Shauna Bowes wisa dibêje: “Îro, teoriyên komployê bi awayekî giran ser fikir û kirinên mirovan tesîr dikin.” Gelo teoriyên komployê çi ne, û ew çima bitalûke ne?

Teoriyeke komployê çi ye? Teoriyên komployê îdîa dikin ku hin teşkîlatên veşartî û biqudret bi dizî dibin sebebê bûyerên xerab.

Çima ew qas bitalûke ne? Kesên ku dikevin ber bayê teoriyên komployê êdî baweriya xwe bi çavkaniyên muteber naynin, û hin kes melûmatên bifeyde yên li ser sihet yan emniyetê red dikin. Teoriyên wisa dikarin bibin sebebê pêşhukim û zordariya li hemberî kesên ku li gor teoriyekê di nav xwe de komplo çêkiriye.

Çima ew qas mirov baweriya xwe bi teoriyên komployê tînin? Li gor ansîklopediyekê, teoriyên komployê bi xisûsî “wexta ku gelek kes endîşe dikin yan tengasiyê dikişînin” zêdetir bala mirovan dikişînin, mesela “gava şer yan krîzên ekonomîk çêdibin yan piştî felaketên tebîetê wek tsûnamî, erdhej û pandemiyan” (Encyclopaedia Britannica). Di demên wisa de, gelek mirov baweriya xwe bi teoriyên komployê tînin, çimkî teoriyên wisa gelek caran piştgiriya fikrên wan dikin yan jî nîşanî wan didin ku bûyereke xerab çima çêbûye.

Kitêba Pîroz çawa dikare alî te bike ku tu xwe ji teoriyên komployê biparêzî? Tewsiyeyên Kitêba Pîroz dikarin alî me bikin ku em di dema tengasiyê de bi zêdeyî endîşe nekin. Bi ser de, Kitêba Pîroz bala me dikişîne ser sebebê eslî yê problemên îroyîn û nîşanî me dide ku ev problem wê çawa bên safîkirin. Ji bo zêdetir melûmatê, ji kerema xwe re li vîdeoya Xwendina Kitêba Pîroz Çima Lazim e? temaşe bike.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne