Jêrenot
a Ji ber ku dinya di bin kontrola Îblîs de ye, hêsan nîne ku em di riya rastiyê de bimeşin. Halê şagirtên Îsa yên pêşîn jî wisa bû. Sê nameyên Yûhennayê şandî alî wan dikir ku ew di riya rastiyê de bimînin. Ev sê name alî me jî dikin û rêyî me didin ku çi dikare me ji riya rastiyê derxîne, û em çawa dikarin xwe ji vêya biparêzin.