Jêrenot
a Carinan baş e ku em rojên berê bînin bîra xwe. Lê belê, gerek em îznê nedin ku hişê me bi rojên berê ew qas mijûl be ku em bala xwe nedin dema niha û dema bê. Li vê meqaleyê, emê di heqê sê dafikan de xeber bidin, ên ku dikarin bibin sebeb ku hişê me bi zêdeyî li rojên berê bimîne. Emê li prensîpên Kitêba Pîroz û li hin serpêhatiyan binêrin, ên ku dikarin alî me bikin ku em xwe ji van dafikan dûr bigirin.