Jêrenot
a Ayeta ji bo sala 2022yan ji Zebûr 34:10 (NWT) hatiye standin: “Kesên ku li Yehowa digerin kêmasiya tu qenciyê nabînin.” Madem ku gelek xizmetkarên Yehowa tengasiya madî dikişînin, Kitêba Pîroz çima dibêje ku ew “kêmasiya tu qenciyê nabînin”? Fehmkirina vê ayetê çawa dikare alî me bike ku em xwe ji bo tengasiyên pêşerojê hazir bikin?