Jêrenot
a Ma kê di heqê sebra Eyûb pêxember de nebihîstiye? Li gel tengasiyên giran, Eyûb ji Xwedê re dilsoz ma. Gelo em dikarin ji serpêhatiya wî çi hîn bibin? Mesela, em hîn dibin ku Îblîs nikare me bi darê zorê ji Yehowa dûr bixe. Wekî din, em hîn dibin ku Yehowa her tim dizane ku çi diqewime. Çawa ku Yehowa tengasiyên Eyûb ji holê rakirin, ewê tengasiyên me jî rojekê ji holê rake. Loma, wê baş be ku em bi hal û hereketên xwe nîşan bidin ku me hêviya xwe bi Yehowa ve girêdaye.