Jêrenot
a Li vê dinyaya zalim, kesên ku ji rastdariyê hez dikin, pir hindik in. Dîsa jî, bi milyonan însan xwe li riya rastdariyê digirin. Bê şik, tu jî yek ji wan î. Tu xwe li vê rê digirî ji ber ku tu ji Yehowa hez dikî û ji ber ku Yehowa ji rastdariyê hez dike. Gelo em çawa dikarin ji rastdariyê hê jî zêdetir hez bikin? Li vê meqaleyê, emê bibînin ku rastdarî çi ye û em çawa dikarin jê feydeyê bistînin. Wekî din, emê bala xwe bidin çend gavên ku wê alî me bikin ku em ji vî sifetî hê jî zêdetir hez bikin.