Jêrenot
b Carinan lazim dibe ku rîspiyên civatê li ser meseleyên ku bi guneh û tobekirinê ve girêdayî ne, hukim bidin (1. Korîntî 5:11; 6:5; Aqûb 5:14, 15). Dîsa jî, ew bi dilnizmî dikin bîra xwe ku ew nikarin bibînin ku di dilê mirovan de çi heye. Ew dizanin ku bi eslê xwe, ew li şûna Yehowa hukim didin (li 2. Dîrokan 19:6 jî binêre). Loma, gerek ew xwe li standardên edaletê yên Yehowa bigirin, ên ku terazdar û dilrehm in.