Jêrenot
c NOT: “Ceneta ruhî” warê ewledar e, ku em tê de bi yekîtî ji Yehowa re îbadetê dikin. Di vî warî de, têr û tije xwarina ruhî heye, ya ku ji derewên dînî paqij e, û wezîfeyeke xweş ji me re hatiye dayîn ku em mizgîna Padîşahiya Xwedê îlan bikin. Em bûne dostên Yehowa, û em bi xwişk û birayên xwe yên ezîz re di aştiyê de ne. Ev xwişk û bira alî me dikin ku em li gel tengasiyên jiyanê bi dilxweşî sebat bikin. Gava em dikevin rêya îbadeta rast û xîret dikin ku Yehowa ji xwe re emsal bigirin, em dikevin vê ceneta ruhî.