Jêrenot
a Hemû xizmetkarên Xwedê xîret dikin ku her roj Kitêba Pîroz bixwînin. Gelek mirovên din jî Kitêba Pîroz dixwînin, lê ew bi rastî fehm nakin ku çi dixwînin. Di rojên Îsa Mesîh de jî hal û mesele eynî wisa bû. Gelek mirovan Peyva Xwedê dixwend, lê bi rastî jê fehm nedikir. Tiştên ku Îsa Mesîh ji wan re gotibûn dikarin alî me bikin ku em ji xwendina Kitêba Pîroz bêtir feydeyê bistînin.